Di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de heywan di pir hêlan de derdikeve pêşiya me. Carna bi unsurên folklorîk yên aîdê Edebiyata Kurdî hatine bikaranîn, carna bi unsûrên tesawufî û mîtoloojîk carna jî bi xwerû û ji aliyê meneya ku hildigirin di helbestên şaîran de cîh girtine. Feqîyê Teyran helbestvanekî di …
September, 2018
-
8 September
Binxet (Çîrok)
Gohdar bikin, ez dê ji we re çîrokekê bêjim! Di despêkê de ji we re bêjim, ev çîroka ne ji bo zarok û mindala e. Ew ji bo mezin, kal û pîran e. Ku hûn naxwazin guhdar bikin, guhdar nekin, dev ji xwendina wê berdin! Çîroka min ne bi pere …
August, 2018
-
20 August
Ez ê
ez ê îro bibim mêvan li hembêza te tiliyên tîran jixwe direvînin bixim nav lepên xwe pêşî bi ser lêvên xwe ve bigerînim ezê dû re tiliyên cotdestan bihev bipêçim bibim ser sînga xwe deynim çirûska pêşîn li çirayên me vedim germahiya hembêzan bihev de bişewitînim ezê li ber pêsîra …
-
20 August
Pincarên Me
Pincarên me yek bi yek in; Çakindêl û çavbelek in Çavê kewê û bendik in Kerxinîq û merbendik in Kerbeşik û kundirok in Sersîvok û xatûnok in Çawîş, çûxik, gangilok in Sîrim, sitrok û zengilok in Binê gulê û adirok in Eynselîtk û dûvhespok in Kankevîrk û gaperçok in Nehne, pirpar û pîvok in Zengilzava û tolik in Qinêberk û qanqilok in Cehtirî û hefsîdank in Nanê çûçê û qûnsork in Edikza û mismisok in Pirpizêk û nawirzêk in Zûlên yektirî û tirşik in Xerdel, şebreq û tûzik in Kardû, goriz û kereng in Porçê pîrê, pîromerg in Nikula dîko û pûng in Pincarê spî, zêxindûr in Ên min hew bûn, lê zede kin Pincarên …
-
18 August
Bi Teknîstanê re hevpeyvîn
Hûn dikarin xwe bidin nasîn? Teknistan.com malpereke tenê derbarê teknolojiyê ya bi temamî kurdî ye. Nivîsên teknistanê derbarê nûçeyên teknolojiyê an rêbertiya teknolojiyê ye. Hûn çend kes in û endamên we bi çi ve mijûl in? Em niha 4 kes in. Endamên me li jiyana xwe bi karên cur bi …
-
12 August
Prof. Dr. Celîlê Celîl: “Ez yekem kurdê Sovyetê me ku seredana Sûriyeyê kiriye û bê tirs li ser zargotina kurdî xebitîme.”
Çi gava ku ji nivîskarekî Rojavayê Kurdistanê li tevger û xebata wêjeyî di salên 80 û 90’an de tê pirsîn, yekser navê profesor û doktor Celîlê Celîl tê gotin û gera wî ya li Rojavayê Kurdistanê tê bibîrxistin. Bi vê yekê tê nasîn ku bandoreke mezin a Prof. Dr. Celîlê …
-
5 August
çiya niqutî dilê min
çiya niqutî dilê min ez xistim bin sîwanê derewên ji hezar salan ve bi deshilatiya qesasiya zemên li çiyê hatibûn barkirin bê fikirîn dihatin reşandin, bi ser mirovên derewîn de tevî barên ji qonaxên zemên lêkirî çiya di tevahiya bihurdekên zemên de xwe dikir star; kaşikên cêwîk bi dilnizmiya fîlozofên …
-
4 August
Hosteyê hostan: Qere Hecî (Ali Güçlü)
Ew endezyarekî bê destûrname (dîploma) bû. Avakirina xanî çekirinê ji bo wî ne zahmet bû. Plan û proje her dem di serî wî da amede bûn. Xwendin û nivisandina wî tûne bû. Lê, hesabê wî gelekî baş bû. Wî dizanî ku çiqes malzeme (ambûr, hacet) pêvîst in, her tişt di serê …
July, 2018
-
30 July
sorşilî
jîn im bihar im jan im dizar im çem im bê av im nexş im bê tav im ewrên reş tarî dil lihevketî lehî tên lehî dibin birûsk tên beyar namîne lê bê evîn e axa sorşilî bê bexte li wir derz dibe berxêm lewma bi xem im têve diçin …
-
28 July
Formalîstên Rûsî/Teşeparêziya Rûsî
Teşeparêzî, ji wê ekola ku zanist û rexneya edebî ya Rûsî ya ku di navbera salên 1915-1930î de li derdorê Zimannasiya Moskovayê derçûbû re tê gotin [Aytaç, 2016: 124](1). Herçiqas ji ber rejîma Stalînîst nikarîbûne dengê xwe derxin an jî ramanên xwe belav bikin jî, bandoreke wan a mezin li …