Postnivîs

(Hîn hêştir tine li develik dipirsê)

Girînge ku hûn pir aciz nebin, gava hinek ji we pêbihesin ku min vê katê xapandinek biçûk li wan kirî di derbarê vê çêrokê de, ji ber ku min kê di destpêkê de çîroka mirovekî dixwast xwe bi xwandevanan bida nasîn denkirra, lê ji xilebaliqa mijarên di serê min de ez di *şivîlak din re çûm, çimkî nizam çawa hevsarê şora hat badan û ez ji taxên rewşenvaniyê berve cotariyê çûm, lê xemnakê ger hûn naxeyidin gava ku ez çîmana vê serpêhatiyê birêkim, ew jî wek li ser zimana hatiye gotin ku carekê çend cotarî ji cotariyên gundê *gorda bi hev re diçûn şevînê, û her yekî ji wan li pişta dewarê xwe siwar bibû, hinek li qantira nîştin e û hin jî li pişta bergîra siwar bûn e, û ji ber ku dewar berî mirova bi tişta dihesê, vêca her carê ku livek an tiştekî ne normal didîtin ji nişkeva dicefilîn, û li gorî gundiya di nav wan cotariyan de yek hebû  zû bi vedenga cefilandina qantiran re vediciniqî vêyî ku tewir tişt hebê an were qewimandin, û bi rê de wek ku hevalên wî hewaldan e, wê mirovî dît ku qantir rawestiya û guhên xwe wek tîra pîç kirin, vêre hestên tirsê di srê wî de bi çargaviyê ketin, vêyê ku bi xwe bihesê bankir û got: ax anê ez mirim, lê bilez û di cîda yê ku baş ew cotariya nas dikir, lê vegeran û got: mal xiranebo ma hele tu bikev û mila derik te biêşê an bişkê wê çaxê dêrd bi xwe xwe û banke û bê ax anê ez mirim, bi rastî ev çîroka biçûk hat bala min piştî pirsa mirovekî ku carekê li ser dîwarê xwe yî fêysbokê peyv li dû peyva rêz kirin, û piştî mijûlbûna xwe û yaziyê, sekir ku *cobela vêysbokê vêra hatî *mişt kirin, piştî ku çi hatibû balê wî daniye ser dîwêrê xwe, baş lê nihêrî wê demê pirsek hate balê û ji xwe pirsî û got: ma çima ez tiştê li ba xwe û ewên min avêtin e ser dîwarê xwe yî fêsbokê nakim gotar? lewra bilez çû ba hevalekî xwe û jêre got: keke can ma nabê ez tiştê li ser rûpela xwe ya enternêtê kom bikim û bikim gotar? Hevalê wî got min lê vegerand û got: heger te şert û mercên gotarnivîsê pêk anî bê çima na!? di dû re got ma ez li kêleka navî  xwe  çi binivîsînim? min lê vegerand û got: ez nizanim, lê li gorî ezmûna minî biçûk, mi bixwe piştî nêzîkî du sala ji belavkirina nivîsên xwe heya nasnama xwe li ber navê xwe danî, lê bi hêrs got: ezkê ê xwe ji naka de deynim, min bi dengekî nizim got: tu kanê çima na!? carek din şurika xwe berve min kir û şor bi ser min de boş kirin, û ji nû de got: ma ez li kêleka navî xwe xwe bi çi binasînim yan xwe bi çi bêlî bikim?

Min got: tu helbestvan e.

Got: na

Tu rojnemevan e?

Got: na

tu karê ramyariyê dikê ku tu li ber navî xwe peyva siyaset medar dinî?

Got: ez ji karê ramyariyê tew heznakim

Min got tu peyva çalakvan çawa dibînê?

Got: ez pir ji wê şorê aciz dibim.

Mi eniya xwe carekê duduya xurand da ku ez peyvekê ji vî mirovî re bibînim da ku ez bi xwe vehesim û wî jî bi xwe re vehesînim.

Û ez nizam ji kuva hat bala min û ji nişkava min got: kekê delal ez dibînim ku ew peyva tewir baş yê ku cihê xwe bi hêz belkî di vê derbarê de bigrê dibê tu li teniştî navî xwe gotina postnivîs dînê.

Di cî de mirovê min Mirûz li min teqle kir, mi zanî ku pişniyara min li xwaşiyê nehat, çimkî piştî mi şora xwe kir wî rûwê xwe bada û destûr xwest û ji cihê ku ez lê bilez barkir.

Lê tevî ku belkî min neheqî li camêr kiribê, Lê bi rastî hîn ez nizanim gerek ew çi navî li xwe kê. 

_____________________

* şivîle: riyên biçûk yê ku di nav dehil û ciyan re derin.

*Gorda: gundek ji gundên herêma efrînê ye û bi xwe nêzîkî bajarokê cindirêsê ye.

* cobel: dîwar, perçak ji xanî.

* mişt kirin: tijî kirin.   

 

Majêda Mihemed

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply