DI SERDEMA NAVÎN DE XELEKA ZÊRÎN: FELSEFEYA ÎSLAMÊ

DILAZAD A.R.T

dilazadart@gmail.com

Destpêk

Dema dînê Îslamê li cîhanê belav bû ji şaristanî û gelên ku Îslamîyet qebûl kirin çand û mîrateyeke bêhemba wergirt. Yek ji van mîrateyan jî felsefe ye. Beriya Îslamîyetê li çend navendên rojhilat wek Entaqya, Haran, Skenderiyê û Îranê wergerên felsefeya Yewnana Antîk çêdikirin. Bi taybetî wergerên zimanê Suryanî dinavbera Rojava û Rojhilat de mîna pirekê wazîfe didîtin. Piştî ku Îslamîyet belav bû, di qada zanîn, hûner û felsefe de pêşketinên taybet çêbûn. Bi taybetî Bexda wek navenda zanîn, hûner û felsefe derket pêş. Di navbera sedsala 8-12an de şaristaniye Îslamiyetê bûbû navenda zanîn û felsefeye. Di erdnîgarîya İslamê de Entaqya, Riha, Cundişapur, Haran, Nisebîn û Bexda bûne navêndên wergerê yên felsefeya Yewnana Antîk. Bi taybetî di serdema xelîfeye Abasî Mensur de di Beytul Hikme (Xaniyên Felsefe/Zanîne) wergerên felsefe pêşde çûne û gihaştiye asteke bilind. Ramanên Aristoteles di nav şaristaniya Îslamê de cihekî taybet digre.

Filozofên navdar yên serdema felsefeya Îslamê El Kindî, Farabî, Îbn Sîna, Xazalî, Îbn Ruşd û Îbn Haldun e.

Taybetmendiyên Felsefeya Îslamê

  • Ji felsefeya Yewnana Antîk sudwergirtiye.
  • Mijarên wek hiş û bawerî hatine nîqaşkirin.
  • Pirsgirekên felsefî yen serdema berîya xwe nîqaşkirine.
  • Çalakiyên wergerê hatine kirin.
  • Ji bo pêşdebirina felsefe xebatên hêja kirine.
  • Bandoreke erênî li ser felsefe nûjen ya Rojava kirine.

Pirsgirêkên Felsefeya Îslamê

  • Îspatkirina hebûna Xwedê.
  • Azadiya vînê.
  • Pirsgirekên jiyana civakî.

Ji bo îspatkirina hebûna Xwedê Îbn Sîna; hebûnê wek sê xala nîşan dide.

I- Wacîbûl Wucud (Hebûna mecburî) Hebûna ku hebûna wî ne giredayî tiştekî dî ye. Ezelî û ebedîye ku Xweda bi xwe ye.

II- Mumkunul Wucud (Hebûna dibe) Hebûnên ku hene û têne xûyakirin. Ev hebûn piştî demekê dimirin an kû winda dibin.

III- Mumteniul Wucud (Hebûna nedibe) Li gor mantikê têne qebûl kirin.

Li ser azadiya vînê peyreçûne Cebriye dibejin mirov di kirinên xwe de neazad e. Lê zanayên kelamê yên dî dibejin mirov di kirinên xwe de azad in. Li gor Farabî mirov xwedî hiş e û bihişê xwe başî û nebaşîye dikarê ji hev cûda bikê. An kû mirov di tercihên xwe de azad e.

Li ser jiyana civakî jî bi taybetî Farabî û Îbn Haldun ramanên xwe anîne ziman. Farabî di pirtûka xwe ya bi navê El Medînetûl Fazila (Şaristanîya Hêja) de li ser dadê dirawestê û dibejê ku tenê bi rêya dadê mirov dikarin jiyaneke bextewar bijîn. Îbn Haldun jî civakê mîna organizmaye (zindîbûnê) bilêv dike. Dewlet avadibin, fireh dibin û di dawiyê de dihilweşin.

Encam

Şaristaniya Îslamê di sedsala 8-12an de di erdnîgariyeke gelekî berfireh de belav bûye. Ev berfirehbûn bi xwe re naskirina çand û zaninê nû aniye. Yek ji van zanîna jî bêgûman felsefe ye. Zanayên Misliman ne tene felsefe xwendine heman demê felsefe şîrove kirine û ramanên nû avakirine. Li ser metnên felsefî yên Yewnana Antîk gelek şerh an kû şîrove û ramanên nû hatine nivîsandin. Ev jî dibê sedem ku felsefe pêşde herê. Di dawiyê de ev xebatên felsefe yên Mislimanan bandoreke mezin li ser jiyana Rojava kiriye û wek encan felsefeya nûjen derketîye û Rojava Ronesansa xwe avakiriye.

17ê Sibata 2024 Corduenê

About Dilazad ART

DILAZAD A.R.T (Jiyan û Berhem) Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024 û TigrisSophia de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî ye. Filmografî Dokumenter 1- Dom – Şêwirmend 2- Bûkên Sûri – Senaryo 3- Fotograf – Senaryo, Derhenêr Kurtefilm 1- Hêvî – Senaryo, Derhenêr 2- Yanlış Bilgi – Senaryo, Derhenêr 3- Mîras – Senaryo, Derhenêr Wekî dî di saziyên sivîl yên civakî de aktîv dixebitê. Saziyên Sivîl yen Civakî 1- Mezopotamya Sanat Derneği – Pêşewa (Serok) 2- NuspekDer – Endamê Reveberiye 3- Piling Spor Kulubü – Endamê Reveberiye 4- Mezopotamya Barış Akademisi – Pêşewa (Serok) 5- Mezopotamya Kültürel Miras Araştırmaları – Pêşewa (Serok) Heta niha 55 pirtûk weşandine. (31ê Kanuna 2024) BERHEMÊN KURDÎ 1- Destana Evînê, 2010, 2- Ramanên Azad, 2010, 3- Tûrik, 2011, 4- Winda, 2012, 5- Lêkolînên Kurdî I, 2013, 6- Lêkolînên Kurdî II, 2013, 7- Tûrikê Çîrokan, 2015, 8- Çanda Xwarinê, 2016, 9- Lêkolînên Kurdî III, 2017, 10- Helbestên Binbêjingê, 2017, 11- Bexçê Çîrokan, 2017, 12- Çîrokên Şevên Direj, 2017, 13- Demsala Pirpirînkên Azadiyê, 2017, 14- Sînemaya Cîhanê, 2017, 15- Sînemaya Kurdî, 2017, 16- Kaos 2.0, 2018, 17- Destpêk û Dîroka Sînemayê, 2018, 18- Kurdîpedîa, 2019, 19- Lêkolînên Folklorê I, 2019, 20- Lêkolînên Folklorê II, 2019, 21- Lêkolînên Folklorê III, 2020, 22- Tenê Guhdariya Bêdengiyê Dikim, 2020, 23- Dengvedana Derengmayî, 2021, 24- Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî, 2022, 25- Reşbelek, 2023, 26- Felsefe Şoreşa Hiş û Rêya Rastiye, 2024 Berhemên Ku Wergerandine Kurdî 1- Rîsala Aborîye, 2010, 2- Wateyên 12 Suretên Qur’an a Pîroz, 2011. PIRTÛKÊN TIRKÎ 1- Nûpelda, 2001, II. Baskı 2012, 2- Taşa Yazı Yazmak, 2010, 3- Kurşunlar Yürek Ağlattı, 2011, 4- Yolcu, 2011, 5- ġagird, 2012, 6- Başkaldırı Şiirleri, 2012, 7- Dijle‟nin Çocukları, 2012, 8- 35 Bomba Roboskî, 2012, 9- Dom Kayıp Kavim, 2017, 10- Üçüncü Cephe, 2017, 11- Kürt Sendromu, 2017, 12- Komist, 2017, 13- Şemamok Kokusu, 2017, 14- Corduene Tabletleri, 2018, 15- Papyrus, 2018, 16- Karantina Günlerinde, 2020, 17- Yeni Bir Bakış Açısı İnşa Etmek, 2020, 18- Vahşi Toplumlar, 2021, 19- Sosyolojik Analizler, Ekim 2021, 20- Sosyolojik Analizler II, Kasım 2021, 21- Sosyolojik Analizler III, Aralık 2021, 22- Peripatetik Retorika, Ocak 2022, 23- Tabula Rasa, Şubat 2022, 24- Aile Olabilmek, Mart 2022, 25- Eğitim Üzerine Araştırmalar, Ocak 2023, 26- Apologia, Mayıs 2023, 27- Mimesis, Haziran 2023.

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *