DESTAVÊTINA ROVÊ LI ŞEPALÊ

Hebû tûnebû, dibêjin roviyekî pûrtweşandî bû.

Rojekê Rovî hema wisa çolebirr diçe ku here gundekî bibîne, da xurekê ji xwe re bi dest bixe.

Rovî li dareke koxel rast hat, dît ku wa ye şepalek li binê siha darê veketiye û ketiye xewa şêrîn. Rovî li Şepalê niherî, li xwe niherî, li bedewî û ciwaniya wê niherî, xwe bi xwe got: “Fersend ev fersend e ku ez teleke xweş bavêjim Şepalê û hêj herim.”

Rovî xwe avête ser Şepalê û dilê xwe hênik kir, piştre rabû li röya xwe çû, lê her carê qasekê li pişt xwe jî dinihêre ka wê Şepal li pey wî were ya nê.

Pa xewa Şepalê jî giran e. Ew şev Şêr jî nehiştiye ku razê, heta sibê ha li vî alî ha li wî alî ew qelabtiye…

Şepal dema ku şiyar bû, bala xwe dayê ku hinekan dest avêtiye wê. Hema rast çû ba Şêr û gotê:

-Ne bi mezinatiya te be û ne jî bi vî navê te be…

Şêr got:

– Keçê, çi bûye, çi ciriyaye? Ka bêje!

Şepalê got:

– Pa lê, ez li binê siha darê raketibûm, yekî ez herimandime û nizanim kî ye jî.

Şêr got:

– Keçê, wer mebêj, derew meke, kes ji tirsa min newêre bêje rêya Şepalê xwar e. Îcar dê çewa dest bavêjin te?

Şepalê got:

– Bi xwedanê şevûroja, rast e û ne derew e.

Moçkên Şêr rabûn, çavên wî sor bûne, boriya û kir irrînî, xwe bi xwe gotiye:

“Ez biiim û hinek dest bavêjin Şepala min!”

Şêrê Qiralê daristanê pir xemgîn bû, li ber xwe ket û kete nava xewn û xeyalan ka dê çi bike ku yê dest avêtiye Şepalê derxîne holê. Piştre ferman da ku hemû teba û rawil werin ba wî.

Dema tev hatin û li binê koçka Şêr ketin kemerbestê, Şêr jî derkete ser hîmekî bilind û got:

– Peyayekî çeleng ji min re lazim e, ez ê wî bikim berpirsê daristan. Lê pirseka min heye. Kî rast bersiv bide, ez ê wî hem bikim cîgirê xwe û hem jî wê berpirsê daristanê be.

Kêfa hemiyan hat, lê zêdetir ya Rovî hat. Hemiyan bi yekdengî got:

– Fermo, ya Qiralê me. Pirsa te li ser seran û li ser çavan.

Şêr got:

– Pirs ev e: Eger yek ji we li rêyekê here û bibîne ku hirmetek li binê siha darekê di xew de ye, laşê wê jî tazî bûye û heya wê jî li derva ye. Hûnê çi bikin? Kî zanibe, bila derkeve pêş…

Tenê Rovî pepikê xwe bilind kir û derkete pêş, got:

-Ya Qiralê xwedîşan! Ez ê bêjim ku ez ê çi bikim.

Şêr xwe bi xwe got: “ Mîna ku wê gotina Şepalê rast be” û got:

– Mam Rovî, ka bêje…

Rovî got:

– Paşayê min. Eger ez bibînim şepalek li binê sihekê razaye û ewkê wî jî li derva ye, bê ku ez wê şiyar bikim, ez ê pûş û pelaş bavêjim serê wê bitemirînim û hêj li rêya xwe herim.

Şêr xwe bi xwe got:

– Eheh! Nexwe gotina Şepala min rast bû. Yê wisa lê kiriye jî, Rovî ye.

Şêr ferma da wan ajalan û got:

– Hûn tev werin û bi dorê rabin ser Rovî.

Piştî wî sezayê ku Şêr da rovî, êdî Rovî serbest berdan. Lê Rovî nikaribû bi rê ve jî here û ha wisa xwaromaro û yektel diçû.

Meymûnek jî li serê darekê bû, bangê Rovî kir û got:

– Rovî, Rovî… Ji hinga tu bûyî berpirsê daristanê, tu pir qure bûyî û rêveçûna te jî hatiye guhertin hah!…

Rovî got Meymûnê:

– Erê lê… Pa te dît, merivên mezin rêveçûna wan jî ne wek ya xelkê ye…

 

(Ev çîrok ji devê Brahîm Yozgatî di 30/ 09/ 2021ê de hatiye wergirtin)

 

Zeynelabidin Zinar-

Gundê Çirçirkê 30/ 09/ 2021ê

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply