Wêjegeh

October, 2018

  • 24 October

    ERÛZa Ereban “OUT”, NEWASAZÎya Kurdan “IN”

    Her weke hûn jî dizanin, di her helbesteke klasîk de, ji bilî levanîna qafiyê; ritm û ahengên cûrbicûr ên di helbestan de jî, newayeke xweş didine xwendina helbestê. Newayên di helbestên klasîk de, bi kombînasyonekê ango bi rêzkirineke bisilsile ya kîteyên kin û dirêj tê bidestxistin. (Di Kurdî de kîteyên …

  • 19 October

    Serpêhatiya Narîn û Ajalan

    Narîn weke her roja îro jî şîyar bû, cilên xwe yê rojane li xwe kirin. Diya wê hat destê xwe li serê wê da; porê wê hûnand, dû re ew maçî kir. Rahişte destê wê û bi hevdu re çûn tahştê xwarin… Diya wê di bin çavan re tim lê …

  • 12 October

    Xweşikiya Pezkûvîyê

    Pezkûvî tî bûbû, rabû çû ser gola avê, da avê vexwe. Dêma stûyê xwe dirêj kir ji golê avê vexwe, di avê de ‘eksa xwe dît. Pêşî qiloçên xwe yên gir û dirêj dîtin. Gelek kêfa wî bi dirêjî û giriya qiloçên wî hat. Lê dema ‘eksa çaqên xwe dît, …

  • 11 October

    Qîzika Sêwî Û Hûta Heftserî

    Hebû tunebû, qîzikekî sêwî hebû, bi zarokên gundiyan re ji xwe re diçû ber berx, karik û golikan. Rojekê li ber berx, karik û golikan yekê ji zarokan tir kir û ketin nîqaşa tirê. Her yekê bi qaydeyekî sond xwar, yekî bi serê birayê xwe, yekî bi serê golika xwe …

  • 5 October

    Baba Serhengê Dewdanî (935-1007)

    Ew helbestvan û ji pîrên yarsaniyan bû, navê wî Baba Serheng kurê Îbrahîmê Dewdanî ye. Peyva Baba li cem yarsaniyan hevwateya peyva pîr e. Ew li Hawramanê li devera çiyayê Şahoyî li jêriya bajarê Sineyê ji dayik bûye û laşê wî li gundê Tewêleyê hatiye veşartin. Wî bi goranî helbest …

  • 5 October

    Îrec Mêhrbexş: Her zaraveyeka kurdî bi qasî zimanek e

    Ji ber cihêrengîya zarave û devokan, kurdî xwedîyê paşxaneyeka têr û zengîn e, her zaraveyek bi qasî zimanekî wêjeya xwe heye û dikare nûnertîya wêjeya kurdî bike. Ji bo pêşgotinê, ez dixwazim hûn li ser asta helbestên kurdî yên klasîk û peywendîya wan bi helbestên klasîk ên zimanên din re …

  • 3 October

    Kamal Soleimani: Dîndar çi Misilman çi ne-Misilman, nikarin li derveyî paradîgmaya netewe-dewletê bifikirin

    Dr. Kamal Soleimani ji zanîngeha Kolombiyayê mezûn bûye û mamoste ye li zanîngeha City University of New York Queens College. Qada xebatên Soleimani, Îslam, siyaset, dîroka Rojhilata Navîn bi taybet pirsa Kurd e. Di van waran de xwedî gelek lêkolîn e û di sala 2016an de jî kitêba wî ya bi navê Islam and Competing …

September, 2018

  • 27 September

    Ne Helbest e

    Nizanim di kevera dile kê ve daliqandî ma me Ew kê ye dest tavêje destê min da min ji keverê bifirîne Firîneke, mîna beybûneke bi per û bask.. Kî ye ew min ji erafa hebûn û nebûnê rizgar bike Kî ye ew mil dide milê min ê ji hev ketî …

  • 23 September

    Mehwî û sêgoşeya hebûn, terîqet û şerîetê

    Di vê nivîsarê de hewl hatiye dayîn bi metodeke hermenotîk, têgihîştin û vegotina Mehwî di nav sê rehend û cemserên hebûn, terîqet û şerîetê de bi mînaka du xezelên helbestvan bê ravekirin û derketin û kategoriyên hûr ên van cemseran li jêr navê eşq, mirin, îma û rexne û rengek …

  • 22 September

    Şêweyeke Edebiyatê : Ceribandin

    Bi kurdî nivîsîna ceribandinan gelek kêm e. Pirtûkên  xwerû bi kurdî ên ceribandinan hindikin. Hinek nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin, ceribandin û kurteçîrokê tevlîhev dikin. Ceribandin û kurteçîrok eynê-heman- tişt nînin. Dema me li ser navê weşanên Helwestê xwest ku pirtûkek ji kurteçîrokên nivîskarên kurd, kurteçîrokên helbijartî amade bikin, hinek …