Wêjegeh

July, 2018

  • 15 July

    Ber Bi Şemalê Ve

    sinca li ser dilê min bûye sîwan ji ber qirşikên jihevdûr tîna awirên te dadiweşîne bi ser hembêza min de   28 Adar 2003 Salih Turan-Dayik Bê Roj in Weşanên Noş- Hezîran 2014

  • 11 July

    Lêkolîneka Navneteweyî li ser Zaravayên Zimanê Kurdî

    Semînerek gelek balkêş li ser zaravayên zimanê kurdî li pirtûkxaneya kurdî li Stockholmê ji aliyê du zimanzanayan hate lidarxistin. Prof.Dr. Salih Akın û Prof. Dr. Yaron Matras li ser projeyA xwe bi navê  ‘Lêkolîneka Navneteweyî li ser Zaravayên Zimanê Kurdî ” agahdariyek berfireh dan beşdaran. Ev lêkolîn ji alîyê British Academy …

  • 10 July

    Edebiyat/Wêje/Lîteratûr

    Edebiyat Çi Ye? „Edebiyat“,“ wêje“ an „lîteratûr“ sê peyvên hemwate ne. Peyva edebiyatê bi Erebî ye, ya „wêje“ bi Kurdî ye, ya „lîteratûr“ jî bi Latînî ye. Edebiyat ji peyva „edeb“ê tê û wateya vê ya ferhengî „zerafet, nezaket û xweșikî“ ye. Ereb bi xwe di wateya peyva edebiyatê de …

  • 10 July

    bêrî

    di pêlên deryaya biyan de rûdêna zêrîn çavên min xilmaş kirin ez bi tevzînoka bayê te digihînim tenîşta xwe                                                                     14 Tîrmeh 2001 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014        

  • 5 July

    glokên tîrêjkuj

    sawa xilasbûna ji tirsa bê wate min dixe nav pêçeka kul û derdan çarîna qirnê roj bi roj tije dibe ji keserên ku demê li paş xwe dihêlin li nav jiyana berbang vemirî wek glokên berfê ku piştî bayê bihev ve dibin li ser çiyayên roj li wan venamire bi …

  • 1 July

    Jiyan

    Êdî Jiyan min diwestîne Bi gava ji zaroktiyê Ber bi xortaniya xwe ve Xortaniya xwe di xweziyê ixtiyarekî de Di hêviyê zarokekî de dibînim Di xetên nîvê eniya min de Lay kurahiya Dicle û Feratê tême veşartin Tu dibêje vê guherîna fizîkî Ez dibêjim xirbih Bi dirêjbûn û kinbûna sîya …

June, 2018

  • 30 June

    tîrşemalî

    jiyan li ser kêlikên bizmarî min diêşîne biyan dimînim li warên bênav û nedîtî   dîmenên çavên bêsiûd hêsirên ava te dibarînin ji kurahiya ramanên dildar beramberî hesudên ez pêçame   lê ez çiqas ji te dûr bim jî tu min dibî bal xwe lewre êşa min ji keserên rabirdûyên …

  • 29 June

    Salroja serîhildana Şêx Seid e

    Komara Tirkiyê, bi hevkariya Kurdan hat avakirin. Damezrînerê Komarê Mistefa Kemal got, Parlamento ya Kurd û Tirkan e, welat ya Kurd û Tirkan e. Lê piştî demekê netewe-dewleteke Tirk damezrandin û hemû alî bêdeng kirin. Hember vê Kurdan serî hildan. Roja 13’ê Sibatê destpêka Serhildana Şêx Seîd, bi navê din …

  • 25 June

    coşîbayek

    te ez hiştim bê war bê hêlîn û bê dar te xwe dûr kir ji min ez mam bê gul li vir   tu bê dûr im jî yar ku dihele ev dar dibe benîşt ev can li ser pêsîra ji pembû   her ku newq tê pêçan sermest dibim …

  • 16 June

    hêvî

    jiyan ramûsanek bû ji axa evînê geh dibû balîf ji bejna westiyayî re geh jî dibû mijokê te bo ava sor bimije bera didan dûr dikirin dûr dixistin û digotin cehnema te ew neçû ma netirsiya nêz bû her ku xwe diparast dibû afirînerê jiyanê bo te lê bêyî te …