CO2 ya atmosferê gihiştiye asteke xeter

Ji ber zêdebûna asta karbondîoksîta (CO2) di atmosferê de, gazên serayê gihiştin asta rekorê. Li gorî rapora ku hatiye weşandin, rêjeya karbondîoksîtê di 30 salî de cara yekem bi awayekî cidî zêde bûye.

Rêxistina Meteorolojiya Cîhanê (WMO) bultena salane weşand û li gorî bultenê rêjeya karbondîoksîta atmosferê, ji beriya şoreşa sanayiyê ji sedî 142 zêdetir e.Di çarçoveya Bultena Gaza Serayê ya WMO’yê weşandiye de qeydên aîdî beşa gazên di atmosferê de mane tên girtin. Her wiha beşeke mezin a gazê ji aliyê behr, dar û zindiyan ve tên girtin û dayîn.

Li gorî bultena WMO’yê rêjeya global a karbondîoksîta atmosferê, di sala 2013’an de gihiştiye 396 ppm’ê û li gorî sala buhrî 3 ppm zêde bûye.Li gorî agahiyên di bultenê de cih girtine rêjeya CO2 ya atmosferê li gorî sala 1750’yî li dora ji sedî 142’ye. Tê gotin ku zêdebûna CO2 ne girêdayî emîsyonan e û ji ber ku biyosfer van gazan kêm dimije pêk tê. Bi vî awayî mijandina biyosferê li gorî sala 1998’an kêmtir bûye.

Di bultenê de tê gotin ku okyanus serî kesî rojane 4 kg karbondîoksît dimije. Tê tesmînkirin ku asîta di okyanusan de di 300 mîlyon salên dawî de gihiştiya asta herî jor.

HÊVÎ MA JI 2016’AN

Welatên cîhanê ji peymana Kyoto ya di sala 1997’an hatiye qebûlkirin heta niha di mijara sînorkirina gazê de tu pêngav navêtiye. Welatên wek DYA û Çînê ku aboriya wan her diçe mezin dibe bi gaza serayê ya li cîhanê belav dike welatên cîhanê hemûyan derbas dike. YE di sînorkirina gazê de pêngavan navêje jî, ji bo peymaneke ku hemû welatên cîhanê eleqeder dike hewldanên tên kirin kêm dibîne.

NY di 23’ê Îlonê de bi cîvîneke taybet a li New Yorkê pê tîne dixwaza çareseriyê bibîne. Sekreterê giştî yê NY’ê Ban Kî-moon ku serokatiya civînê dike dê serokên dewlet û hikûmetan jî tevli bibe. Di civînê de dê li ser peymaneke nû bê sekinandin. NY hedef dike ku heta dawiya sala 2016’an de peymaneke nû bike jiyanê.

*zanist.hawarnet

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply