VEGERA LI XWE

Di vê dema heşifandina teknîka nûjen de ku her kesî daye ber xwe û wan ji koka wan, ji reh û ajara wan dûr dixîne, herweha wan ji çand û zimanê wan bêageh dike, divê her kes li xwe vegere. Xasma jî nivşên ciwan, divê bi awayekî lezgîn li xwe vegerin.
Diyar e ku vegera li xwe ya ciwanan, ne karekî hêsan e. Hem jî pir zehmet û sext e. Lê divê dê û bav, rewşenbîr û dûrbîn, xwedîtî li ciwanan bikin û nehêlin ku ew di nava pêdariya heşifandina hêzên heşifandinê de biperçiqin.
Heşifandina bi vê teknîka nûjen, ne tenê welatên wek Kurdistanê ku bindest e bindestir dike, lê gelek welatên dî jî ku niha qaşo azad in ji bo heşifandinê dest bi lotikan kirine.
Dê û bav gunehkariyeke mezin dikin ku ew zarûkên xwe û teknîka nûjen bi hev re kirine yeksan; kîjan zarûka di temenê 3-5 salan de ku tê dîtin, di destan de telefonek an aypedek/tablet heye; şev û roj li filîmên xisarnak dinihêrin û çiqas hawayên dijê çand û tore û aramiyê hene, fêr dibin û bûyerên kirêt bi çavan dibînin. Piştre ew zarûk eynî hawe bi tevgera xwe jî dikin.
Çend roj berê ez li cihekî bûm dîdevan ku lawikekî 4-5 salî hema diçû û dihat bi kulman li diya xwe dixist, li xatiya xwe dixist û li bavê xwe dixist.
Pê re jî dijûn dikir û peyvikên ku wan filîmên kirêt de bi deng digot.
Diya wî jî, ew bi polîs ditirsand. Lawik jî her carê qasek diçû derî vedikir ka polîs hatine ber derî yanena.
Çendî ku min dê û bavê wî lawikî hişyar kirin jî, lê belê bersiva min tenê ”pa em çi bikin!” bû.
Bêguman dema serê zarûkekê diêşe yan birçî dibe, xewa dê û bav nayê. Ew ji bo aramkirina zarûkê, her fedekarî dikin. Lê di vê mesela heşifandina teknîka nûjen de ku zarûkan ji hemû pîroziyên wan averê dikin, çu tevdîr nagirin. Êş û azara zarûkên wisa piştî 20-30 salan, dê li her deverê bête dîtin. Hingê civateke bê serûber derdikeve holê.
Hêvîdar im ku her kes li xwe vegere û xwedîtî li zar û ciwanên xwe bike.
01/ 10/ 2021
Zeynelabîdin Zinar

Derbar ziman

Check Also

Hûn Di Şêwaza Zarokên Xwe De Ne – Mem Çavreş

Zarokê we di hînbûnê de  û  tevgerê de li we dinêre; hûn şêwaza wî ne . …

Leave a Reply