Di Pêkenokên Mela Neserdîn De Behsa Kurdan

 

Di 4 rûpelên pirtûka bi navê “Letaif-i Hoca Nesreddin” de behsa Kurd û Kurdistanê

Berya tevlîbûna mijarê, divê çendîn tesbîtan bikim:

Wek tê zanîn, rejîmên nijadperest, avabûna xwe, li ser “înkarî” û “pişaftin”a gelên dîtir pêktînin. Herwiha, hebûn û serweriya xwe jî, li ser “tinekirin” û “wendakirin”a nîşan û nişêtên gelên dîtir didomînin. Bi gotinek din, Darwînîstên Civakî nin. Bê guman, ev cûre rejîm, vê sinc û sirişta xwe, bi rêya perwerde û propagandayê derbasê nijada xwê ya eslî jî dike; wan jî dixe dilqê xwe. Helbet, ev rewş, rewşeke alozkar û kaotîk e. Li aliyekî nijadperestiyek çavsor û hovane, li aliyê din, gelên girîftar û yên tûşhatiyê nijadperestiyê… Nexû, çareserî çiye, dê çawa be?

Li gor bîr û baweriya min; divê li dijê rejîmên nijadperest û hempayên wê, gelên dîtir yên girîftar û tepisandî, bi heman hestan, ango bi rê û rêbazên nijadperestane nemeşin. Ev reng tevger û livîn, ji bo wan, dahfik û kemîne ye; xetereyek bê ser û ber e. Lewra, tîmarkirina nexweşiyek jehrîn, bi heman jehrê pêknayê; herwiha, xwîn bi xwînê nayê paqijkirin. Berovaj, rêbazek bi vî tehrî, destê nijadperestan hêzdar, gir û rika wan dijwartir dike. Wek viya, şîdet û tundî jî ne çareserî ye… Ev rê, ji rêya yekemîn xirabtir e, dijwartir e. Lewra, diyar e; tevgera şîdetkar tunderê, wê hêj di serî de dexmeya “terorî” bixwe û ji şîdeta pergalên nijadperest re rêya êrîşkariyê vebike. Helbet, di rewşek wiha de, wê hemû hêrs û çavsoriya xwe nîşan bide; bi vê hincetê, li gel tevger û rêxistinên şîdetkar, wê tevahiya gel jî bide ber xwe; di heman agirî de bişewitîne, biperitîne. Di rewşek wiha de, diyar e; du encamên xedar pêktê: Yek, koçberiya ji war û welêt, ya duyem, xweberdan û teslîmbûna nav lepên pergala pişêfkar. Di rastiyê de, herdu jî heman tişt e; dûrketina ji çand û nijadê ye, asimîlebûna bê serv û ber e. Çareserî, rêbaza sêyem e; ango, rêya xwenasîn û varqilandinê ye, rêya agahdarbûn û xwedîlêdeketina li kelepor û eymetên xwe ye. Bêguman, ev yek jî, tenê bi xwendin û vekolandinê pêktê; bi hişyarbûn û şarezabûnê sereder dibe…

Vaye, di çerçova rêbaza sêyem de, min xwest, ji berhemek dîrokî ya bi nav û naveroka xwe qet jê nayê hêvîkirin, di derbarê Kurd û Kurdistanê de çendîn nimûneyan parve bikim. Bi rastî jî, ev berhema pirtûkî, nîşan dide ku li vî welatî, berya damezrandina sazûmana komarî û dema desthilatdariya Îtihadiyan, li hember gelê Kurd û welatê wan dezge û rêbazên înkariyê tinebû; li ser navê sazûmanê, hewildanek pişaftinê nedihat meşandin. Vaye, -wek me li jor jî destnîşan kir- ji pirtûkek jê nayê hêvîkirin, ango, ji pirtûka bi navê “Letaif-i Hoca Nasreddin” emê çendîn pêkenokan pêşkeş bikin ku, tê de behsa Kurd û Kurdistanê tê kirin…

“Letaif-i Hoca Nasreddin”, bi xeta Erebî, bi zimanê Osmanî hatiye çapkirin. Dîroka çapkirinê, 1926 e. Belê, we şaş nexwend; 1926. Berya guherandina alfabeyê, du sal berê. Bi ser avakirina komarê re çar sal derbas bûye… Dixuye ku, hêj bi awayekî giştî, rê li ber bêjeya Kurd û Kurdistanê nehatiye girtin. Nivîskar an berhevkarê pirtûkê, bi mexlesa “Behaî”, Veled Çelebî ye; piştre, paşnava “İzbudak” girtiye.  (X, Konya 1869-M, Enqere 1953). Bi binyada xwe, ji binemala Mewlana Celaledîn Çelebî ye. Pirtûk, cara ewil, di 1909’an de hatiye weşandin. Piştî 1928’an, bi tîpên latinî tê çapkirin û weşandin. Veled Çelebî, li gel nivîskarî û mamostetiyê, di gelek beşên karmendîtiyê de xebitiye.

Çapa ku min esas girtiye, çapa 4’an e; bi tevayî 285 rûpel e. Bi giştî, ji 415 pêkenokan pêktê. Pirtûk, bi xwendina min û bi nivîsandina hevalê hêja Mihemedê Xarpêtî ve carek din hate wergerandina latinî. Vaye, di hengama vê wergerê de rastê îfadeyên “Kurd” û “Kurdistan”ê hatim. Vê yekê gelek bala min kişand; lewra, di pirtûkên tarîx û cografyayê de ev yek guncav û pêkan bû, lê di nav pêkenokên Xoce Neserdîn de -ji bo min- balkêş û sosret bû. Ji ber vê yekê, min xwest ku vê rastiyê, vê heqperestiyê bi rêya Nûbiharê parve bikim; da bidim îspatkirin ku rik û ritma li pêşberê van îfadeyan çiqas pûç û bêwate ye, bila her kes bibîne; venimîne.

Dixwazim di derbarê Xoce Neserdîn de jî çendîn tiştan bibêjim:

Li gor hinek çavkaniyan, Neserdîn Xoce, li gundê Hortû ya li ser navçeya Sivrîhîsar ya Eskîşehirê, di sala 1208’an de xwedêdaye û di sala 1284’an de li Akşehîra Konyayê çûye ser dilovaniya Xwedê. Bavê wî îmamê gund Ebdilah Efendî ye, diya wî Sidîqa Xanim e… Ligel vê kurteniyasê, jiyana rastîn ya Xoce, gelek fesaneyî ye; lewra, bi qasê qebûlkarên jiyandina wî, gelek vekolîner jî bi jiyandina wî nebawer in; wî wek kesekî xiyalî û pêkhatî dihesibînin. Lêbelê, mirovekî ewqas navdar û xwediyê ewqas pêkenokên watedar, ne guncav e xiyalî be; teqez divê rastiyek wî hebe. Lê dibe ku hemû pêkenokên li ser navê wî, ne yê wî bin… Ev jî mijarek din e; vekolînek serbixwe divê.

 

Em werin ser mijara xwe:

Nimûne-1

Di rûpela 12. ya pirtûka Osmanî de, di derbarê jiyana Xoce Neserdîn de, Behaî(Veled Çelebî) wiha dibêje: “Wextekî, li ser pêdivî û sûdemeniya gel, Xoce, ji hêla hikûmatê ve, hatiye şandin ji bo Kurdistanê. Ev yek dide xuyakirin ku Xoce, mirovekî kamil e; zanyarê îlmê siyasetê û fena îdareyê bû.” (bnr. li belgeya Osmanî, rp. 12)

Nimûne-2

Di rûpela 41’î de, di pêkenoka 36. de, kurteçîrokek wiha derbas dibe: “Li ser navê qasidiyê, Xoce dişînin Kurdistanê. Begên Kurdan, ji bo Xoce sifreyek têrtije û dewlemend datînin. Xoce, li gel suxteyê xwe, bi girêdana şaşikek biheybet û wergirtina kurkê xwe beşdarê ziyafet dibe. Xoce, ji ber rêzgirtin û rûmetdana began, hinek bêzar dibe, ditengije. Her çawa dibe, ji vê tengijînê ba ji ber diçe; tireka bideng dike. Di hengama vegerîna ji ziyafetê, suxteyê wî: ‘Mîrzayê min, gelek şerm bû!” dibêje. Lê Xoce, “Kurê ehmaq, tira min bi Tirkî bû; Kurdên bi Tirkî nizanin, wê ji tira bi Tirkî çi fam bikin?!” dibêje.”(bnr. li belgeya Osmanî,  rp. 41)

Nimûne-3

(Sedem ku pêkenok dirêj e; emê bi kurtasî vebibêjin)

Di rûpela 204-205’an de, di pêkenoka 307’an de, Xoce serboriyek wiha derbas dike: Salekî ji bo îmametiya meha Remezanê diçe nav mîrektiyek Kurd. Wek tê zanîn, îmam, li pêşiya cemaetê nimêj dike. Lê zarokên begê Kurd, vê yekê ranakin; hişyarî didin Xoce. Lewra begê Kurd, xwedîarteşek çekdar yên siwarî bûn ku ji pênc hezar neferan pêkdihat. Qaşo, diviya ku Xoce derbasê pêş wî nebana, li paş wî bimana. Xoce, herçend behsa rê û dirbên îmametiyê bike jî, mîrzadeyan ji vê yekê fêmnakin. Bes, digotin, “Divê tu li pişt mîr nimêjê bikî!…”

Xoce, li benda xelasbûna mehê bû; piştî Remezanê, wê mehaneya xwe bigirta û vegeriya welatê xwe. Neçar, merselê radigihîne mîr; li gor ûsil û adabên şerîetê, erka îmametiyê bibîr tîne; di vî warî de naşîtî û xeşîmiya mîrzadeyan destnîşan dike. Lê tevger û awirên mîr jî hinekî xeşîmane bû; ji Xoce re wiha dibêje: “Belê, rast e; lê diyare ku tu jî hinekî bi pêş de diçî?” dibêje. (Ango, di dema îmametiyê de, çend gav, li pêş cemaetê disekinî!..) Xoce meselê fêm dike; bi rûyekî kenok û bişirîn wiha li mîr vedigerîne: “Meraq neke mîrê min, ya girîng aqûbet û encam e; di dawiyê de ez berê xwe didim mîrê xwe û mîrê min derbasê pêş min dibe! Yanê, hûn li pêş, ez li paş dimînim!” Mîr, ji vê gotinê kêfxweş dibe; lêborîna xwe dixwaze…(bnr. li belgeya Osmanî, rp. 204-205)

 

Abdullah Can

(Nîşe: Ev nivîs di Nûbiharê de hatiye weşandin)

Nûbîhar- Hejmar: 153

 

 

 

 

Derbar ziman

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply