Sersaxî an jî Serxweşî ?

 

SERSAXÎ: Dema kesek dimire û laşê wî/wê li goristanekê dispêrin axê, piştre mirov diçin ba malbata yê mirî û li ber dilê kesên wî didin. Navê wê çûnê “serxweşî” ye, xelk dibêje: “Em ê herin serxweşiya filankeso.”

Di Toreya Kurdî de ji bo vê yekê du pêngav hene:
Yek “serxweşî” ye, ya din jî “sersaxî” ye.
Yanî tu diçî serxweşiyê, lê dema gehayî b, îc merivên ê mirî, tu sersaxî didî wan.

DI TOREYA KURDÎ DE
HEWARÎ Û ŞÎN

Din Toreya Kurdî de HEWARÎ û ŞÎN cihekî pir girîng wergirtine û her kurdek bi bêgavî serjêriya van du zagonên nijadî dike û tiştê dikeve aliyê hemwelatiyan bi cih tînin.

Çewa ku mirin li nêv hemû neteweyan, herweha di nava hemû ganiyan de zagona jiyanê ye, li nêv Netweyê Kurd jî her wisan e.
Dema kurdek dimire, nas û dost û cîran du car diçin mala yê mirî. Cara pêşî diçin HEWARÎyê, piştre dema ku mala yê mirî ŞÎNa xwe vedigirin duyem car diçin SERXWEŞÎyê.

HEWARÎ:
Dema kurdek dimire, li Kurdistanê pir zû xebera mirinê belav dibe. Çi kesê ku seh dike, pêre pêre diçe ba kesên yê mirî, li wirê dimîne heta ku laşê yê mirî li goristanê dispêrin axê.
Peyva HEWARÎ ji gelek tiştên dî re jî tê gotin: Dema talanê gundekî diçe, gundên ciran diçin alîkariya wî gundî. Dema belayek siqûmat û bobelatek li yekî rûdide, ciran diçin alîkariya wî kesî û gwd. Dibêjin hatin HEWARa me û ji wan kesan re jî HEWARÎyên me tê gotin.

ŞÎN:
Piştî ku mirî hate veşartin, îcar xelk diçe mala yê mirî û li ber dilê wan digerin, ji êşa wan re dibin hevpar.
Ji vê re VEGIRTINA ŞÎNÊ tê gotin.
Şîna ji bo mirî, bi hindikî sê roj in, lê belê li gor nirxmendiya mirî ev roj li hin deveran zêde dibin heta 40 rojî jî didomîne.

SERXWEŞÎ:
Kesên ku diçin mala yê mirî, ji wê çûnê re SERXWEŞÎ tê gotin, ango çûne serxweşiyê.

SERSAXÎ:
Kesên ku çûne SERXWEŞÎyê jî, îcar li mala yê mirî SERSAXÎ didin kes û xizmên yê mirî.

Bikurtî: Kesên mirî ŞÎN vedigirin. Kesên ji bo ŞÎNê ku diçin mala yê mirî, jê re çûna SERXWEŞÎyê tê gotin.

Di SERXWEŞÎyê de, ji bo liberketina mirî, SERSAXÎ tê gotin (dibêjin SERÊ WE SAX BE…)

Yanî malbata filankeso Şîn vegirtine, meriv ji bo Serxweşiyê diçe wê malê, dema meriv digîje wirê, meriv sersaxî dide kesên mirî.

LI GOR TOREYA KURDÎ, HETA KU ŞÎN BIQEDE, GUNDÎ Û ÇÎRAN NAHÊLIN KU XWARIN DI MALA YÊ MIRÎ DE ÇÊBIBE. Wek term weha hatiye gotin: ”Divê dû di kuleka mala yê mirî re dernekeve.”

Her maleke cîran, rojê sêcar xwarin çêdike û dibe mala yê mirî, wê xwarinê didin kesên malê û yên ku hatine serxweşiyê.

MIXABIN HIN KURDÊN BAKÛR vê meselê ji tirkî wergerandine û cudatî naxin navbera SERXWEŞÎ û SERSAXIYÊ, hema ew ”başsagligi”ya tirkî kirine SERSAXÎ û bi kar tînin.

Bêguman hêja ye ku ciwanên me vê babetê ji xwe re bikin lêpirsîn û lêkolînên berfireh li serê bikin.

Her şad û serkeftî bin…

Zeynelabidîn Zinar

www.candname.com
pencinar.z@gmail.com

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply