Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Ez û Alî Gurdilî û Roja Felsefeya Kurdî

Ev nivîsa min ji berî çend salan ve ye. Ji dema ku mamoste Alî Gurdilî xwediyê malpera (Felsefevan), ji min xwest ez tiştekî li dor 9ê Adarê wek (Roja Felsefeya Kurdî), binivîsim.. Wê hingê çendî ponijîm, min nas nekir çima wî 9ê Adarê wek roja felsefeya Kurdî bijartiye?! Pêre pere …

Read More »

Jina Kurd û Edebîyat

Edebîyata Îslamî û  Jina Kurd Dîroka jina kurd wek gencînîyek weşartî maye.  Taybet di warê edebîyatê de gelek kes wîsa dihesibîne,  wekî ku qet muhedis, helbestvan romanûs û zimanzanên jin tune ye. Di vê nivîsê de min xwest ez li gor zanebûna xwe bersiva pirsa gelo jina kurd ji dîrokê …

Read More »

Kozika Min

Niha li ser xaniyê me yî kevn im, di kozika xwe de van ristan lê dikim. Di kûrahiya dilê min de sitrana Omer Dizeyî: Birîndar im. Ev mala me yê berê ye. Niha bûye xirabê; kes tê de nejî. Xencî kavil e; nema pêjna kesî Me koçê perî gund kir. …

Read More »

Kalepîrê Ku Romanên Evînî Dixwîne

Dema ez bibime kalepîr ez ê jî dê wekê kalepîrê lehengê romana Luîs Sepulvêda romanên evînî bixwînim. Romana wî ya bi navê “Kalepîrê ku romanên evînî dixwîne” gelek xelat wergirtiye û li gelek zimanên cîhanê hatiye wergerandin. Min wergêra wê ya bi tirkî û swêdî da berhev û xwend. Xwezî …

Read More »

Gotinek di Roja Zimanê Dayikê de

Wek ku diyar e her miletek di cîhanê de, pênasîn û hebûna xwe bi zimanê xwe dide naskirin; li Erebistanê zimanê Erebî nîşana hebûna miletê Ereb e, li Tirkistanê zimanê Tirkî nişana hebûna miletê Tirk e, wiha jî li Kurdistanê zimanê Kurdî nîşana hebûna miletê kurd e. Di nav gelên …

Read More »

Şanoya Antîk a Yewnanê

Welatê Yewnanê navend û destpêka şanoyê ye. BÎ (Berîya Îsa) 550PÎ (Piştî Îsa) 220 de dema zêrîn a Şanoya Antîk bû. Payîtext Atîna bi şano û şanogehên we cihê herî navdar bû Helbestvan Thespîs şanogerê yekemîn e. (Koro-Bersiv) Lîstîna şanoyê ji jinan re qedexe bû. Karekterên jin ji alîyê zilamên …

Read More »

Rêzehevpeyvînê Jina (26) – Evîn Çîçek (2)

  Beş – 2   Lokman Polat – 6) Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe? Evîn Çîçek: Niviskarî bibe karek(şixulek) profesyonel. Ne bi amatorî pênus verin şixulandin. Niviskar serî de nebin kopyaker, texlîdkerên hin kesên din. Bi têybetîya, cûdatîya xwe werin naskirin. Mihra xwe li demê …

Read More »

Şîr û Şerav

Şîrbirako, min di dojeha te de têkçûna kurikiya me dît, nizanim te di çavên min de bêhna bihûştê hilgirt an hilnegirt. Tu bêxatir û bêdestûr çûyî û te li paş xwe mêze nekir. Şîrê me diçelqî û herîmandin ne dûr bû. Tu bi qurçikan ketibû can û bedena xwe, birayê …

Read More »

Pêlavên Dirîyayî

Lokman Polat Hinek pirtûk hene mirov dike nake nikare bi tevahî bixwîne, xwendina xwe nivî de dihêle. Heta hinek nivîskar hene mirov hinek pirtûkên wan bi tevahî dixwîne û diecibîne, lê hinek pirtûkên wî/wê jî nîvco dihêle, naecibîne. Ez bi rastî û duristî bibêjim ku; min pirtûkên bi taybetî jî …

Read More »