Dermanek ji Başûrê Asyayê

Zerdeçal li Başûrê Asyayê hêşîn dibe û wekî zaferana Hîndûyan jî tê zanîn.

Zerdeçal bi kulîlkên xwe yên zer û pelên xwe yên mezin di malbata zencefîlan de ye. Heta vê demê zêdetir ji bo xwarinan dihat bikaranîn lê belê êdî di warê tenduristî û kozmetîkê de jî tê bikaranîn. Ji ber stresa vê serdemê mixabin gelek pirsgirêkên tenduristîyê bi me re çêdibin. Ji wan pirsgirêkan yek jî reşayiya bîne çavan e.

Bêguman gelek sedemên wê pirsgirêkê hene. Ji bilî çareseriyên zanistî çareseriyên xwezayî jî dibin alîkar. Me jî ji bo reşayiya binê çavan maskeyek amade kir ji bo hûn li mala xwe jî biceribînin…

 

Kerese

Bi kevçiyeke çayê mast
Bi kevçiyeke çayê Zerdeçal
Bi kevçiyeke çayê lîmon an jî ava fringiyan
Bi nîvê kevçiyeke çayê ar

Amadekirin

Her tiştî têxin tasekê û heta bû wekî macûnan tev bidin. Piştî we rûyê xwe şûşt, ziwa kir û paqij kir di binê çavên xwe bidin. Heta 15-20 deqeyan bidin sekinandin û paşê bişon. Bikaranîna hefteyê pênc caran bikêr e.

Nivîs ji Kovara Kubarê hejmara 4an hatiye standin

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply