Cîhana Romanan

Di her romanek de cîhanek heye. Ev cîhan cîhaneke çêkiriye. Di cîhana romanan de mîtolojî, destan, çîrokên lehengiyê /qehremaniyê/ û jiyana sosyal ya civakî hene. Yanî cîhana romanan li gor babet û cureyên romanê cîhaneke berfireh e, rengo rengo ye. Di hinek romanan de cîhana realîteya objektîf ya jiyana civakî û têkiliyên sosyal, biyografiya kesên navdar bi şêweyeke objektîf bingeh tê girtin û hinek tiştên xeyalî jî lê tê zêdekirin û bi wê cureyî tê qalkirin. Jiyan bê hezkirin, bêyî evînê nabe. Di cîhana romanan de evîn û evîndarî ciheke girîng digre.

Jiyan bê xeyal, bê utopîa nabe. Di hinek romanan de gelek xeyalên xweş, utopyayên baş hene. Di cîhana romana “Robînson Cruse” de jiyanekî pak heye. Di romana Goethe “Faust” de trajedya heye. Di romanên Maksîm Gorkî de cîhana realîst û nakokiyên di nav çînan de derdikeve pêş. Di van romanan de têkoşîna çînayetî mijara serekeye. Di cîhana romana Gogol “Canên Mirî” de dema koledariya Rusya’yê tê qalkirin. Goncarov di cîhana romana xwe de tîpekî wek “Oblomov-navê romanê jî Oblomov e” diafirîne ku mirov têde heyirî dimîne. Di cîhana romanên Herzen de guherandin û pêşveçûna civakî heye.

Çernîşevskî di romana xwe ya bi navê “Çi Bikin?” de ruknê sazumaneke sosyal civakî datîne. Estetîka ku di vê romanê de pêk hatiye payebilind e, hêjayê pesnê ye. Romannivîs Saltîkov Çedrîn li gorê şêweya Hîcivê nakokiyên di nav civakê de hene ji cîhana romana xwe re kiriye bingeh. Wî di romana xwe ya bi navê “Nakokî” de nakokiyên di nav kedkar û kedxuran de hene derxistiye holê. Ew di berhemên xwe yên edebî de hîcivên polîtîk jî bi kar tîne û tinazên xwe bi rojnamevanê derewker û xwendevanê bawermend dike. Çedrîn henekên xwe li rewşenbîrên tirsonek jî dike. Di romanên wî de cîhaneke alegorîk jî heye ku gelek balkêş e. Ew nexşên alegorîk bêkêmanî pêk tîne.

Turgenyev, di cîhana romana xwe de Nîhîlîzmê dike mijara sereke. Di şexsiyeta Bazarov de dîtin û ramanên Nîhîlîst derdixe pêş û di dawiya romanê de felsefeya Nîhîlîstiyê li hember evînê têk dibe. Evîn bi ser dikeve û Nîhîlîzm têk diçe. Tolstoy di berhemên xwe de cîh dide rewşa objektîf ya jiyana însanan. Tîpên di romanên Tolstoy de tîpên ku ji nav kûrahiya tevgerên civakî de ne. Her yek di nav jiyana civakî de roleke wî/wê heye. Wî di romana xwe ya bi navê “Şer û Aşîtî” de ne tenê şerê navbera du împaratoran qal kiriye, wî li dij dagirkeriyê hestên gelêrî yên welatperweriyê daye nîşandan. Şerê gelêrî yê li dij dakirkeriyê di cîhana romana wî de buye bingeh, buye armanca sereke.

Westayê romannivîseriyê Dostoyevskî di romanên xwe de cîhana mirov ya hundirî, rewşa kesayetî ya psîkolojîk digre destê xwe û di hunera romanê de asoyeke nû derdixe pêşberê xwendevanan. Ew bi metodeke nû di romanên xwe de cîhanên nû diafirîne. Di vê cîhanê de kes wek qehreman/leheng nînin, wek mirovên normal in, însanên tebîî ne. Tîp û fîgurên di romanên Dostoyevskî de di jiyana rasteqîn de hene û dê hebin jî. Mesela di romanên wî de tîpên ehmeq, budala, saxik hene. Kesên ehmeq, budala, saxik qediyane? Na!… Kesên weha hêj jî hene. Ji xwe tîpên ku di romanên wî de hene, hemû jî portreyên ku ji nav jiyanê hatine wergirtin in. Di cîhana romanên Dostoyevskî de mijarên civakî yên rasteqîn tê qalkirin. Ew behsa karmendên feqîr, bûyerên bertîlê, tirsa ji kar avêtinê, bêkarî, feqîrî, belengazî û pirsgirêkên civakî dike. Tesîra tevlîheviyên civakî yên li ser şexsan tîne ber çavan.

Cîhana romanan afirandineke xeyalî ye, lê carna cîhana hinek romanan ji cîhana rastî rasteqîntir e. Di romanên Samuel Becket, Sartre û Camus de tîpên ku hatine xulqandin tîpên wisanin ku, di esra bîstan de li cîhana rasteqîn tîpên wisan sedî sed hene. Tîpên cîhana rastîn yên ku di krîzên civakî de derketine holê, di van berheman de bi hostatî û bi teferuat tê behskirin. Di berhemên Kafka de kabûsên civakî yên cîhanê hene. Ev kabûsên civakî û ferdî piştê şerê mezin yê cîhanê ji ber sedemên feqîrî, belengazî û krîzên aborî derketine holê. Kafka, Camus û Sartre di berhemên xwe de dîmenên dema piştî şer pêşkêşê xwendevanan kirine.

Çawan ku dinya diguhire, civak diguhire, cîhana romanan jî diguherin. Bi pêkanîna teknîkên nû, bi şêweyên nû, cîhanên romanan yên cure cure, yên rengo reng têne avakirin.

Cîhana romanên kurdî, ango cîhana ku di romanên kurdî de hene min di herdu pirtûkên xwe ên bi navên ”Bîst romanên kurdî” û  ”Pêncî romanên kurdî” de bahs kiriye û pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye, lewre jî min di vê nivîsa xwe de behsa cîhana romanên kurdî nekir û tenê behsa romanên klasîk yên rusî û ewropiyan kir.

Niha jî ez bi navê ”Sî romanên kurdî” pirtûken din ji bo çapê amade dikim. Bi vê pirtûkê ve dibe danasîn û nirxandina sed romanên kurdî ku ez dinirxînim, şîrove dikim. Cîhana sed romanên kurdî rengorengin û her yek bi serê xwe cîhaneke edebî ya romana kurdî ye.

Ez ê di malpera Çandname de nirxandinên derbarê edebiyat, roman û çîrokên kurdî de bidomînim.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply