Çîroka Ker û Kûçik

Carekê li cotgehekê ker û kûçikek hebû. Her sibe cotkar kerê xwe dibir zevî û bexçê, kûçik jî nobedariya zeviyê dikir.

Her êvar gava cotkar vedigeriya malê, kûçikê wî pêşwazî lê dikir. Dema didît ku xwediyê xwe vedigere malê, kûçik direviya cem xwediyê xwe û diewitî, dihate cem xwedîyê xwe û dûvika xwe dihejand, paşê xwe diavêt ser milên wî û dilsoziya xwe nîşanî cotkar dikir. Cotkar mîna ku spasiya kuçikê xwe bike, li serî kûçik dixist, destê xwe dixist bêrîka xwe û biskîvîtek dida kuçik.

Ker ji vê rewşê qet ne kêfxweş bû. Tevî ku wî hemû karên giran bi xwe dikir jî, cotkar tu carî hezkirinek jê re nedianî. Rojekê cotkar dest bi amadekariya çûyîna zeviyê kir, gava kerê xwediyê xwe dît, bi dûvê xwe hejand nêzîkî wî bû, dest pê kir li dora cotkar bazda û xwest mîna kûçik bikeve nav lepên cotkar. Lingên kerê ew qas mezin bûn ku cotkar dema dest da cotkar li ser pişta wî ket. Cotkar ji vê rewşê pir hêrs bû û ji bo cezakirinê ker di embarê de girêda û çend rojan tê de hîşt.

Ker gelekî xembîn bû lê tiştekî ku bike tune bû.

 

👉Gelo vê çîrokê de kî hene?

👉Gelo dema ku cotkar dihate mal, kuçik çi dikir?

👉Ker çima xemgîn bû?

 

Ferhengok:

✔Xemgîn: üzüntülü

✔Cotgeh: çiftlik

✔Cotkar: çiftçi

✔Zêvî: tarla

✔Diewirî: havlıyordu

✔Pêşwazî: karşılama

✔Rewş: durum

✔Bazda: koştu

✔Hêrs bû: sinirlendi

 

Firat Bawerî

Derbar Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply