Çandname eKovar – 4

Xwendevanên Hêja û Birûmet;

Kovara Çandnameyê bi jimara xwe ya çarem derket. Li kovargeriya kurdî pîroz be. Dîse kovara me bi mijarên curbicur û rengînbûna xwe bûye keşkuleke kelepora medern û ya klasîk. Bo hemû nivîskarên xwe re sipasîyên xwe dişînin. Di nav bazarek wilo kesat de bi dildarî piştgiriyê didin kovara me. Dîse em sipasîyên xwe bo hemû şopînerên xwe re dişînin ku di vê bazarê de berhemên me biqîmet dikin.

Şopînerên delal em di heyamake zor û zehmet re derbas dibin, me got bazara me kesat e. Ji aliyek din rewşa me kurdan di nav miletên dinyayê de ji aliyê rêvebirîyê pir xerab e. Nexweşiya koronayê jî li cem nexweşiyên me yên derûnî ketin nav meselê û kar û barên kurdî ketin bin zehmetê. Lê kurdên me yên bi xîret di demek kurt de adapteyî heyama nû bûn xebatên xwe demek kurt de derbasî qada sehî an go dîjîtalê kirin û niha ji berê behtir çalakiyan dikin. Helbet di her zahmetiyê de rêyeke rahmetê jî heye. Em hevî dikin bi vê guherîna nû pîştî heyama koronayê kurdên me bi xîretên xwe bidin pêşîya gelek miletên din.

Amadekirina kovarekê pir zehmet e. Rêvebirin ji aliyekî, avakirin ji aliyekî wek du baskan divê bi hev re bixebitin da ku berhemek xweşik derkevê holê û kovargerî ne karê kesekî ye karekî komekê û kedeke kollektîf e. Ji destpêka Kovara Çandnameyê heta îro me pir zehmetî kişandin hin caran demên duvdirêj navber da kovarê lê dîsa jî me dev jêberneda ji ber ku em vî karî wek deynekî neteweyî dibînin, ji ber kar û barên me yên bi zehmet alîkariya me bi nivsên nû yên bi xîret heye. Bo xebatên xwe û kovara xwe bi pêş de bibin ji vir em bangî hevalên bi xîret dikin ku werin bi dildarî tevlî vê xebata pîroz bibin.

Di vê jimarê da van hevalan bi nivîsên xwe piştgirî dan me:

  • Lokman Polat bi nivîsa Di Edebiyata Kurdî De Rêzeroman
  • Ömer Dilsoz bi nivîsa Derdê Colemêrgiyan Di Alema Kurdîyê De
  • Sermedar Siriûs bi nivîsa Gêjevang, Navbirka Reş Û Spî; Hişê Milletekî
  • Xalid Celalî bi nivîsa Bi Çavekî Zanistî Gergûn Û E
  • Cüneyt Yazici bi wergera Endîşe (Metirsî)
  • Paşa Amedî bi amadekirina nivîsa Dirûnkar
  • Cüneyt Yazici bi vergera Ji Bo Rûyekî Birqok Em Çi Bikin?
  • Axa Kurdikî bi helbesta KURMANCÎ
  • Mihemed Hesko bi helbesta Pêşberî
  • Mela Mihyedîn bi nivîsa Diljen Ronî re hevpeyvîna bi navê Bijişkekî Jêhatî Û Dengxweş
  • Konê Reş bi nivîsa Mîrzade Sînemxan
  • Zîndîwerzan Zelal Kurdî bi nivîsa Ji Bo Zarokan Feydeyên Vexwarina Şîr
  • Faysal Dağli bi nivîsa Efrîn; Dîrok Û Erdnîgariya Zêrîn
  • Dîyadîn Akdemîr bi nivîsa Ji We Dikim Îstîrham Bixwînin Hûn Bi Temam
  • Zîwer Îlhan bi nivîsa Ferhengoka Çanda Rezberî û Miştexê
  • Fzt. Mustafa Önal bi nivîsa Piştî Vegirtina Koronavîrusê Rewşa Tenduristîya Laş

tevlî kovara me bûne.

Edîtoryaya Çandnameyê

 

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Şiroveyek

  1. Ramazan YAMAN

    Xebata we gelekî hêja ye. Ez we ji dil û can pîroz dikim. Hûn her hebin.

Leave a Reply to Ramazan YAMANCancel reply