Cegerxwîn helbestên xwe yên Xweşxwanê jî bi hizra welatperwerî nivîsandiye

Helbestvanê Kurd ê bi navûdeng Seydayê Cegerxwîn ku di 1903an de li Hesara Bakurê Kurdistanê ji dayik bû û di sala 1984an de li Stockholma paytexta Swêdê koça dawî kir, gelek berhemên hêja li pey xwe hîştin. Bi taybetî Cegerxwîn bi 8 dîwanên xwe yên şiîrê tê naskirin. Lê dîwana wî ya yekem bi navê Xweşxwan ku dîroka nivîsandina wê vedigere sala 1927an, ji bo cara yekemîn par li Dihokê derket.

 

Seydayê Cegerxwîn di warê helbestê de wek danerê 8 dîwanan tê naskirin, ku bi “Pirîsk û Pêtî” di sala 1945an de destpê dike heta digihe “Aştî” di sala 1985an de. Lê berî van her 8 dîwanan, Cegerxwîn dîwaneke din bi navê “Xweşxwan” nivîsandibû, lê ji ber bûyerên wê çaxê û guherîna bîr û baweriyên wî, Seyda piştre li vê dîwanê sar bûbû û gotibû: “Nûjenkirina çend ristikên ku min berî çil pêncî salî çêkirine, navê wan min kiribû Xweşxwan, dîwana pêşî ku bi kêrî çapkirinê nedihat.”

 

Lê Cegerxwîn dil nekir vê Xweşxwana xwe ji nav bibe û piştî ku di sala 1984an de li Swêdê wefat kir, ev dîwan di nav tiştên wî de li Qamişlo hate dîtin û cara pêşî di sala 2016an de li Dihoka Başûrê Kurdistanê ji aliyê Weşanxaneya Nalbend ve hate çapkirin, bi berhevkirina Dirbas Mistefa û sererastkirina Tehsîn Îbrahîm Doskî.

 

Cegerxwînê Xweşxwanê hîn bi rih bû û di nav pêlên oldariyê de melevanî dikir. Hîn şaşik û cubeya xwe nedirandibû û li gundên Kurdan melatî dikir. Di Xweşxwana xwe de, Cegerxwîn di bin bandora Seydayê Xanî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran de maye.

 

Naveroka dîwana Xweşxwanê bi piranî helbestên olî û dîndarî ne, lê wek hemû berhemên wî yên din, Xweşxwana Cegerxwîn jî bi hizr û bîrên welatperwerî û rizgariya Kurdistanê mişt e, herçiqasî peyvên biyanî, nemaze yên erebî di Xweşxwanê de pir in jî, lê dilê Seyda her bi kurdî lêdixe.

 

Xweşxwan dikare sûdeke mezin bigihîne lêkolînvan û xwînerên berhem û jiyana Cegerxwîn û qonaxên ku ew tê de derbas bûye zelaltir bike.

 

Di helbesta “Şerha Dil Xem” ku di Xweşxwanê de cih digire, Seyda wiha dibêje:

 

Xelkno werin hişyar bibin

Hûn guh bidêrin qisetê

Şerha dilê xwe ez bikim

Ta reş bikim vê kaxetê

Da ez çirayê geş bikim

Sed şevreşan pê xweş bikim

Ferqa gul û kelbeş bikim

Ta hûn bikêşin hişmetê

Em Kurdê bê fikir û tifaq

Daîm bi îfsad û nîfaq

 

Qafqas û Îran û Iraq

Em ketine dava zulmetê

Herçî me got ger wa bibî

Qelbê Cegerxwîn şa dibî

Mislî Kerîm Paşa dibî

Hetta bi roja saetê!

Besam Mistefa-Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply