Formalîstên Rûsî/Teşeparêziya Rûsî

Teşeparêzî, ji wê ekola ku zanist û rexneya edebî ya Rûsî ya ku di navbera salên 1915-1930î de li derdorê Zimannasiya Moskovayê derçûbû re tê gotin [Aytaç, 2016: 124](1). Herçiqas ji ber rejîma Stalînîst nikarîbûne dengê xwe derxin an jî ramanên xwe belav bikin jî, bandoreke wan a mezin li ser edebiyata cîhanê heye. Jixwe binyadgeriya ku di salên 1960î de derketibû û geş bibû dê îlhama xwe ji ramanên formalîstan bigirta. Bi pêşengên weku: Borîs Tomaşevskî, Vîktor Şklovskî, Borîs Eichenbaum, Yurî Tinyanov û Roman Jacobson hin raman û bergehên nû anîn nav cîhana wêjeyî. Teşeparêzî bi fûturîzma serdemê re jî di nav pêwendiyekê de bû û li dijî sembolîzma Rûsî derdiket. Teşeparêzî li hember wê dîtina ku edebiyatê û jiyana rasteqîn bi hevûdu re hildisengand derdiket û digot; divê berhema edebî ji jiyanê azad bê hilsengandin. Lewra li gorî wan, hin rêzikên taybet yên berhema edebî hebûn û divê nirxandina berhema edebî jî li gorî wan rêzikan bihatana kirin. Teşeparêzî li pey pirsa: “Tişta ku berhema edebî ji berhemên din cudatir dike çî ye? ketibû û li gorî wan jixwe bersiv jî eşkere bû: Edebîtî! Nexwe “edebîtî” çi bû?

Edebîtiya ku teşeparêzên rûs destnîşan kiribû bi teşe/şikl, şkênandina qaîdeyan û bi pêşdederxistina zimên re derdiket holê. Li gorî teşeparêzan ew xala serdest ya ku berhema edebî derdibirrî teşeya berhemê ya ku bi rêya ziman derdiket holê bixwe bû. Belê divê erka zimên jî di vî warî de neyê paştguhkirin. “Ji bo wan, tişta ku ji bo helbestvan girîng, tevgera wî/ê ya li hember rastiyê nîne, lê tevgera wî/ê ya ku li hember zimên e”[Moran, 2014: 179](2). Ji ber hindê teşeparêzan digotin ku edebîtî, di pêwendiya metnê ya bi cîhana derveyî de naxuyê, ew bi şkênandina rêzikên zimên û bi ji nû ve rûkêpêkkirina wan peyda dibe. Lewra li gorî wan “helbestvan ew kes e ku zimanê rojane xera dike, cardin wî saz dike, me bi bikaranîneke cuda heyirî dihêle. Yanê tiştekî nas di çavê me de biyanî dike ecêb û xerîb dike. Hemin edebiyet ew taybetiye ku ziman ji mecra heyî derdixe, nexwe divê ew dinyaya ku em hînî wê bûne, sêhra wê di çavê me de betal bûye, cardin bi rengekî nû, bi awirekî teze bîne ber me”[Alan, 2015: 172](3). Ew tiştên heyî û dubarekirî bi rêya şkênandin û biyanîkirinê dibin malê edebiyatê. Êdî ew bejn û bala serwî, çavxezal, awirxenceriya di edebiyatê de bi biyanîkirinan teşeyên din werdigirin û derdikevin pêşberî xwendevan. Jixwe mebesta hûnerê jî ew bû ku hesteke dîtinê ya nû bexşî xwendevan bike. Biyanîkirin û teşeyê tevlihevkirin jî du hîleyên sereke yê peydakirineke bi vî awayî bûn. Li gorî wan edebiyat weku matematîkê li ser pênaseyên sabît nehatiye avakirin, ew hertim di nav geşedanekî de ye û her tim li pey tiştên nû digere. Diyardeyeke dînamîk e. Ew daxwaza avangardîzm û fûturîzmê jî vê dûpat dike. Ev ramanên wan ji aliyê rexnegirên sovyetê yên ku li ser realîzmeke civakî edebîyatê ava dikirin ve bi awayên tund hatine rexnekirin. Kesên weku Troçkî û Lunaçarskî vê bizavê weku ‘eskapîzm’(revîn) bi nav dikirin. Van têorîsyenên marksîst-lenînîst îddîa dikirin ku ev reveke veşartiye ku di eslê xwe de bi mêjiyê burjuvaziya Ewrûpa ve hatiye xemilandin. Weku ku me li jorê jî bi lêv kir, ji ber desthilatiya Stalînîst a despotîk formalîstan ji xwe re qadeke azad ya xebatê nedîtin û piştî demekî bêdeng man an jî derketin derveyî (weku Roman Jacobsonê ku dê bi çûna xwe ya Pragê li ser derketin û geşbûna binyadgeriyê gelek bandor bihişta) welat.

Bendname

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply