Çiqas şînayîke xweş bû…

“/… Çiqas şînayîke xweş bû ya ku xwe ji reşaya çavên te didizî. Min dil heye, navê te yê şîrîn di kulma xwe de binivîsînim û dû re jî hemû dengan bikuskusînim. Paşê jî çiqas gazinên tûj û qirofek hene li zimanê xwe birêsim û diyarî te bikim vê şeva tisî de.
Min dît similên zeviyan li derdora min ketibûn lîstika govendê xwe li badikirin. Gul, sosin, derzîlok, berzeling, beybûn, binewş, gulebûk, gulgenim, hêro, kolavok, nefel, nêrgiz, nîlûfer, stêrgul, şekrok, sorgul û rihan tev li hev civiya bûn. Bi bayê hênik re bêhna mîsk û emberê bi rêdikirin ji bo min. Gêj bibûm. Erd û ezman li dora min diçûn û dihatin. Ji xwe di kaniya şivana de qulçek av vexwarin, ne gengaze ku meriv serxweş nebe. Dengê Sûsikan guhên min mizdida. Colek pinpinîkên şîn, ez dorpêç kiribûm, rêwîtî ya min ya westîner li binatara kela Koroxlî pêşwazî colê pinpinîkên sipî dikirin. Xaşxaşikên sor, temene dikirin hatina min ya quntara çiyayê Qisirê. Zinarê ku min pala xwe dabû sîngê wî, mînanê dayîkekî ez himbêz kiribûm. Nizanim çawa çêbû.
Kulliyek ceniqî banzda ser sûretê min, ez veceniqîm. Min çavên xwe vekirin. Hîngê min fehm kir ku ez xewn dibînim. Min bala xwe dayê teyrê balaban li ser qotê Qisirê ji min re çav diqirpîne û dibêje: “Çawa ye, çawa ye evîndarê xwezayê. Ez bawer im tu hindî min fehm dikî.”
Şevên derîhesin: Dağıstan Karakoç
Herêm: Xoçvan

Derbar ziman

Check Also

Pirtûka Însan Bi Çi Dijî û Mamoste Medenî

Bi rastî  heger hûn bibêjin bé ma di wêjeya cîhanê de nivîskarê mezintirin kî ye? …

Leave a Reply