Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Rêzehevpeyvînê Jina (27) – Xecê Rêdûr

“Bingeha xebatên min ji bo mafê zarokan û jinê ye dûrî her nijadek, rengek, zimanek, cinsek…” 1-Lokman Polat – Pirs : 1 – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Xecê Rêdûr – 1. Xecê Rêdûr ,1997 ê ji rojhilatê Kurdistanê bajarê ûrmiyeyê ,zanîngeh beşa lîsansê a …

Read More »

Kirkît

Rizqê mala me di wî kirkît de bû. Etika min bi wî kirkîtî xalî û balîf zexm dikirin û bavê min jî ew xalî û balîf difirotin, pê debara mala me dikir. Bazara xalî û balîfan tune bû, lê yên bi firotina xalî û balîfan karê xwe dikirin pirr bûn. …

Read More »

Romana Dema Selhadînê Eyûbî û Êrişên Xacperestan

Fatîh Aydîn, di eniya wêjeya kurdî de navekî nû ye. Wî bi şêweyek, stîlek nû, bi honakek hunerî berhemek edebî/wêjeyî afirandiye û herweha di nav eniya wêjeya kurdî de cihê xwe girtiye. Wî bi navê ”Sefernameya Hezar û Yek Fersengî” romanek nivîsiye. Roman di nav weşanên ”Lîs”ê de li Amedê …

Read More »

Pîj

Ez Hemê Mihemedê Memê me. Li vê dinê derewîn min xwest ku ji etika xwe Zêwê Husê re pîjekî bistînim. Wî zemanî, yanî sed salî berê em koçer bûn, ji bo pêdiviyên xwe diçûn Meletiyê. Mal û warên me li Çiyayê Spî bûbûn. Em li bakûrê Çiyayê Spî diman, rûyê …

Read More »

Adarê! Dêmê Qamişlo..

Adarê! Di pencereyan re Xuya dike Di nav lihevketina pêlan de Bi ser me de Dibare Di çîrokên bahoz û xemgîniya demê de Şil dibe, Bêrîkirin jê di fûre.. Û Çepel û megrûdî jî Hewil didin ku Canê xwe ji Netebitîbûnê aram bikin û Xwe ji şewatê bi parêzin..! Adarê! …

Read More »

Sînem – Evîna Feqiyê Teyran û Sînemê

Dema ez navekî nivîskarek jin li ser pirtûkek kurdî dibînim gelek keyfa min tê. Bi taybetî jî nivîskarên jin ên ku roman dinivîsin hîn pirtir bala min dikşînin. Hetanî niha çi romanên kurdî ên romannivîserên jin derketine min kiriye, xwendiye û li ser gelekan gotar nivîsiye, şîrove kiriye, nirxandiye. Dema …

Read More »

Di 33 Saliya Koçkirina Mihemed Şêxo de

Bi vê helkefta ku 33 sal di ser koçkirina Hunermend Mihemed Şêxo re derbas dibe, bi min xweş e ku ez rola wî di parastina ziman û pêşxitina muzîka kurdî de diyar bikim. Bêguman rola Mihemed Şêxo di parastina zimanê kurdî û pêşxitina muzîka kurdî de zor mezin e. Wî …

Read More »

Hevaltiyê Kew û Ço û Tizbîyê

Em sê heval bûn. Omerê Mem Çolê, Îmamê Mastê Çuçê û Xalê Keçê. Me çi kir, çi ne kir! 80- 90 sal umir. Me çavên xwe li Çiyayê Qizildaxê vekir, paşê dewr û dewranê li Çiyayê Spî. Gava ku em ji dest û pîyan ketin, em dîsa vegeriyan cîhê destpêka …

Read More »