Çanda kurdî li fûara navnetewî tê nasandin

Fûara Tûrîzmê EMİTT 21mîn car bi beşdariyeke mezin deriyên xwe li Stenbolê vekirin. Bi dehan welat û bajarên cîhanê jî standên xwe danîn. Bajarên Bakurê Kurdistanê jî, bi taybetiyên xwe bang li geştiyaran dikin. Şal û Şepika Sêrtê jî dezgehê xwe danî û li benda piştgiriyê ye.

5mîn fûara herî mezin a cîhanê ya geştiyariyê EMİTT 21mîn car li Stenbolê mazûvaniya bi dehan welat û bi bajaran dike. Hewleke mezin tê dayîn da ku sala bê ji bo geştiyariyê bibe saleke baş.

Bajarên Bakurê Kurdistanê jî bi cîhûwar û berhemên Kurdistanî li fûarêne. Amed bi bircên xwe, Îdir, Mûş, Batman û bajarên din bi balkêşiyên xwe, Colemêrg bi hingivê xwe û Şirnex bi kêştiya Nûh li li fûarêne.

Nûnerê Standa Colemêrgê Hakan Taş ji Rûdawê re wiha got: “Em weke Colemêrg bi kîlim, penêr, nan, hingiv, gûz me anîne. Lê armanca me ew e ku bêhtir xelk bête Colemêrgê. Bu geştiyariyê vekirî be.  Me şer nevêtin, aştî, biratî însalix divêtin. Armanca me ya esasî ev e ku em xwe bidin naskirin.”

Pisporê Projeyan li Parêzgeha Şirnex Hazim Yucun got: “Hedefa me ewe ku em berhemên Şirnexê, Kêştiya Nûh Aleyhûselam û hingiv bidin naskirin bi dinyayê. Da ku xelk me xirab nasneke û geştiyariya Şirnexê em pêş bixin.”

Li fûarê li çar aliyê Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê çi reng hebin, têne nîşandan. Her bajar bi yê din re di pêşbirkekê de ye da ku geştiyaran berv bi xwe ve bikêşe.

Qumaşên şal û şapik li cîhanê di nava çend qumaşên saxlemtir û ekolojîktir de tê nîşandan. Lê mixabin nekariye ku ji sînorên navçeya Dihê ya Sêrtê dereve û bibe malê cîhanê. Sedem jî merqe û kompaniyên mezin û nebûna piştgiriyê ye.

Midûrê Navenda Perwerdahiya Gel a Sêrtê Seyfettîn Çelîk jî wiha axivî: “Di navbera van cilikan û yên fabrîqe de ev ferq heye. Ev gelekî rehettirin, Havînê hênikin, zivistanê germin. Pir rind in.”

Qumaşê şal û şepik, ji ber ku bi kedeke mezin tê honandin gelekî biha ye. Tenê caketêk bi 2 hezar lîreyê Tirkiyê (600 dolar) ye.

Hosteya Honandina Şal û Şapik Nezahat Înan jî  got: “Qumaşê me tenê bi destan tê honandin û dîroka vê jî ne diyar e. Ev ji hît tê çêkirin. Sedî sed xwezayî ye. Temenê vî qumaşî gelekî dirêj e. Ev berhamî tê ji bîrkirin. Sed sal e ku honandin bi dawî hatiye. Me projeyek pêşkêşî şaredariyê kir û wan piştgiriya me kir. Em weke grûbek jin di dezgehên kevn de dihonin. Jinek rojekê 2 metreyan dihone. Dema fabrîqe vebûn qumaşê me hate ji bîrkirin.”

Vê bermahiyê bala hin zankoyan jî kişandiye lê heta niha tu projeyên baş deneketine. Şal û Şapik li Bostonê di muzexaneya qumaşên herî saxlem de jî tê nîşandan. Sêrt û Dihê, li benda piştgiriyê ne da ku ev qumaş bibe merqeyek cîhanî û ew navçejî pêş bikevin.

Rûdaw

Derbar Çand Name

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply