Kanûn û Kan û Kendel
Mêrik nû zewicîbû; lê belê di meha sisê de zarokeke wan çêbû. Mêrik ji ber vê rewşê ma ecêmayî. Ji jina xwe pirsî:
-Xatûn ka bibêje min, ev sê meh in ku tu hatiye, eve zarokeke te çêbûye; ev çawa çêdibe?
-Na, na, tu şaş î. Ev ne sê meh e, eve neh meh çêbûn ku ez hatime.
-Ka ji min re bibêje, çawa!
-Li min guhdarî bike, da ez ji te re bibêjim. Kanûn û kan û Kendel; te got erê?
-Erê!
-Sibat û sad û sendel; temam e?
-Erê temam e.
-Meha tê, ya bê û ya pezê mala babê min têde dizê. Temam e?
-Welleh temam e, xatûn; min welê nedizanî. Li min megre.
Ez Rojî Me jî
Yekî riyakar nimêj dikir. Dema dît ku xelk lê dinêrin nimêja xwe sipehî kir, hê spehî kir. Yên derdora wî jî zanibûn ku ew yekî riyakar e, ji ber vê çendê zirtê wî dan:
“-Helal be jê re, helal be jê re, nimêj holê ye, ka binêrin çawa spehî nimêj dike” Hinde ewana welê digot, bêhtir li hesaba yê riyakar dihat û nimêja xwe spehîtir dikir. Di dawiyê de çawa nimêja xwe xilas kir, berê xwe da wan û got:
-Wellehî ez rojî me jî!
Xwedê Vî Agirê Têx Gora Babê Min De Jî.
Demsal zivistan bû û hewa gelik sar bû. Yekî Teyî ji ber sermayê qerisîbû. Rêya wî li avahîkê diqeside. Di avahiyê de agir vêxsitibû û derdor gelik germ bûbû.
Yê Teyî çawa tê li ber êgir rûdine û laşê wî baş germ dibe gelik kêfa wî ji êgir re têyê. Hema destê radike û duayan dike:
-Xwedayo! Tu vî agirî têxe gora babê min de jî!!!
Nîşan
Xelk ji bo nîşangirtinê li derekê civiyabûn û li nîşanê digirtin. Yekî ji bo yî nîşanê xwe amade dikir. Di vê navberê de bayek ji ber diçe. Ew jî ji ber ku hêj xelk pê nehesiyayîn fîşekê berdide û ji yê cem xwe dipirse:
“-Tu çi dibêjî, li hedefê ket, an na?”
Ew jî dibersivîne :
“-Ez ya pêşî nizanim, lê ya paşî li nav lingê min ket.”
Ez Halo Ketim!
Yekî gundî ji bo yî êzinga bîne diçe daristanê. Di vegerê de nêzîkî gund de kerê wî ji ciheke bilind dikeve û lingê wî dişikê. Hema yê gundî bi çeka xwe gula diavêje û ji gund hawarê dixaze. Gundî hemu tên hawarî wî û jê pirs dikin:
-“Çi bûye?
Holê got:
– Kerê min ji wê dera bilind halo ket û lingê wê halo şikest.
— Ji ber vê çendê te banî me kir?
— Erê, ne wilo bûya hewe dê yek-yek ji min pirs bikira ka bûyer çawa çêbûye. Diviya min jî yek-yek bersiva hewe dabûya. Eve hewe tevan bersiva xwe bi hev re stand.
NİVÎSKAR: Abdulkadir Bingöl