Çi hebe di kewarê ew tê xwarê

Te xor dibînin, te kêm dibînin. Pihîna li te dixin, şiqaman li te dixin. Lewra ew xwe efendî dibînin û te jî kole! Lê ku te karê xwenî çandiniyê li welatê xwe kiriba kesî wilo li te nedikir.  Tuyê bi kêf û eşq kar bikira. Ji ber ku Her dar li darîstana xwe geş e. Ti kesî nikarîbû li te bixista lewra her dîk li sergoyê xwe pêt e. Kesî perê te nedixwarin, heval û hogirên te wê li dora te bana. Ku neheqiyek bû wê hertim sê çar rîspî amade bana. Ma tu nizanî bê “Her hoz bi keriyê xwe re ye.”

Xizanî tê ji nezanî. Ma tu nizanî ku tu li ser axake dewlemend dijî? Mezrabotan ya kê ye? Ma ku tu ne xwedî erd be jî tu dikarî erdan îcar bike, ku tu bixwazî bikî hezar kar hene. Ku te çandiba teyê li welatê xwe çinîba. Lê yê neçîne, naçine jî. Deşt û çiyayên te hemû beyar in. Bi pereyên rojane û yomyeyan tuyê heta ku biçî? Ku tu warê xwe biçînî tuyê bêtir bidest bixe: Gereke aşî, ji sed destarî çêtir e. Ji bidêla ku tu ji xelkê re şixulîba teyê ji xwe re kar bikira. Nezano xizano!

Hûn her sal ji bo nanê xwe koçî welatê xerîbiyê dikin. Di bin wan konan de hûn li ku radizin, li ku xwe dişon? Cihê tiwaletê ji ku heye? Hûn ji ku têr dixwin law! Em zanin ku xewa birîndaran tê; lê ya birçiyan nayê. Çi hewciye hûn xwe dixin vê rewşê, çi hewciye hûn xwe dikin nîv mirov! Lê yê ku dewê  tirş vexwar bila bi zikêşê razî be.

Em hemû pevre xwe dixin vê rewşê û em bi wê rewşa wan paleyên koçber têşin. Yên xwedî erd û rêberên me jî tewanbar in. Lewra bi quretî û pozbilindiyê pirsgirêk çareser nabin. Ji ber ku Hec bi silavan qebûl nabe. Ji bo her tiştî kedek divê. Çima çiyayên me ne daristanin? Nîvê van çiyayan dibin zeytûn, fistiq û behîv. Naxwe qey ne çiyayên me ne! Beriya ku em razin bê em çi xeyalan dikin; lê hemû tişt bi hêviyan çênabe.

Ev tahdeya ku li xerîbiyê, li paleyan tê, bi van şert û mercan wê berdewam bike. Lewra hedad qûmçî dixapîne, çilag poxê dişo. Te weke xwe nabînin. Te di bin xwe re dibînin, te kêm dibînin. Ku ne wilo ba, yekî ku ji çend hezar kîlometreyî dûrayî hatibe karê te bike; teyê minet lê bikirana? Te yê bi kulman lê xistiba? Di derûniya mirov de çi hebe ew derdikeve derve. Her hasilek di Musûlekê de derdikeve. Heta em sedeman neguherin rewş nayên guhertin. Me çi kiribin, em ew in. Erd û zeviyên welat gelek jê bêxwedî mane û beyar in; lewra em bi hemû perwerdeya xwe ji zarok û ciwanan re dibêjin: “Cotkarî û ajalvanî ne kareke baş e.” Dewlemend ji tirsa reviyan û kargeh li welatên din vekirin. Herkes dizane ku yê ceh çand, genim naçine.

Nanê Romê li ser çokê ye. Neçin ji bêmirêsan re barmentiyê nekin. Neçin ji qedirnezanan re xulamtiyê nekin. Ji kedxwaran re neşixulin.

Nebêjin, em bêxwedî ne. Ku êl hebe êlbeg jî heye.

Zîwer Îlhan

Derbar Zîwer Îlhan

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply