Dayê Gura Tetê Morî Bir

Di dema berê wexta ku dibû zivistan, jiyan li gundan gelek dijwar dibû. Mirov, pez û dewar tev birçî dibûn. Ji bo vê yekê mirovan zad û xwarinên xwe beriya zivistanê amade dikirin. Ku berf diket, nava gund û bajar dihat birîn. Heke meriv bê xwarin ango bê ard û arvan diman, ji neçariyê ku ne bi çewalan bi qasê şînigek genim an jî garis davêtin ser qulincên xwe, ji tirsa gurên hov sê-çar meriv bi hevra diçûn aşê bajêr, bajar jî ji gund gelek dûr bû. Rêwîtiya dijwarî…

Demek dirêj qasek du-sê mehan berê, zivistan destpê kiribû û berf dibarîya, deşt, çol û çîyayê reş giş sipî bûbûn, berfê her alî girtibû, di nav kuçe û malan de berf dihat qama meriv, jîyan pir giran dibû. Meriv ji ber bê xwarinê pir perîşan dibûn.

Di çiyê de heywan û teyran di hêlînên xwe de lîs digirtin. Heywanê hov giştik birçî diman, gurê birçî jî ji birçîbûnê çavsorkî dibûn. Di çavsorkî de ku zor dihat wan guran, guran jî çêlikên xwe dixwarin an jî dihatin nava gund. Carna dihatin nav gund, li benda pez, dewar û mirîşkan diman.

Di jiyanek wiha de li gundê Qerto* berf ketibû her derê ku kesek ji berfê û sermayê, nikarîbû derkeve derve, şev tarî tarîya reş, der aram, hinek gundî di xew de, hinek malbat di nav cihên germ de ji zarokên xwe re çîrok digotin. Hinek jî ciwan û kal li malan kom bûne kilaman, meselan dibêjin, henekan dikin… Şevbêrk bi kêfxweşî dom dike.

Di meha Şewatê, şevek ji şevan di şeva tarî de, li gund ewt ewta kûçikan dihat, li nêzîka gund jî zur zura guran dihat, di wê şevê de du zarok; keçek û lawek ji malbata Newatê derdikevin der ku herin hewceyîyên xwe bînin cih. Dê û bav dibêjin zarokno li xwe miqate bin.

Keçik û lawik derin ber derî, derîyê heyatê, demek derbas dibe; gur xwe davêjin kur û keçikê, wan zarokan kaş dikin û dibin.

Jan û qêrînek bi kurik dikeve û bi dengekî bilind dibêje: “Bavo bavo, dayê dayê, bira.. hewar hewar…” Keçik jî diqîre û bi dengekî bilind dibêje: “Dayê, dayê, gura tetê** (dest) morî bir, Dayê gura tetê morî bir…. Dayê gura tetê morî bir.”

Piştî dengê qêrîn û hewara wê keçikê malbat û cîran pê dihesin û dikine hewar…. Malbat dibêje: “Guran keçika me bir. Gura lawikê me birîye …. Lo bavo, lo bira, lê dayê, lê xungê…” dilorînin.

Qêrîn û girîn dikeve nav gund, dengekî bi şewat û jana dil, tariya şevê diqetîne. Der dor, cîran û gundî tên hewara wan jê re: “Çi qewimiye?”, “Çi bûye?” Gundî kom dibin.

Bi vê serpêhatîya malbatê û şûnda heta niha li gund wiha dibêjin:
“Meha Şewatê
Gur hat heyatê
Bir keçik û
Lawikê Newatê.”

Paşa Amedî

————-

Ev çîrok di kovara Nûbiharê de hatiye weşandin( Hejmar:107)

* Gundê Qerto; gundê Çêrmûga Diyarbekirê ye.
** Bi zimanê zarokên piçûk “tet” dest e.

Derbar Paşa Amedî

Check Also

Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

Fîkrên xweş, kal nabin. Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake. Fîkrên xweş, …

Leave a Reply