Hişmendiya neteweyî di dawiya sedsala 18. de bi şoreşa Fransî re li nava gelên Ewrûpayê geş bûye. Di heman wextê de fîlozofê alman Johan Gottfried Herder, berhevkirin û danivisîna wejeya devkî weke hêman û amajeyên neteweyî ya ji bo peydabûna nasnameya neteweyî ya gelekî, dîtîye. Herder, her çandekî û her gelekî xwedî ruhêkî taybet didît ku ew ruh di wêjeya wî gelî de diyar bû.[1] Berhevkirin û danivisîna wêjeya gelêrî ku di destpêka sedsala 19în de di nava civakên ewrûpayî dest pê kiribû, di wê serdemê de bandorek mezin li hemû civakên cîhanê kiriye. Bi geşedana hişmendiya neteweyî re, di nava gelên rojhilata navîn de jî li dewsa politikaya dewlata îqtîdarî fikra neteweyî û parastina netewedewletiyê wek fenomenek rewşenbîriyê û navginiya herî xurt a desthilatdariyê bi cih bûye. Bêguman ev faktora herî mezin a avakirina netewe-dewletan ji aliyê civakên di bin desthilatdariya dewleta Osmanî de bûne. Rewşenbîrên nûjen û giregirên siyasî yên di salên dawî ya împaratoriya Osmanî de sîstemeke monarşî ya zagona-bingehîn dipejirandin, fikra neteweyî li ser têgeha “neteweya tirk” pêş xistin û komara Tirkiyeyê dan avakirin. Fikra “netewe-tirk”atiyê ku wek hêmaneke bingehîn a heyînatîya komara Tirkiyeyê derketibû holê, di hêla civakê de li ser asîmîlekirin û tirkîfîkasyona Kurdan, di hêla nûnertiya sîyasî ya Kurdan de jî tunekirin û teslîmgirtina wan bi awayê polîtkayeke hişk û dijmirovahî hate destpêkirin. Nasnameya netewe-tirk li ser dijberitiya hebûna Kurdan hate tehkîmkirin. Bi vê mebestê jî dagirkirina herêmên Kurdan, pişaftina ziman û çanda kurdî wek polîtîkaya demdirejî ya dewletê hate avakirin û meşandin. Di encama wan politikayan de, ji destpêka avabûna komara Tikiyayê heta navîna sedsala 20an li deverê Kurdistanê gelek qewamên trajîk û komkujiyên mezin qewimîne. Li hemberî polîtîkaya pişaftin û êrîşên mêtingerî, di nava Kurdan de serhildanên girseyî, eşîrî û malbatî pêk hatine. Têgînên neteweyî, yên ku aîdê nasnameya Kurdan nebûne û li kurdan hatibûn sepandin, kurdan arasteyê lêgerîneke rewşenbîrî û siyasî kirine. Geşedana rewşa siyasî ya li rojhilata navîn, li piştî şerê yekem ê cîhanê bandor li wêjeya dengbêjiyê jî kirîye. Dengbêjên qirna 20an jî di pêvajoya avabûna nasnamaye netewe de ji hewldanên siyasî û polîtk ên mêtingeran karîger bûne.
Dema mirov li tekstê kilamên serdama 19an dinihêre, tê de tê dîtin ku vegêrana qewamên her cureyên şer û pevçûnan hemaheng in û bi heman şêweyê hatine gotin. Her çiqas di kilamên ku li ser şerên wê demê yên di navbera kurdan û miletên din de hatine gotin hestên kurdewerî/neteweyî hebin jî di şêweya şerên herêmî/lokalî de rave bûne. Bi gotineke din, şer di navbera eşîr an konfederasyoneke eşîran û dewletekê de çawa pêk hatiye, di kilaman de jî ew bûyer bi wê awayê hatiye vegotin. Di kilamên wê demê de eşîr an konfederasyon her çend di dema şer de halanan li ser kurdayetiyê, li ser lehengiya kurdan dabin jî ew bûyer weke meseleya hemî Kurdan nahatiye dîtin. Tenê weke berxwedana eşîreke an jî konfederasyoneke kurdan a li hemberê dewleteke zordar hatiyê dîtin. Qewamên bi vî rengî ne di hişê serokeşîran de û ne jî di hişê dengbêjan de wek pirsgirêkeke hemû Kurdan hatine hesibandin. Derbarê bûyeran de bes agahiyên sereke veguhezîne û karakterê lehengên şer û pevçûnên heta wê heyamê jî li gel taybetiyên kurdewariya eşîrî/herêmî afirîne. Tekstê kilamên 1800an ku ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym de hatine berhevkirin nîşan dide ku ev şêwe heta dawiya serdema 19an jî berdewam bûye. Ango me di salên 1800an de Antolojiya dengbêjan amade bikira, li gorî metodên sinifandinê beşa bi navê “Kilamên Serhildanê” bi awayeke din bi nav bikira. Lê dema em berê xwe didin kilamên serdema paşîn, em têdigihêjin ku ji wê heyamê pêkve kilamên şeran bi du metodên cuda hatine honandin. Wekî me jî di Antolojiya Dengbêjan de dabeş kiribûn, beşa “Kilamên Serhildanê” û beşa “Kilamên li ser şer û pevçûnên navxweyî” bi du şaxan ji hev cihê bûne.
Şerên di navbera kurdan û miletên din de qewimîne, di kilamên dengbêjiya sedsala 20an de li gel hayjêbûneke xwenasî rave bûne. Em di kilaman de tê digihêjin ku civaka Kurd bi daxwazên xwe yên îdarî û olî di pêvajoya sazbûna netewe-dewletan de ji civakên din hatine qetandin û cudahiyên kurdan ên civakî û çandî wek nexşeyek xwemalî li ser axa Kurdan hatine xêzkirin. Nasnameya neteweyî li gel urf û edetên kurdan, ziman û çanda kurdî, xislet û taybetiyên kurdan ên civakî hatine karakterîzekirin. Dengbêjên serdema bîstan berjewendiyên gel bi hevparkirina têgînên weke “dost” û “dijmin” gîhandine hev. Di bîra semantîk ya gel de hişmendiya neteweyî li gel têgihiştiniya “xwe” û “yên din” vejînandine. Êş û arîşeyên kurdan têgihiştine û her wextê ku arîşeyek di navbera kurdan û “yên din” de derketiye, bala kurdan arasteyê pêdiviya piştgirî-bihevrebûniyê kirine.
Berteka dengbêjên sedsala 20an ên li hemberî êrîşên li dijî Kurdan pêk hatine, bandoreke mezin li ser civakê hîştiye. Di bîra civakê de bi saya kilamên dengbêjan bîreke hevpar li ser trajediyên neteweyî (qirkirin, sirgûnkirin, talankirin, aqûbeta pêşengan, bêhêzkirina civata Kurd û hwd.), qehremaniya li ser parastina neteweyî û pirsgirêkên biserneketinê (bêtifaqî) hate ristin. Ji ber vê yekê jî gotina kilamên serhildanî ji hêla mêtîngeran ve hatine qedexekirin. Dîwanên dengbêjiyê di qehwexaneyên bajaran de gelek caran bi awayekî dizî hatine lidarxistin. Dengbêj Mistefa Xelê Heyran ku di salên 1925-1935an de gelek kilam li ser serhildaniyên kurdan afirandiye û ji hêla fermandarên Tirk ve hatiye darizandin.[2] Di bandên dengbêjan de jî diyar dibe ku guhdêrên dîwana dengbêjiyê bertekên xwe yên li dijî desthilatiyên biyanî bi dengekî bilind anîne ziman.
Dengbêjan, serhildanên li hemû deverên Kurdistanê çêbûne bi feraseteke neteweparêz parastine û serpêhatî û qehremaniyên wan veguhezîne wêjeya dengbêjiyê. Bîr û boçûnên di derbarê têkoşîna li dijî mêtingeriyê di kilamên serhildanî de bi awayên zelal derçûne. Dengbêjan bawer kirine ku Kurdan bi tivêkeke giştî karîbûne xwe biparêzin, lewma jî eşîr û malbatên kurdan hin caran rexne kirine, lome û gazind ji wan kirine. Ango ji bo pêkhatina nasnameya kurdî, bi nasnameya malbatî û eşîrî re şer kirine. Wekî gelek kilamên din, kilama bi navê “Mîrêm Wayê” ku Dengbêj Reso dibêje, mînakeke ye ji bo derçûna hizra neteweyî ya dengbêjên qirna 20an. Reso di kilama xwe de darvekirina Xalit Begê Cibirî û Şêx Seîd wek lawaziyeke kurdan dibîne û wî li kurdan weha serhevde dike;
“Xalid Begê Cibirî, Bavê Şêx Elî Riza kalê nûranî dibine ber bendaye
ew gav min dizanîbû gotinê çar mektebliya,
xwelî bû li nav çavê me Kurda ye”
Di kilaman de wiha tê fêmkirin ku civaka Kurd bi daxwazên xwe yên neteweyî li gel “yên din” hevrik in. Êrîşker-desthilatdar (dewlet), li dijî berjewendî û nasnameya kurdî ye. Fermandarên ku bi emrê dewletê bi malbat û eşîr û bizavên kurdan re şer kirine neyar û dijminê civaka Kurd in. Bo mînak, derbirînên di kilamên bi navên “Bavê Mîrbegê Min”, “Xalis Beg”, “Bavê Tajdîn Kekê Zekî” û “Keremê Qolaxasî – Xalit Beg” de tê dide gihîştin ku dagirker ji hêla dengbêjan de wek neyarê kurdan hatine qebûlkirin. Siyaseta wan ku li ser xapandin û fêlbaziyê hatiye lidarxistin, li dijî berjewendiyê Kurdan in. “Qanûn” û “zagon” ên mêtingeran li dijî çand û jiyana Kurdan a sosyal hatine dîtin. Helwesta îdeolojik ya li dijî mêtingeriyê, wekî di kilama bi navê “Silêmanê Ehmed” de derçûye, “qebûl nakim şewqê vî zalimî“, “qebûl nakim tu zagon û tu qanûnê”, di rasterû ya nakokîyên siyasî û çandî yên sepandî de derketiye holê.
Yek ji nîşanê herî berçav a geşedena hişmendiya neteweyî, kilama bi navê “WEY LO” ye ku yekemîn car Dengbêj Reso straye. Bi navê Qazi Kemal (Kemal Ataturk), Fevzî Paşa (Fevzî Çakmak) û fermandarê dewleta tirk Nedaî Beg, deng li dewleta Tirk kiriye û xwestiye bila bê zanîn ku civaka Kurd berevajî nêrîna fermî ya dewletê ye û hay ji nasnama xwe ya cuda heye. Reso di kesayetên serhildêr de şarezayî û marîfetên kurdan daye nasîn. Têkoşîna hin siwariyên kurd, bi “yên din” re weha rave dike;
“Nêdaî Beg, Fewzî Paşa, Qazî Kemal nezan e
digo: Bajonê pêşiya çar Kurdan e
heyran were rûnê li serê têl û têlgirafan e
ez ji te ra bixwûnim secera Kurdan e:
em ne çar Kurd in
ev heye cerda Seyîdxan û Elîcan e
…
şerê wan ne şerê Yezîd û Merwan e
fenanê şerê dewra berê Qehreman û Dêwan e
were rûnê li serê têlan û têgirafane
ji te ra bixwûnim sûretê têla
ji êvar da bidim yek bi yek methê mêran e
…
Tewfîq kaçaxê siyasetê li serê çiyan e
ji qanûna me hemû dizane
Evdilhemîd şêrê bigulî, girtiye dewsa Elîcan e
Fesîhê Mihê fenanê peletê ewrê li rûyê asîman e
Şêx Baran ji ocaxa mala Bûbê ye ji me dixwaze qemê topane
Feyzula birayê piçûk, ji me ra dibîne dawa Dewleta Alî Osman e”[3]
Reso baweriya xwe pê aniye ku Kurd bi qewet û feraseta xwe amade ne li hemberî dewleta Osmanî-Tirkiyayê şer bikin. Xwesteka dewletê ya derxistina efûya serhildêran bêqîmet dibîne. Lewra têkoşîna serhildêran wek têkoşîna gel dîtiye ku pêdivî bi efûya hevrikên gelê xwe neditiye. Hêviya kurdan bi têkoşîna serhildêran re girêdaye û daxwaz kiriye ku ew bi ser kevin. Lewma ew halanên wekî “lêxin”, “revê pêxin” dide. Binhişiya Reso ya di vê kilamê de reng vedaye, mirov di hemû kilamên Serhildanî yên din da jî dibîne. Mîrov bi zelalî dikare bibêje ev hêmayê hişeke kurdewer e, heyjêbûneke neteweyî ye û xwedî binemayeke civakî ye.
Dengbêjê bi deng û awazê xwe yê herî nasdar Dengbêj Şakiro, bi şîroveyên xwe yên di derbarê mijarên serhildanî de cihê balkêşiyê ye. Qasê ku qaqibandin û xulxulandina wî balê dikişîne, ravekirina wî ya kul û kesîretiyên kurdan jî hewceyê balkêşiyê ye, kelecan û coşa wî ya di kilameke serhildanî de derçûyî jî liyaqê balkêşiyê ye. Lewra ew bixwe jî, bi coşa dengê xwe û -bêjiya xwe di gel şervanên kurdan li dijî desthilatdaran şer dike. Bo mînak, kilama bi navê “Axao” ku li ser şerên navbera Serhildêrên Kurd û sîxurên dewletê de hatiye vegotin de, cezadanîna sîxuriyê meşrû dike. Piştgiriya dijminên komeke siwariyên kurdan, rexne dike û wan kesan wek xayînên “xwe” diwesifîne. Di kilama “Axao Ferman e” de dengbêj, li hemberî tivêka leşkerên dewletê, heyfa xwe bi bêtevdîriya kurdan û halê wan ê bêpergal tîne. Wek gelek kilamên din, di vê kilamê de jî rengvedana hişmendiya neteweyî ya sedsalan 20an bi awayek zelal xwe nîşan dide;
“ ferman e axao ferman e ferman e
ferman e fermana Mîrê Mîran e
tivêka teresê cendurman e
hewar û gaziya qereqol û qaymaqaman e
çi bikim destê Kurdane li ber rûyan e
eşîr ji xwe re hêsîr mane
berxê! li peşiya bavê te ne havîn e, ne buhar e,
li pêşya me herçar rojê sar e
ez nemînim vê sibengê qoce payîz û dîsa zivistan e ” [4]
Di Antolojiya Dengbêjan di cîlda sêyem ya Dengbêj Huseyno de me behsa wî û politikaya dewletê kiribû; “Radyoya Erzurumê ji Dengbêj Huseyno daxwaz dike ku ew kilamê kurdî wergerine tirkî û pêşkêşî wan bike, da ku di arşîva wan de tomar bibin. Huseyno daxwaza wan red dike û wergera kilamê kurdî qebûl nake. Lewra wî dizanîbû parastina kilamên kurdî parastina çand, ziman û dîroka Kurdan e.”[5] Têgihîştin a nasnameya neteweyî ya Huseyno, di hemû kilamên li ser serhildaniyên kurdan hatine gotin de bi zelalî xuya ye. Mînak a kilama “Keremê Qolaxasî û Xalit Begê Hesenî” belkî bêtir bi me bide xuyandin. Di kilamê de, polîtîkaya komara tirkiyê di çarçova nêrîneke neteweyî de realize dike. Desthilatdariya hevrikên netewa xwe ji bo kurdan tê nabîne û bi wan gotinan wek desthilatdariyek zalim dide nîşan;
“giregirê Kurdistanê
ê ku girtin
ê ku kuştin
ê ku îxdam kirin
ê ku sirgûn kirin” [6]
Hemû kilamên li ser bûyerên di navbera “xwe” û “yên din”de hatine gotin wekî van mînakên me dane bi hişekî neteweyî peyda bûne. Cilda çaran a Degbêjê herêma Mêrdînê Mehmûdê Hesê jî bi vî rengî ye. Mehmûdê Hesê li her parçayên kurdistanê, serhildanên ku li dijî mêtingeran pêk hatine, xwedî lê derketiye û ew wek serhidaniyên neteweyî rave kiriye. Heta doza malbat û eşîrên tevlî serhildanan nebûne ku ji hêla desthilatdaran ve hatine desteserkirin-kuştin, wek dozeke neteweyî nirxandiye. Ji bo mînak, Sertîfê Fetulah Begê (Bavê Lalo) yê ji navçeya Milazgirê ku piştî Serhildana Şêx Seîd ji aliyê dewleta tirk ve hatiye kuştin, wek arîşeyek neteweyî nirxandiye. Behitîniya xwe ya li ser vê dozê ji kurdan re tîne ziman ku wan di vê meseleyê de bertekek rava dewletê nedane. Mehmûdê Hesê gelek caran jî mîna guhdêrên dîwanê dengbêjan, xwe ranegirtiye û hersa xwe ya ji desthilatdaran bi dijûnan derkiriye. Di kilama “HÊDÎ BAJO MÎRO FERMANLÎ NE” de hebûna burokratên dewletê û sloganên ku îqtîdariya wan temsîl kirine, bi dijûnan li wan vegerandiye. Ew jî wekî dengbêjên hemû herêmên Kurdistanê, hayjêbûna xwe ya nasnameye neteweyî ji binemaya çanda gelê xwe peyda kiriye.
Em di naveroka kilamên wê demê de têdigihêjin, helwesta dengbêjan û tendensa gel a polîtîk li gel sixletiya hestên kurdperwerî niqutiye nava wêjeya dengbêjiyê. Me bi pêşketina ramana neteweyî û rewşa siyasî ya kurdan di sedsala 20an de tê digihîne. Naxwe wêjeya dengbêjiyê yekser pabendî rewşa gel a siyasî û sosyal û aborî ye ku di her serdemê de formatên kilaman guherîne û hêmayên jiyana wan pekiyane nava kilaman.
Bi kurt û kurmancî; di dawiya sedsala bîstan de teribî geşebûna hişmendiya neteweyî ya gelên rojhilatî re, di wêjeya dengbêjiya wê heyamê de jî hişmendiya neteweyî peyda bûye. Bûyerên ku di encama politkayên mêtîngerî de rû dane, dengbêjan arasteyê lêgerîneke nû ya wêjeyî ku bikaribin gel li hemberî xeteran hişyar bikin û biparêzin, kirine. Wekî antropologê Hindî Partha Chatterjee têkoşîna nasnameya neteweyî ya li dijî mêtingeriyê awayek têkoşînê dibîne,[7] dengbêjên wê serdêmê jî li dijî mêtingerên xaka xwe têkoşiyane. Karakterên mêrxasî û gernasî ya civaka xwe di kesayetên têkoşer de realîze kirine. Eşîr û malbatên metirs û wêrek, bi rûmetek neteweyî rûmetyar kirine. Di hemû klamên “serhildanî” de lehengên serhildêr çê ne, çê xebitîne, çê gotine, xalçê ne, bavçê ne û hespçê ne. Bi navginiya wêjeya dengbêjiyê, kesayetên têkoşer di hişê kurdan de wek lehengên hevpar ên neteweparêz bi cih bûne.
Dema mîrov di perspektîfeke teorîk de hişmendkiya nasnameya neteweyî ya dema modern dinirxîne, arîşeke binyadî derdikeve pêş. Weke ku J. Gottfried Herder kokên wêjeya nûjen di kevneşopiya devkî û ruhê gelêrî dibîne, ew gencîneya ku bi rêya wêjeya dengbêjiyê di giyana kurdan de veşartî ye, mîrov dikare bibêje bi têra xwe veneguheziye wêjeya nûjen, lewra ji bilî mûzîkê bi hezaran kilam û destan ên ji gelek aliyan ve bibin jêdera wêjeya nûjen hê xav in.
Wekî Kamiran Elî Bedirxan hêvî pê dikir ku pêşketina nasnameya Kurdan di nava sînorên xwe yên siruştî de li ser binemaya xwe ya dîrok û dab û nêrîtên xwe geş bibe,[8] bi awayeke temam pêk nehatiye. Heger ku em konsepta neteweyî ya dîrokzanê Alman Friedrich Meinke ku li ser “neteweya siyasî ” û “neteweya çandî” dabeş kiriye,[9] esas bigrin, em dikarin gelo qala têgihiştina neteweyî ya ku li ser hêmanên bingehîn afirîye, di dema modern de jî bikin?
Eger ku em bibêjin di binemaya nasnameya neteweyî ya di dema modern de ruhê gelêrî di reşweşeke nemirnejî de ye, wê çaxê pêdîviya me bi perwerdeya ziman û lêkolînên li ser çanda gelêrî heye. Di vê pêvajoya di navbera çanda gelêrî û çanda modern de, pêdiviya me bi veguhezandina karesteyên gelêrî yên li wêjeya nûjen heye. Lewra wêjeya dengbêjiyê ku di çanda kurdan a devkî de cihekî herî fireh dadigire, di pêkhatina nasnameya neteweyî ya kurdan de roleke wî ya girîng heye. Heger xebat û lêkolînên zanistî ji gelek aliyan ve li ser wêjaya dengbêjiyê bêne kirin, dê nêrîn û nîqaşên cuda li ser mijarên neteweyî bidin vekirin. Da ku em bikarin têgihiştinek kûrtir li ser aliyên çandî, civakî û siyasî yên neteweya xwe geş bikin. Hişê neteweyî ya dengbêjiya serdema 20an ku bi awayekî siruştî li ser binemaya karesteyên xwemalî û civakî ava bûye, dikare bibe sedema nêrînên cuda ku em nasnameya xwe ya neteweyî ji nûve binirxînin û bikarin li ser kok û pêşkeftina nasnameya neteweyî ya xwe zêdetir biponijin.
Çavkanî
[1] Johann Gottfried Herder, Ideen zur Philosophie der Geschichte der Menschheit (Ramanên ji bo Felsefeya Dîroka Mirovahiyê)
[2] Aras, Ahmet Serhildana Seyîdan û Berazan, Peri yay. İstanbul, 2009 s.15
[3] Antolojiya Dengbêjan 1, Dengbêj Reso, Ömer Güneş & Îbrahim Şahîn, Weş. Nûbihar 2018
[4] Antolojiya Dengbêjan 2, Dengbêj Şakiro, Ömer Güneş & Îbrahim Şahîn, Weş. Nûbihar 2018
[5] Antolojiya Dengbêjan 3, Dengbêj Huseyno, Ömer Güneş & Îbrahim Şahîn, Weş. Nûbihar 2021
[6] Antolojiya Dengbêjan, Dengbêj Huseyno, Ömer Güneş & Îbrahim Şahîn, Weş. Nûbihar 2021
[7] Folklor û Nasnameya Kurdi ya Neteweyî (a898-1946), Ramazan Pertev, Weş. Avesta 2018
[8] Folklor û Nasnameya Kurdi ya Neteweyî (a898-1946), Ramazan Pertev, Weş. Avesta 2018
[9] Ziman û Netewesazî, Ronayî Onen, Weş. Peywend 2017
Nivîskar: İbrahim Şahin & Ömer Güneş
Çavkanîya Nivîsê: https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-261