Çîroka Sê Hevalên Ku Xwe Spartin Şikeftê

Ji Abdullah kurê Omer (Xweda jê razî be) hatîye rîwayetkirin, Resulê Xwedê vê bûyerê  wek mînak vegotîye:

 “Berîya we yên ku jiyane ji wan sê kes ketine rêyekê. Ku êvar dibe, ji bo ku rakevin ketine mexareyekê. Lê ji çiyê zinarek qut û gêr dibe tê dikeve derîyê mexarê, devê wê tê girtin. Li ser vî ji hev re:

Gotin: Tu tişt nikare me ji vî zinarî xelas bike, tenê xêr û bêrên me û em ji Xwedê re dua bikin ku bibe wesîleya me ya xelasîyê.”

Yekê ji wan wiha dest bi duayê kir:

“Xwedayê min! Dê û bavê min pir yextîyarbûn. Heta ku ew xwarina xwe nexwarina min xwarin û vexwarina zarok û berdestiyên xwe nedidayê. Rojekê ji ber ku ji heywanên xwe re êm peyda bikim ji malê derketim; hatina min jî pir dereng bû. Ku çer ez hatim malê min şîrê heywana dot ji dê û bavê xwe re bir, lê min dît ku her du jî raketine. Min li xwe negirt ku wan ji xewê şîyar bikim û min nexwest ku beriya wan jî malbat û berdestên malê xwarin bixwe û vexwe. Bi fera şîr heya şefeqê sekinîm. Zarok ji birçîna li dora min diçûn û dihatin. Dawîyê rabûn şîrên xwe vexwarin. Rebbê min ku min vê ji bo rizaya te kiribe, me ji vê zinarê xelas ke!”  Zinar hindik ji cî leqîya.

Yê din jî dest pê kir:

“Xwedayê min! Keçeke apê min hebû. Min ji her kesî bêtir jê hez dikir. Min dixwest ku ez bi wê re rakevim. Lê wê red kir. Salek xela çê bû. Keça apê min derket hat ber derîyê min. Bê çare bû. Bi şertê ku xwe teslîmî min bike min 120 zêr da wî. Wê qebûl kir. Hindik mabû ku ez daxwaza xwe bînim cî, wê got:

“Ji Xwedê bitirse! Xerakirina mora Xwedê bi rêyek ne meşru ji te re heram e.” Di nav însanan de ya ku min herî jê hez dikir ew bû û ez jî têkilê nebûm. Zêrên ku min dabûnê min jê negirt. Eger min vê ji bo te kiribe. Me ji vê tengezarîyê xelas bike.” Zinar hindik din jî vebû lê nikaribûn jê derketana.

Yê sisîyan jî wiha got:

 “Xwedayê min! Min karkeran dixebitand (ez serkarê xwe bûm). Min tavilê heqê wan dida. Lê yek ji wan ji kar derket, heqê xwe nesitand û çû. Ji ber vê min jî perê wê da şixulandin, qezenc kir. Ji salan şûnda hat û got: “Ey Abdullah! Deynê min bidin!” Min jî:

“Kerîyê ku tu dibînî wê bigire û here!”

Ew: “Ey Ebdullah, henekên xwe bi min neke!”

Dîsa min got:

“Ez qet henak nakim. Here wan teva bigire û here.” Ey Xwedayê min! Eger min vê ji bo rizayê te kiribe me ji vê belayê xelas ke!”

Li ser vê zinar ji devê şikeftê derket, rêwî jê derketin, ketin rêya xwe û çûn.

Pêxemberê me qala metelokên ûmetên berê dike;  girîngiya xîzmeta dê û bavê, hakimbûna nefsa xwe û rêzgirtina mafê mirovan nîşan dide ku em şîretê jê bigrin.

 

Amadekar: Paşa Amedî-Çandname

Çavkanî: Hedîs; Mûslîm, C.3, Zikir 100(2743), Buharî, Enbîya 50; Ebû Davud, C.3 Büyü 28, h.3387

 

Derbar ziman

Check Also

Pirtûka Însan Bi Çi Dijî û Mamoste Medenî

Bi rastî  heger hûn bibêjin bé ma di wêjeya cîhanê de nivîskarê mezintirin kî ye? …

Leave a Reply