Hemû ker li qada gund dicivin û dest bi lotikavêtin û leyîstekê dikin. Kerekî nexweş û extiyar li ber dîwar ketibû nav fikrên kûr . Yên din tên cem wî û jê re dibêjin :
– Em bawer in haya te jê tune ye ku kurtankerê me miriye !
– Ku miri be , dê çi bibe ?
– Êdî piştên me , dê nebin kul û birîn ; em dê azad bibin !
– Mebesta te bi azadiyê çi ye?
– Ku kurtanker tune be, êdî ji bo piştên me kurtan dê neyên çêkirin , em dê têra dilên xwe li çol û kaşan bigerin…
– Kerê extiyar dikene:
Ez li aqilê we heyirî dimînim . Îro ciyê ku hûn ji kêfan lotik biavêjin ; divê hûn xemgîn bibin . Kurtanker Hemo , qenî kêm zêde pîvanên piştên me dizanibû û hewl dida kurtanên ku piştên me neêşînîn çêbike , siberojê ew dê kurtankerekî xişîm bînin û piştên we dê ji birînan xalî nebin . Ya baş ne ew e ku hûn xwe ji kurtankerekî rizgar bikin ; divê hûn riyên ku xwe ji kerîtiyê rizgar bikin , bibînin . Heta hûn ker bin , kurtankerekî ji bo piştên we , kurtanan çêbike dê hebe .
Werger : Dilovan Altuboga