MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ
Têra 4 kesan
*Goştê çênîkirî: Nîv kîlo
*Savar: 2 qedehên avê
*Nok: Nîv qedeha avê
*Rûnê nivîşk: 4 kevçiyên xwarinê
*Xwê: Têra xwarinê
*Av: 5 qedehên avê
ÇÊKIRINA SAVARA BI NOK Û GOŞT
Goştê çênîkirî, xwê û avê bi hev re bidin ser agir bila bipije. Avê bixin ser nokan û bikelînin. Rûn bixin beroşê deynin ser argûnê. Gava rûn sor bû, savar têde biqelînin, paşê ava girarê berdin serê, dema av ji ser savar kêm bû goşt û nokan tev bikin û agir ji binê xwarinê kêm bikin, li ser agirê kiz bila bipije. Dema savar pijiya ji ser argûnê hildin, 10 deqeyan bila devgirtî vehese, paşê bi germî deynin ser sifreyê.
Noşî can be