DI WÊJEYÊ DE FORMA “EZ”

-1-

Divê berhemên tu nivîskarekî li gor şexsiyeta wî yan jî li gor jîyana wî ya rojane û kar û xebatên ku nivîskar li derveyê nivîskariya xwe pêre mijul dibe, neyê nirxandin. Herweha divê nivîskarekî li gor naveroka berhema xwe neyê bi navkirinin.

 

Nivîskarekî dema bi forma ”Ez” helbest, çîrok yan roman binivîse, divê neyê fêmkirin ku ew ”Ez” nivîskar bi xwe ye. Hinek nivîskarên mêr bi forma ”Ez” lê bi devê jinek çîrok dinivîsin, hinek jin bi devê mêrekî çîrok yan roman dinivîsin, di wir de ”Ez” nivîskar bi xwe nîn e.

 

Min bi forma ”Ez” çîrokek nivîsî. Di çîrokê de dilê mêrekî çil salî dikeve keçeke bîst salî. Ew herdu aşiqê hevûdu dibin. Dostekî min vê çîroka min xwend û ji min re got : ”Tu mirovekî çil salî, te dilê xwe xistiye keçika bîst salî.” Ji bo wê jî min pêwîst dît ku li ser navê weşanxanê vê têbinîyê bidim nivîsîn û di destpêka pirtûkek xwe de bidim weşandin. Ew têbinî, anku balkêşiya weşanxanê weha ye :

 

“Balkêşî :

Kurteçîrokên ku di vê pirtûkê de ne û bi forma “Ez” hatine nivîsin, dibe ku ji alî xwendevanan ve şaş bê fêmkirin û ew bibêjin qey ew “Ez” nivîskar bi xwe ye. Tu eleqeya nivîskar bi “Ez” a ku di kurteçîrokan de têt qalkirin tune.

Weşanên Helwest”

 

Dema nivîskarekî di berhemeke xwe de behsa tişteke bike, nayê wê manê ku nivîskar wê tiştî bi xwe kiriye, yan jî nivîskar wê tiştî di jiyana xwe ya rasteqîn de pêk anîye. Nivîskar Jane Austen di jîyana xwe de qet nezewiciye, lê ew di berhema xwe ya edebî de bi forma “Ez” behsa zewaca xwe dike, bê çawa zewicîye û çi hatiye serî.

 

Nivîskarê Îngilîz ê navdar Oscar Wîlde di jîyana xwe ya rasteqîn de mirovekî homoseksuel bûye. Têkilîyên wî tim bi mêran re, bi lawikan re hebûye, ne bi jinan re. Lê, wî di berhemeke xwe de bi forma “Ez” behsa evîna xwe û jinek kiriye. Lê, di esasê xwe de ew aşiqê tu jinek nebûye. Wî ji lawikan hez kiriye, bi wan re têkiliya zayendî/cinsî pêk anîye.

 

Berhemên nivîskaran û jîyana wan a rasteqîn li hevûdu naquncin, ev tişteke normal e. Nivîskar mecbur nîn e ku realîteya jîyana xwe ya rasteqîn têxe nav berhemên xwe. Di cîhana romaneke de, yanî cîhana ku nivîskar bi xwe, bi şêweya fictîon, xeyalî diafirîne de, dibe ku gelek tişt hebin ne bi dilê nivîskar be, ne li gor pîvanên wî yên exlaqî be, lê ji bo ku pêkanîna cîhana fictîon weha pêwîst dike, ew wan tiştan jî dixe nav cîhana xeyalî.

 

Ez li parkeke runiştîbûm, min çîrokeke nivîskarekî tirk dixwend. Di çîrokê de, nivîskar generalekî tirk kiribû gey/gay –homoseksuel- û kurdekî berdabû ser. Nivîskarê tirk –lêbelê dostê kurdan û piştgiriya têkoşîna kurdan dike-  bi vê şêweyê heyfa –tola- kurdan ji general sendibû. Min xwendina çîrokê qedand, kurdekî nasê min hat cem min. Ew kurdekî welatparêz bû. Di bin tesîra çîrokê de, min ji yê kurd pirs kir : “Ez dizanim ku tu dijê generalê tirkanî. Ji bo tu heyfa xwe û ya gelê kurd ji generalekî tirk helînî, tuyê pê çi bikî? Yanî tu dixwazî heyfa xwe jê bistînî, ji bo wê jî divê tu pê xirabiyek bikî, lê nekujtin, wî nekujî, lê xirabî pê bikî. Tuyê çi bikî?”

 

Wî bersîva min da û got :

  • Ez ê …… diya wî û di diya wî de de……..

 

Hinek kurd pir kufurbaz in, çêran dikin. Wî jî çêrê diya general kir. Min got :

  • Dev ji diya wî berde. Dik miriye.

 

Wî got :

  • Ez ê ……..jina wî.

 

Min got :

  • Dev ji jinê jî berde. Belkî jina wî tune.

 

Wî got :

  • Ez ê ji paşve …………wî.

 

Min jê re got :

  • Heger bi rastî jî ew bi destê te bikeve, tuyê bira jî weha bikî?

 

Wî got :

  • Na!

 

Wî hîsên xwe anîbû zimên. Hestê wî ê tolhildanê xwe bi vî şiklî û bi van hîsan dabû der. Lê, di rastiyê de heger ew general biketana destî, belkî pê şkence bikrana, lêxistana, wî bikujtana, lê dê ji parve pê ewk nekirana. Ji xwe mirovên homofobî nikarin tiştên weha bikin.

 

Nivîskarekî dema berhem biafrîne, dibe ku hîsên xwe têxe nav berhemê, lê ev nayê wê maneyê ku, wî di jîyana xwe de tiştek weha kiriye, yan jî ew dê di rastîya jîyana xwe de tişteke weha bike. Min di gelek çîrokên xwe de bi forma “Ez” gelek tişt bi lehengên çîrokan daye kirin. Helbet ew “Ez” ê çîroknivîs, anku nivîskar nîn e. Tiştên ku min bi lehengên çîrokan daye kirin, ez di jîyana xwe ya rasteqîn de qet nakim. Lê temaya çîrokê û hunandina wê weha pêwîst bûye û loma jî min weha bi wan daye kirin, weha nivîsiye.

 

Di çîrok û romanên modern/nûjen de forma “Ez” pir tê bi kar anîn. Min jî di hinek çîrok, roman û kurteromanên xwe de vê formê bi kar aniye. Bila hinek wê forma “Ez” ji min re nekin mal, bi min ve nedin girêdan.

 

– 2 –

 

Di edebiyatê de forma “Ez”  li xweşa xwendevanan jî diçe. Xwendevan di wê “Ez” ê de carna xwe dibînin. Helbet girîngîya forma “Ez” ji alî edebiyatê û teknîka nivîsîna edebî ve heye. Di vê formê de çîrok ji devê yê ku ew bi xwe lehengê çîrokê ye, tê qalkirin. Bi çavên wî li tiştan tê nêrîn. Bûyerên ku diqewimin, tiştên ku pêk tên, hemû bi devê yê ku beşdarê wan tiştan dibe, tê qalkirin. Di forma “Ez” de ji bo ku hem ew kesê ku qal dike û hem jî kesê ku di nav çîrokê yan romanê de ye, eynê kes in, lewra herikandineke zindî derdikeve holê.

 

Dema de berhemeke edebî de mirov vê hevokê bixwîne “Ez havînê li başûrê Kurdistanê bûm. Min gelek bûyerên ecêb dît, ez di nav jîyana xwe ya rojane de gelek tişt jîyam û bûm şahîdê gelek tiştan.” Û di berhemê de bi forma “Ez” ev tişt dema hate qalkirin, yê ku wan tiştan dibîne û bi aktîf di nav bûyeran de cih digre, ew bi xwe bi forma “Ez” behsa wan tiştan dike.

 

Li vir, ew “Ez” nivîskar bi xwe nîn e. Nivîskar belkî qet neçûye Kurdistana başur jî. Lêbelê, ew bi devê leheng û bi forma “Ez” berhema xwe diafrîne. Berhema Defaou ”Robînson Cruseo” berhemeke navdar e û li gelek zimanan hatiye wergerandin. Robînson Cruseo nivîskarê berhemê bi xwe nîn e. Robînson bi salan li giravek di nav bahrê de dimîne û behsa jîyana xwe ya rojane a giravê dike. Ew dema behs dike, bi forma “Ez” behs dike. Nivîskarê berhemê Defaou belkî qet neçûye û di giraveke weha de bi tena serê xwe nemaye.

 

Di temamê çîrok û romanan de miheqeq yekî gotubêj anku yê ku qal dike, gotinbêjek, vebêjek heye. Ev gotinbêj qalkirina xwe bi kîjan formê jî bike, li pey wî nivîskar heye. Nivîskar wekî Xwedayê/a wî cîhana fictîon e. Ew li her derî ye û li tu derî nexwiyaye. Lê, çawa ku Xwedê/a însan nîn e, nivîskar jî leheng û fîgurên çîrokê yan romanê nîn e. Li vir mexset nekû romanên bîranînê ne û nivîskar bi xwe bi şêweya romanê bîranînên xwe behs dike û leheng ew bi xwe ye. Helbet hinek romanên biyografîk û otobiyografîk de, nivîskar bi xwe lehengê romanê ye. Lê, li vir mijara vê nivîsê çîrok û romanên ku bi forma “Ez” hatine afirandine.

 

Çîrok, roman, helbest û teatr, berhemên hest û xeyalên mirov in. Nivîskar bi hest û xeyalên xwe berheman diafirîne. Gelek şêweyên gotinbêjiya berheman heye. Çawa ku nivîskar dikare forma “Ez” bi kar bîne, herweha dikare forma “Ew” jî bi kar bîne. Di forma “Ew” de yê gotinbêj, vebêj (bi tirkî jê re anlatici dibêjin) li derveyê bûyer û herikandinên çîrok yan romanê ye. Yanî ew bi xwe di nav de nîn e. Ji derve ve behsa wan dike.

 

Di forma “Ez” de, wext û cih, zeman û mekan, girîng e. Lê, di forma “Ew” de ev girîng nîn e. Yê gotinbêj li derveyê wext û cih e. Ew dikare biçe demên paşerojê û dikare behsa demên curbecur bike. Di kîjan form de dibe bila bibe, di her romanê de divê tasvîr û dîalog hebin. Helbet di hinek romanan de tasvîr zêde ye û dîalog kêm in. Di hinekan de jî dîalog zêde ne û tasvîr kêm in. Wek mînak; di romanên Ernest Hemîngway de dîalog zêde ne, tasvîr kêm in, di yên Orhan Pamûk de, tasvîr zêde ne, dîalog kêm in. Helbet ji bo bûyerek, qarekterek bê fêmkirin tasvîr pêwîst e, lêbelê dîalog jî pêwîst e.

 

Helbet di tasvîrê de şert nîn e ku her tişt bê gotin. Ji xwe nivîskar mecbûr nîn e ku hertiştî ji xwendevanan re bibêje. Hinek tişt bê ku hatiye gotin, herwekî ku hatiye gotin, xwendevanan dide fikrandin. Di romana min a bi navê “Robîn” de, nayê gotin ku Vîyan’ê çima Robîn nekuşt. Nivîskarê romanê nabêje ku; “ka bifikirin Vîyan’ê çima Robîn nekuşt?” Lêbelê ew tişt bê ku bêne gotin, xwendevan meraq dike û difikire, bê gelê Vîyan’ê çima Robîn nekuşt.

 

Di her vegotinê de sîstemek heye. Her gotinbêj, vebêj xwedî teknîkeke taybetî ye. Nivîskar dikare xwe li pey gotinbêjê ku bi forma “Ez” , “Ew” , “Hûn” , berhemê rave dike, bide berşêdan. Fonksîyona nivîskar netenê ev e ku; çîrokê, romanê bi devê gotinbêj bide qalkirin. Di gel wê jî, fonksîyona wî/wê ya îdarekirinê, ragihandinê, çavderiyê û amadekirina tasvîrên felsefî heye. Lêbelê felsefe û hizrên ku bi devê leheng yan fîguran bête gotin, nayê wê maneyê ku ew fikrên nivîskar bi xwe ne. Gelek caran fikrên ku ji bîr û bawerîyên nivîskar re, ji felsefe û ramanên wî yên şexsî re ters bin jî, bi devê leheng yan fîguran dikare bê gotin.

 

Hinek nivîskar hene, wek bîr û bawerî çep in, lê di berhemên xwe de cih didin bûyerên û fikrên dînî –olî- yan jî bi devê leheng û fîguran dîtin û ramanên dînî- olî- pêşkêş dikin, lê nivîskar bi xwe wek wan nafikire. Yanî şexsiyet, dîtin û ramanên nivîskar û yên leheng û fîguran pirî caran newekhev in.

 

Di çîrok û romanê de vegotinbêj dikare xwe derxe pêş jî û dikare xwe bide paş jî û qet neyê dîtin. Ew li gor pêwîstiyê dikare carna xwe derxe pêş, ji bo ku bala xwendevanan bikşîne. Nivîskar li gorê fonksiyona leheng û fîguran ji devê wan, dikare zimanekî giran jî û zimanekî sivik ê gelêrî jî bi kar bîne. Ew dema mirovekî nezan, yan jî mirovekî sade ê gelêrî, gundîyekî bide axaftin, ji devê wan nikare zimanekî giran ê teorîk, yan jî zimanekî entellektuelî bi kar bîne. Divê ziman li gor rewş, qarekter û fonksîyona fîguran bê bikar anîn.

 

Di berhemên edebî de hêleke girîng jî mesela perspektîfê ye. Nivîskar malzemên destên xwe li gorê perspektîfa xwe bi kar tîne. Yê ku kalîta hunerê û berhemê dide nîşandan perspektîf e. Nivîskar li gor perspektîfa xwe reng dide berhema xwe. Yê ku xwedî perspektîfeke fereh be, berhema wî / wê ji alî naveroka xwe ve berfireh e. Lênêrîna perspektîfî dibe hîmê afirandina berhemê. Metoda afirandinê, teknîka nivîsê li gor perspektîfa nivîskar şikl û reng digre.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply