În , 7 Gulan 2021

Çend gotin li ser kampanyayên derbarê zimanê kurdî û pêşniyarek!

Ziman yek ji mijarên sereke ye bo kurdan hê di serdema Împeraratoriya Osmanî de rû daye û di serdema Komara Tirkiyeyê de jî dewam kiriye. Girîng e jî ji ber ku çand, nasname, bi tevahî jiyana gelekî li ser wî zimanî ava dibe, pêş de diçe ku di nav de dijîn. Çîroka piştî avakirina Komara Tirkiyeyê, polîtîkayên wê li hemberî ziman, çand û nasnameya kurdan bi hûrgulî tên zanîn ku êdî ne pêwîst e mirov dubare bike. Lê tiştekî din î balkêş heye ku bi giştî siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan piştî sistbûneke siyasî (eger em nebêjin têkçûn) berê xwe dane qada çand û ziman. Mirov dikare xebatên Celadet û Kamîran Bedirxan; xebatên derbarê çand û ziman yên piştî salên 1980yî yên li Ewropayê di vê çarçoveyê de binirxîne. Belkî salên 90î wek îstîsna bê nirxandin, ji ber ku di van salan de piştî ku ‘qedexe’ya li ser zimanê kurdî rabû (?) hem siyaset û hem jî xebatên ziman û çandî di nav geşedaniyeke paralel de bûn (bêguman hêjayî niqaşê ye!). Lê bi giştî dikare bê gotin ku bala kurdan bêhtir li ser mijarên ‘girîngtir’ bû; çavan li dûr dinêrî!

PLATFORMÊN ZIMANÊN KURDÎ DERKETIN MEYDANÊ

Demek hat ku pêlên behra demokrasiyê li qeraxên Tirkiyê jî didan û desthilatdarên nû yên demê jî li ber vê qeraxê li gorî van pêlan tevdigeriyan. Ew dem bûn ku rê li ber gavên fedîkoyî yên ji bo ziman û çanda kurdî hatin vekirin. Beşên ziman, edebiyat û çanda kurdî di zanîngehan de di van deman de vebûn ku bi demê re akademiyeke ‘kurdî’ û qadake ‘akademîk’ a kurdî derxistin meydanê. Piştre jî pêvajoya dersên bijarte yên kurdî di polên 4-5-6-7an de dest pê kir. Wê demê bayekî din li ser serê siyasete hebû, loma li dijî van gavên piçûk ne tenê rexne hatin kirin, di heman demê de li dijî wan derketin heta bayekî din ê felekê! Ev çîrok jî baş tê zanîn eger hafizeya me alîkariya me bike; eger neke jî bawerim Google dikare wê deme bîne bîra me.

Di van her du salên dawî de bi ‘qelsbûn’a sîyasetê re careke din xebatên derbarê ziman derketin pêş û herwiha platformên zimanên kurdî derketin meydanê. Platforma Zimanê Kurdî; Tora Ziman û Çanda Kurdî (ku di destpêkê de ‘platforma çand û zimanan bû’) û herî dawi jî Hezkurd. Bêguman avakirina platform û tevgera saziyên bi vî rengî cihê kêfxweşiyê ye û ji bo avakirina hişyariyeke derbarê ziman jî sûdewer e. Lê ji aliyê din ve gava mirov li kampanyayên ku didin destpêkirin an jî gotarên ku bi lêv dikin dinêre, pêwîstiyê bi çend gotinan dibîne. Ji aliyekî ve jî mirov xemgîn dibe ji ber derengmayîna kurdan; xwedûbarakirin û liberavêberdana enerjiya xwe! difikire gelo ev qeder e, an taybetiyeke kurdan bi xwe ye, an jî taybetiyeke gelên bindest bi tevahî ye?

Wek mînak, bangewaziya Platforma Zimanê Kurdî bo TDK- Saziya Zimanê Tirkî[1]! Saziyê bersiveke kubar daye! Herwiha bangewaziya heman platformê ji bo xwedîderketina li zimanê kurdî! Gelo ev bangewazî 8 sal berê bihata, îro dê pêwîstî bi bangewaziya bo TDKê hebûya? Lê qet nebe, Platform xeletiya derbarê bijartina zimanê kurdî ku kurdan bi salan kiriye, qebûl dike! [2] Li aliyê din, van rojan jî kampanyayeke din tê destpêkirin; berhevkirina milyonek îmze ji bo ‘daxwaza perwerdehiya fermî bi zimanê kurdî’.[3]

KURDÎ ÊDÎ HER ROJ LI SIKAKAN KÊM DIBE

Mijara perwerdeya fermî bi zimanê kurdî wek zimanekî duyem ê fermî mijareke sîyasî ye û divê berî her tiştî siyasetmedar jî pê mijûl bibin; lêbelê li gel ku parlementerekî berê serokê Enstîtûya Zimanên Zindî û beşa kurdî bû û niha jî parlementereke din jî derçûyê beşa kurdî ye, di derheqê mijarê de his û deng ji wî aliyê sîyasetê nehat/nayê. Wek hatî gotin, ber û bala kurdan li dûr dinêre, loma li xwe nagerin li ‘nêzîk’ binêrin. Loma, daxuyaniya Partiya Demokratîk a Gelan a derbarê ‘hilbijartina dersa kurdî’ tenê mirov dibişirîne! [4]

Kampanyaya ‘berhevkirina milyonek îmze ji bo perwerdeya fermî ya kurdî’ jî di vê çarçoveyê de xuya dike. An jî nêrînên min wek akademîsyenekî di nav qada xebatên kurdî de bi vî rengî ne! Ev kampanya berî çend salan bihata lidarxistin wateyeke xwe hebû; lê di nav şertên civakî û sîyasî yên îro de; nemaze di rewşa rêveberiya îroyîn ya Tirkiyê de ku bandora parlementoyê hema bêje nemaye kampanyayeke wisa tenê dê di nav rûpelên belgeyên parlamentoyê de bimîne. Bersiva saziyên dewletê jî ji kêmasî ve dê ew be ku ‘gelo dersên bijarte ne fermî ne!’

Îro ji hişyarkirinê bêhtir gavên pratik pêwîst in bo kurdî bi zaroka bidin şakirin û kêfa wan jê re bê û biaxivin û ev jî bêguman bi malbatan ve girêdayî ye. Ji ber ku kurdî êdî her roj li sikakan kêm dibe. Zarok berê xwe didin çîrok û lîstikên din! Bêguman hewldanên ji bo ‘fermîkirina’ zimanê kurdî dîsa dikarin dewam bikin, lê wisa xuya dike tiştê herî elzem ‘zindîkirina’ zimanê kurdî û bazara zimanê kurdî ye.

Dubare, li gorî çavderiyên min niha tiştê li ber zimanê kurdî ‘zindîkirin’ e. Loma, herçiqasî kampanyaya ji bo hilbijartina dersên kurdî gaveke erênî be jî, mixabin di şertên îro de gaveke derengmayî ye, lê bêguman hebûna tiştekî wisa bixwe cihê kêfxweşiyê ye. Hêvî ew e ku bandorekê bike! Dîsa berhevkirina îmzeyan bo fermîbûna zimanê kurdî, bêguman hewldanên bi vî rengî divê hebin, lê wekî hat gotin ev mijarên têkildarî rewşa giştî ya sîyasetê ne û bi giştî têkildarî meseleya kurdî ye. Loma gavên pratîk ku îro xwe bigihînin zarokan, dê û bavan girîngtir in. Ew enerjiya heyî ya gur bo armancên ‘nêzîk’ û gavên pratîk bê bikaranîn baştir e.

MILYONEK ZAROK MILYONEK PIRTÛK

Di vê çarçoveyê de pêşniyareke min a wisa heye ji bo rêvebir û hevrêvebirên van sazî û platforman! Têkiliyeke çawa di navbera van sazî û platforman de heye nizanim; her yek xîtabê li kê dike jî nizanim; tenê ji dûr ve û ji nûçeyan tiştê tê famkirin ew e ku her yek dîsa ji rayeke sîyasî ya kevin tê û xîtaba wan jî bivênevê (gerek ne wisa be, lê!) di heman çarçoveyê de xuya dike. Yan na dê ne sê sazî bûna, lê platformeke berfireh bûna ku têrî her kesî dikir. Lê eger bikaribin bên cem hev, danûstandinek di navbera wan de hebe û pêşekiya wan zindîkirina zimanê kurdî be; zêdekirina axaftina kurdî be di nav civakê de pêşniyareke min bi vî rengî dê ji bo wan hebe: Milyonek Zarok, Milyonek Pirtûk!

Projeyeke piralî ku hemû sazî, platform û weşanxaneyên kurdî tevlî bibin; akademîsyenên me dikarin şêwirmendiya proje/kampanyayeke wisa bikin, fikir û ramanên xwe bînin ziman; di amadekirina pirtûkan de bibin alîkar û herwiha roja ku hat jî alîkariyekê bikin. Ev proje, kampanya niha jî dikare bê destpêkirin, di 21ê Sibatê de jî, lê divê beşdarbûneke piralî hebe; pişkdarên wê zêde bin bo rêjeya serkeftinê jî zêde bibe û divê hemû weşanxaneyên kurdî jî beşdarên vê çalaki/proje/kampanyayê bin. Şêwirmendî ji akademîsyenên kurd (bi baweriya min cureyên edebiyata gelêrî ku Celadet û Kamîran berhev û çap kirine; herwiha arşîvên beşên ziman û edebiyata kurdî bi her awayî têra çalakiyeke bi vî rengî dikin!). Çapkirin ji weşanxaneyan, kirîn ji ‘çîna navîn’ a kurdan û belavkirin jî sazî û platformên zimanê kurdî! Milyonek pirtûk ku belkî heta niha bi tevahî kurdan ewqas pirtûk çap nekiribin! Eger hêza xwe bikin yek û enerjiya xwe di mijareke wisa de bi kar bînin ne zehmet e jî çalakiyek bi vî rengî.

Li aliyê din; her memûrek 5, her mamosteyek 10, her bijîşkek 20, her akademîsyenek 50 û her siyasetmedarek 100 pirtûkan bikirin; ev pirtûk li milyonek zarok bên belavkirin; ji aliyekî ve bazara kurdî ku di rewşeke ne baş de ye dê geş bibe û ji aliyê din ve bi hezaran zarok li gel dê û bavên xwe dê bi kurdî bixwînin. We got çi? Hilbijartina dersên kurdî û hişyariya giştî li gel zimanê kurdî dê ne hêsantir, geştir û çalaktir be? Kerem bikin, hûn dibên çi?

*Doç. Dr., Zanîngeha Mardîn Artukluyê Çand û Zimanê Kurdî DYA

Çavkanî:

[1] https://www.basnews.com/kr/babat/660764

[2] https://www.gazeteduvar.com.tr/secmeli-ders-anadilde-egitim-icin-ilk-adimdir-haber-1510815

[3] https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1901202111

[4] https://bianet.org/kurdi/diger/237798-hdp-dersen-kurdi-hilbijerin

*Doç. Dr., Zanîngeha Mardîn Artukluyê, Çand û Zimanê Kurdî DYA

Nivîs ji malpera gazeteduvar.com ê hatiye standin

About Çand Name

Avatar

Check Also

”Karîbarên Gelê Kurd” – Ahmedê Hepo

Endamê Yekîtiya Nivîskarên Azerbaycanê Ahmedê Hepo ev xebata xwe li ser heşt beşên sereke ava …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.