Zarok û Xeteriya Tablet

Lêkolînerên Brîtanyayî diyarkirin ku her deqîqeya zarok radikevin, ji bo tenduristî û gihaştina zarokan pirr girîng e. Lêbelê her saeteke ku zarokên me li ber smartphone an tabletê derbaz dikin, dibe sedema 15 deqîqeyên kêm raketina zarokan. 

Zarokên li ber smartphone an tabletê dema xwe derbaz dikin, ji zarokên ku qet bi smartphone an tabletê nalîzin, kêm radikevin. Lêkolînerên ji Zanîngeha Londonê lêkolîna xwe li ser zarokên 3 salî û piçûktir pêk anîne. Zarokên ku her roj bi qasî saetekê li ber tabletê an smartphoneê dema xwe derbaz kirine, li gorî zarokên din 15 deqîqe hindik raketine. Li gel vê amûrên elektronîk bi awayeke erênî bandorê li mekanîzmaya jêhatibûna zarokan jî dike.

Lêkolîner bi dê û bavên zarokan re xebitîne û ji dê û bavên zarokan daxwaz kirin ku zarok her roj çend caran û çiqas li ber smartphone an tabletê dema xwe derbaz dikirin. Ji 715 zarokên ku beşdarê lekolînê bûne, 536 zarok her roj smartphone an jî tablet bikar dianîn. Zarokên her roj tablet an smartphone bikar dianîn, bi roj zêde lê bi şevê kêm radiketin.

Lêkolîner Tim Smith wiha dibêje; “Eger tu her roj bi qasî 10 û 12 saetan rabikevî, 15 deqîqe kêm raketin ne ewqas girîng e lêbelê ji bo tenduristiya zarokên 3 salî û piçûktir her deqîqeya ku kêm radikeve, pirr girîng e. Ji bo dê û bavê zarokan pêşniyariya min jî ev e, bila nehêlin zarok zêde li ber smartphone û tabletê û her wiha tvyê dema xwe derbaz bikin. Sînorên li ber tv, smartphone û tabletê derbaz kirinê diyar bikin.”

Çavkanî: BBC

Werger: Metîn Eser

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Jibîrkirin Kîcax Dest Pê Dike ?

Heta niha zanyar di wê baweriyê de bûn ku bi giştî ji temenê 55 saliyê …

Leave a Reply