Beriya Mêrdînê û Êzidiyên wê

Beriya Mêrdînê ji çemê Ceqceq ta bi Çemê Zirganê, di ber sînorê Sûriyê û Tirkiyê re dirêj dibe. Ango ew cihê ku ev eşîrên kurdan lê akincî ne; Pînar Alî (Temikî, Koçekî, Bûbilanî û Mêrsinî), Deqorî, Milî (Milanên Xidir Axa an Milanên Mezin), û Kîkî bi tev berên xwe ve. Belê ji çemê Zirganê û ber bi rojava ve, dibe deşta Wêranşarê, ew jî cihê rûniştina du eşîrên kurda yên mezin e; Xelecan û Milanên Paşê. Gelek kalemêrn herêmê yên ku min ew dîtin, li gor ku ji bav û kalên xwe sehkirine, ji min re gotin: Ji Cizîra Botan ta bi çemê Zirganê jêre dihat gotin Botan û ji çemê Zirganê û Girê Mîr, rojhilatî Serê Kaniyê, bi dor 20 km ta bi rojavayî Serê Kaniyê bi 22 km, jêre dihat gotin Milan, xelecan û deşta Wêranşarê. Wek ku diyar e, herêma Wêranşarê, qelaçê Hilêliyê û derdora Ûrfayê ji sedê salan ve, cihê eşîrên Kurdên Êzidî û misilma bû.

Belê ji ber fermanên fermî ji rex Osmaniyan ve, ji ber xela û cefayê ve, ji ber şerê êlitiyê ku di navbera kurdên Êzîdî, kurdên misilman û erebên misilman yên eşîra Gêsan de diqewimîn, gelek ji Êzîdiyên herêmê tarûmar bûn; hin ji neçarî ji cihê bav û kalên xwe koçber bûn, ber bi rojhilat ve, xwe li çiyayê Şingalê û Kurdistana başûr girtin, hin ber bi rojava ve çûn, xwe li herêma Mêrdînê û çiyayê kurmênc girtin û gelek ji ber zilm û zorê bûn misilman û yên mayî di beriya Mêrdînê û Wêranşarê de belav bûn.. Xwe di nav eşêrên Kurdên misilman de parastin û bi taybetî di nav Eşîra Milan de, bi herdu beran ve, Milanên Xidir Axa û Milanên Paşê, û piraniya wan roja îro dibêjin em Milî ne… Erê, roja îro gundên wan di nav gundên Ereb û Kurdên Misilman de belav in, lê mixabin pirraniya wan gundan Daişê bûne kavil..

Wêne: Ez û Hisoyê Hecî Reşo mezinekî Ezidiyên Beriya Mêrdînê.

Konê Reş, Qamişlo, 02.08.2020

Derbar Konê Reş

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply