Dara çinarê dilê xwe yê dilbirîn
Ji kî re vekim
Derdê dile xwe bi kî re parve bikim
Ez nizanim
Tu dibi hemraza min dara çinarê…
Binê siya te de hezaran mirov bêhna xwe dane
Mirovên baş û yên nebaş
Te tevan gohdarî kirye
Ka bêje te çî ji me fehm kiriye dara çinarê…
Şêrê daristana hestiyê ber seyan dixwe
Çiqas jî lê giran bê
Gur eyarê mîhe xwe kiriye
Bineyartî dikene
Ka were derbas bike vî demê
Vî kerê , ji vî pirê
Dara delal ,dara çinarê…
Te çî ditiye û tu yê çî bibînî
Belgê xwe hêj tê zehf weşînî
Dara çinarê…
Çemê Bilîsê têr av dide te
Jiyana te dirêj dibe rengê te vedibe
Ê me jî wekê vê çemê xwin ji me diherike û valayiyê ve diçe
Ku xema mirov tinebe
Vê havîna germ de
Ber siya te û honikiya te
Çiqas xweş e dara çinarê…
Liser kokekî
Heftê û du şaxan zêdetir
Şaxê te jihev cudatir lê bihevre
Xwaziya me bi te
Dara çinarê…
Vî erdnîgariya bihûştî de
Dîroka me de bi sedan komkûjî çêbûne
Dengê komkûjiyekê dînê jî tê
Tu nebe şahidê van rojê nexweş
Dara çinarê…
Seyekî direye wênegûhêzê de
Dengekî nexweş
Bêhna xwinê tê ji dengê wî
Bêhna kûştinê
Ez dizanim tu jî acizî ji vî denge
Dara çinarê…
Metîn Arî