Di Dînê Îslamê De Mafên Jinan

Berîya dînê îslamê di dema nezanîyê (Cahîlîyê) de tu mafên jinan tune bû. heta dema ku ji dayîk dibûn heman demê de dihatin kûştin. Heta bi zindî dixistin bin axê. Herweha mafên wan yê jîyînê jî tune bû.Yê ku nedihatin kûştin jî weke malan dihatin firotin. nedixistin cîhê mirovan. qîymeta fikr û ramanên wan tunebû. Dema ku zarokeke keç çêdibû rûyên bavên wan ji hêrs û ji xemgînîyê reş dibû. Ji bo ku zarok keç e ji civakê fedî dikirin.

Lêbelê piştî ku dînê îslamê hat mafên jinan hemû dan. Jin parast. Heta em dikarin bejin ku dînê me heî zêde qîymet da jinan. Resûlê Xwedê di hedîsekê xwe de wiha kerem dike; ‘zarok dîyarîyên Xwedê Te’alanin, ji hinek kesan re zarokên keç dîyarî dişîne, ji hinekan re jî zarokên law dîyarî dişîne. Herweha li hember ev dîyarîyên Xwedê Te’ala divê mirov pir spasdar be, û zarokên xwe bi exlaqekê baş mezin bike.’

 Dîsa li gor hedîsekê Pêxemberê me Resûlê Xwedê ‘ Kî zarokê xwe yê keç dema ku çêbû nexe bin axê û ji zarokên xwe yê law kêmtir nebîne, Xwedê Te’ala ji bo xatirê wê zaroka keç wê wî kesî têxe bihûştê (cennete).’

 Li gor rîwayeta Hz. Enes (r.a); Rojekê li cem Resûlê Xwedê (s.x.l) zilamek rûdinişt. Lawê wî hat wî zilamî lawê xwe maçî kir û li ser çoka xwe da rûniştandin. Bîstek din qîza wî hat lê wî zilamî qîza xwe maçî nekir û li pêşîya xwe da rûniştandin. Ev tevgerîya bala Resûlê Xwedê kişand. Li ser vê tevgerîyê Resûlê Xwedê wiha kerem kir; ma tu cûdatîyê dixî navbera zarokên xwe? Piştre jî di derbarê wekhevîyê de zilam hişyar kir.’ Bi rastî Resûlê Xwedê di nava zarokan de wekhevîyê emir dike. Heta dibêje ku eger min yek ji yê din serdestir bigirta min yê zarokên keç serdestîr bigirta.

Dîsa li gor Rîwayeta Ebû Hûreyre (r.a) Resûlê Xwedê di hedîsekê xwe de wiha kerem dike; ‘ Malên ku zarokên keç tê de, her roj ji asîmanan 12 heb rehm bi ser wê malê de tê. Serdana melaîkan ji wê malê kêm nabin. Her şev û roj ji dê û bavan re sewabên weke salekê îbadet kirine tê nivîsandin.’

Birastî mafên jinan ewilî dînê îslamê daye û parastîye. Ji wan yek mafê hilbijartinê ye. Yanî jinek bi îradeya xwe dikare hevalê xwe yê jîyane hilbijêre. Heta di avakirina malbatekê de dînê îslamê îradeya pêşî daye jinan. Yanî desthilatîya îcabê ewilî daye jinan. Mafê gotinê ewilî a jinan e. Paşê wê îcabê zilam qebûl dike.

Di derbarê vê meseleye de gelek hedîsên Resûlê Xwedê (s.x.l) hene. Li gor rîwayeta Îbn ‘Ebbas (r.a) Rojekê keçeke ezeb tê cem Resûlê Xwedê û gazinên xwe dike. Dibêje ku bavê min az dam zilamekî ku ez naxwazim. Mahra me jî birî. Li ser vê Resûlê Xwedê (s.x.l) wiha kerem dike; domandina vê zewacê li gor dilê te ye. Heger tu bixwazî tu dikarî vê zewacê nedomînî. Temamê biryarê aîdî te ye.’ Bi rastî ev mînak gelekî balgêş e. Ev çanda dema nezanîyê ji holê radike.

Li gor hedîsekê din jî ‘ji sehebeyan bi navê hîdam qîza xwe bê dilê wê bi zilamekî re mahr dike. Li ser vê keçik tê cem Resûlê Xwedê (s.x.l) û dibêje ku bavê min bê dile min ez dam zilamekî. Ez naxwazim. Li ser vê Resûlê Xwedê gazî hîdam dike. Ji wî dibirse dibêje te keça xwe bê dile wê çima da. Ew jî wiha bersiv dide û dibê je ku; ya Resûlê Xwedê zilam mirovekî baş e. Ji ber vê yekê min da wî. Îca Resûlê Xwedê li hember vê bersivê hêrs dibe û dibêje ma tu yê bizewîcî bi wî zilamî re? Hema vê zewacê bide sekinandin. Piştî ku Resûlê xwedê xeyîdî li ser vê Hîdam  zewacê betal dike.’

Herweha dînê îslamê di zewacê de hevdîtin û li hevkirina keç û xortan jî şert kirîye. Yanî qedexe nekirîye. Heta gotîye ku bila hevdû bibînin û nasbikin. Bê gûman ev ji bo pêjeroja zewaceke bextewar hewce ye. Herweha rojekê ji sehebeyan bi navê Mûgîre Şu’be wê bi jinekê re bizewîcîya. Resûlê Xwedê (s.x.l) ji Mûgîre dibirse te jina ku tu yê pê re bizewîcî dît an na? Dema ku ew dibêje min nedît, piştî vê bersivê Resûlê Xwedê (s.x.l) wiha kerem dike; ‘ Li wê binêre lewra ev ji bo pêşeroja zewaca we girîng e. Ev dîtin wê bibe wesîleya ji hevkirin û ji hev hezkirinê.

Birastî em dikarin ev mînakan gelekî zêde bikin. Herweha mafên jinan cara yekem dînê îslamê pastîye û mafên wan daye. Lê her civatek dibêjin ku ewilî me mafên jinan da wan û jin parast. Lê belê ev ne rast e. Cara yekem jin dînê îslamê parastî ye, û heq û mafên wan daye wan…

***

Li gor çanda ‘ereban jin gelekî bê qîymet bû. tu heq û mafên wan tune bû. mixabin zilaman jî wê demê ji bo berjewendîya xwe jin bikardianîn. Him ji alîyê cinsî him jî ji alîyê kar û bar de jin dihat bikaranîn.

Lê belê piştî hatina dînê îslamê hêdî hêdî ev çand ji holê rabû. Heq û mafên jinan hate dayîn. Xwedê Te’ala di derbarê jinan de gelekî ayet şand. Resûlê Xwedê (s.x.l) jî zilamên wê demê bi cî anîna mafên jinan de şîyar kirî ye. Birastî Resûlê Xwedê (s.x.l) ji bo ku ev çandên dema nezanîyê ji holê rake weke her mijarê  di vê mijarê de jî  gelekî hewl daye.

Herweha dînê îslamê gelek maf daye jinan ji wan yek. Mafê mîratê ye. Birastî meseleya mîratê gelekî girîng e. Li gor dînê îslamê mafên mîratê wiha parvekirî ye; em bêjin ku di malbatekê de keçikek û lawikek heye. Yanî xwîşk û birayek. Wê demê 2 par ê lawik e parek a keçikê ye. Weke neheqî xûya dike. Lê belê ne weke xûya dike ye. Lewra dînê îslamê di derbarê debara malê de tu berpirsîyarî nedaye jinan. Hemû berpirsîyar zilam in. Him debarê malê him hewcadarîyên jin û zarokan hemû li ser milên zilaman in.

Heta dema ku xwîşk dizewice bi du parên zilamê xwe re dibe sê par. Dema ku lawik dizewice bi pareke xanima xwe re dibe sê par. Herwiha dîsa weke hevdû dibin. yanî dînê îslamê neheqî nekirîye. Ji ber ku tu berpîrsîyarî nedaye ser milê jinan parek daye.

Lê mixabin roja me ya îro de jî hinek civak nivî didin jinê nivî jî didin zilaman. Lê ev gelekî kêm tê dîtin. Hinek jî hemû didin zilaman tiştekî nadin jinan. Heta wiha difikirin dibêjin ma emê mîratê bidin jinê ew ê jî bide xelkê. Yanî nafikirin ku didin keçikên xwe. Em dikarin wiha jî bifikirin dema ku didin zilaman alîyekî wan jî xelk e. Lê belê mixabin wiha nafikirin. Birastî  di dema me ya îro de malbatên wiha difikirin gelekî zêde ne.

Lê ev fikir zarokên keçik gelekî diêşîne. Xwe bê qîymet dibînin. Bawerîya xwe bi xwe nînin.  Ev herdû jî neheq û ne bi ‘edalet in. Li gor dînê îslamê ji bo ku hemû bar daye ser milên zilaman du par daye wan. Ji bo ku ti berpirsîyarî nedaye  parek daye wan. Yanî tam bi ‘edalet parvekirîye.

Li gor dînê îslamê mal û milkên jinan aîdê wan in. Jin malên xwe çawa bixwezin wisa bikin. Ti mafên zilaman tune ye ku qarşê malên jinan bibin. Jin ne mecbûre ku pereyên xwe li mal û li zarokên  xwe xerc bike. Yanî  jin him mafên xwe yê mîratê him jî pereyên xwe yê şixûl ne mecbûre ku bide zilamê xwe. Lê belê eger bi dilê xwe bide jî helbet li hember vê tevgerîyê xwedê te’ala xêrên wan jinan mezin dike. Gelekî sewabê dide wan.

Herweha dînê îslamê jin nexistîye hûndir. Berevajî jin ji hûndir ‘ewilî dînê îslamê derxistîye. Qedr daye, qîymet daye, mafên wan daye û parastîye. Heke kesek mafên jinan nedê li gor dînê îslamê ceza he ye. Herweha dînê îslamê Jin ji bin axê derxistîye û xistîye nava civakê. Dîsa cara yekem dînê îslamê jin azad kirîye. Hinek kes dibêjin ku dînê îslamê ti maf nedaye jinan heta jin xistîye hûndir. Lê belê ev gotina ne rast e.

Eger  zilamek jinekê piçûk bibîne weke bê qîymet bibîne, li gor dînê îslamê ew zilam weke nemert û bê qîymet tê qebûl kirin. Dîsa li vir jî tê dîtin ku dînê îslamê jinan diparêz e. Birastî em weke jinên misilman divê em heq û mafên xwe bizanibin û li gor wê tevbigerin. Her weha divê zilamên misilman jî bizanibin. Mixabin zilamên ku dibêjin em misilmanin zêde mafên jinan nadin wan. Birastî ev jî tiştekî balkêş e. Herwiha zilamên ku dibêjin em misilmanin ya dînê îslamê baş nizanin yan jî li gor berjewendîya xwe tevdigerin.

Weke her mijarê divê mijarê de jî heger em li Qur’ana Pîroz, hedîs û jîyana Resûlê Xwedê (s.x.l) binêrin û li gor wan tevbigerin, ez bawerim ku hemû pirsgirêk wê çareser bibin. Herwiha dîsa mijar tê ser xwendin û nexwendinê ye. Divê em bixwînin û yê ku me xwendî jî di jîyana xwe de bijîn.

Divê em dînê xwe bizanibin. Eger em li gor dînê xwe tevnegerin wê pirsgirêkên mezin derkevin holê. Lewra  piştî Resûlê Xwedê (s.x.l) û sehebeyên wî em weke mînak in. Eger em baş temsil nekin emê çawa heq û mafên Xwedê, Resûlê Xwedê (s.x.l) û sehebeyên wî bidin. Birastî ev barekî gelekî giran e…

Fatimayê Guneş

Derbar Fatma Güneş Savluk

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply