Derbarê Zaro Axa de Reklamek (1928)

Li havîna sala 2001ê gava min geştekê li Amerîkayê kir, min serdana Dr. Vera Beaudin Saîdpourî kir. Li sala 1987ê, ku li Stockholmê yekem çapxane, weşanxane û pirtûkfiroşîya kurdî SARA hat damezirandin.

Dr. Vera jî wê salê li Brooklynê, li New Yorkê pirtûkxane û muzaxaneyeke kurdî ava kiribû. Dr. Vera, li ber deriyê Pirtûkxaneya xwe bi rûgeşî û dilxweşî pêşewazîya min û hevjîna min kir. Li destê wê kovara Kurdish Times ku wî bi xwe derdixist hebû: Hejimar 1 & 2 1986. Diyar bû ku Dr. Vera wê rojê ji bo nîşanî min bide vê kovarê ji arşîvê derhênabû. Piştî lihevpirsînê bi îngilîzî gote min: “Do you know who Zaro Aga is?” Yanî “Ma tu dizanî ku Zaro Axa kî ye?” Min gote wê “Na, ev e cara yekê ye ku ez vî navî dibihîsim.” Gote min: “Rast e, hûn kurd qet xwedîtî li çand û dîroka xwe nakin.” Û kovara Kurdish Times ya di destê xwe de dirêjî min kir. Li ser bergê kovarê, wêneyê Zaro Axayî hebû. Gava min li rûpelên kovarê temaşe dikir, wê dîsa gote min ku “Zaro Axa kurdê temendirêjtirîn ê dunyayê ye.”

Min ew kovar hanî Stockholmê û nîşanê her nivîskar û lêkolînerê kurdan ku dihatin serdana Kitêbxaneya SARAyê da. Berî Dr. Verayê ji me kurdan kesî çîroka Zaro Axayî nebihîstibû. Paşê lêkolînerê kurd ê hêja mamoste Rohat Alakomî lêkolîneke berfireh li ser Zaro Axayî amade kir û wek gotar û pirtûk weşand û berdestê xwendevanên kurd kir.

Ev reklama li jorê ku li rojnemeyeke New Yorkê belav bûye, (nuha cara yekê belav dibe) ji hêla fîrmayeke firçeya didanan “MORGANITE BRUSH CO INC” hatiye belavkirin û tê de pesnê berhemên firçeyên vê fîrmayê tê dayin. Me pêşî bîr nebir ku ev reklam jî li ser Zaro Axayî ye. Lê duhî rojnamevaneka îtalî hatibû serdana SARAyê û gava çavê wê bi vê reklamê ket, ji min pirsî got “Ma ev çi ye? Ma ev derbarê kurdan de ye yan na?” Min gote wê “Herê, derbarê kurdan de ye, lê em hîn baş tênegehîştine ku ew behsa çi dike.” Paşê du amerîkî îroj hatin serdana min û wan navê vê fîrmayê yekser nas kir. Gava wan nivîsa vê reklamê xwend, pê re kenîyan. Min gote wan “Ev behsa me kurdan dike, lê nizanim bi qencî yan bi xirabî!” Wan bersiv da û got “Bi rastî jî tiştekî balkêş e, ev behsa ew kurdê herî temendirêj yê dinyayê dike, ku te carekê behsa wî bo me kiribû.” Li ser vê yekê min biryar da ku ez vê êvarê behsa naveroka vê reklama ji sala 1928an ku li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê belav bûye, bo we xwendevanên hêja bikim.

Înglîzîya wê: “KHIYAR The giant Kurd is the greatest burden bearers. Some carry loads as high as 700 lbs. The sightseer asking ‘Upon what food does he feed to get such strength?’ expects the answer to be ‘Raw Meat.’ But the real answer is Khiyar – meaning raw cucumbers… more than three pounds daily is his summer ration. Proving again that the big point in anything is not what you put into it – but what you get of it. That ‘s why we don’t talk about the ingredients of Morganite brushes. What does it matter whether they be curd, or carbon, or cucumbers as long as they’ll carry any loads and reduce your annual brush cost.”

 

Kurmancî: “XIYAR Kurdê hût û bihêztirîn barkêşê baran e. Hin hût hene ku radihijin 700 kîloyan. Yên vê dibihîsin vê pirsê ji xwe dikin ‘Gelo ev hût çi dixwe ku dibe xwedî vê hêza ewqas pir?’ Û wisa bawer dikin ku bersiv xwarina ‘goştê xav’ e. Lê bersiva rastîn xiyar e… Anku cucumber… Rojê 3 kîlo xiyar îstîqaqa vî hûtî ye. Li vir bi vî awayî dîsa îsbat bû ku tiştê girîng ne ew e ku meriv jê pir bixwe, lê ya girîng ew ku mirov çi dixwe. Loma em têyesteyê (naveroka) firçeyên xwe yên Morganite brushes aşkere nakin. Heger ku ev firçe bikaribin bikevin binê her barî û lêçûna we ya salane ya li firçeyan kêm bikin, hingê heger têde xilt hebe, yan karbon, yan jî xiyar, ev qet ne grîng e.”

Bi gotineke din dixwazin bibêjin ku firçeyên me wek vî hûtê ku jê re dibêjin Zaro Axa pir zexm û temendirêj in û zû bi zû narizin.

 

Li vê reklama rojnameyê ya fîrmaya cigarê ya bi navê “STEPHEN MITCHELL & SON” a amerîkî ku li wan salên ku Zaro Axa li Amerîkayê bûye weşiyaye, wisa hatiye nivîsîn: Metûselahê* hevdem, li temenê xwe yê 157 salan, li meha Hezîranê sala 1934an li Stanbolê ji jiyanê koç kir. Ew kurd bû û dibêjin sala 1777 hatiye dunyayê. (…) Zaro 13 caran jin hanî û bû xwedî 28 zarokan. Ji 28 zarokên wî tenê qîza wî ya 80 salî piştî mirina wî jiya. Wî di jîyana xwe de devê xwe qet li alkolê nedaye û cigarekêşekî yeman bû. Yekê pir laşxem bû û carekê bû şampiyonê barkêşên/kolberên (hemalên) yan dergevanên Tirkiyê û li temenê xwe yê 147 salî bi hêsanî 200 kîlo hildigirt..
________
*Metûselah: Kalê Peyamber Nûh e ku li Încîlê hatiye nivîsîn ku ew 969 sal jiyaye.

 

 

Ev wêneya Zaro Axa jî ji bo reklameka cigareyê ji hêla fîrmaya Branch of Imperial Tobacco Co hatiye bikarhanîn.

 


Photo taken when US prohibitionist club invited Zaro Agha for to make propagandas tour in USA when he visited New York at 156 years old, New York, 30.07.1930

 

 

Sertîfîkaya reklamê navborî ku tê de behsa Zaro Axayî dibe.

Goran Candan-Bitlisname.com

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply