Şoreşa pîşesaziyê, petrol û peymana Lozanê

Bikaranîna makîneya hilmê (dûkelê) agirê vê şoreşê xurttir kir. Piştî ko Makîneya dûkelê di şoreşa pîşesaziyê de kete kar Awrûpayîyan çehvên xwe li enerjîyek dinê gerandin. Ew jî petrol bû.

Mebest bi îmzekirina peynama Sykes-Picot, bidestxistina petrola herêma Rojhilata Navîn bû. Da ko bikaribin vê petrola hanê di ser Derya Sipî re bighînin bazara cîhanê. Le Awrûpa peymana Sykes-Picot jî bes nedîtin, pêdivî bi peymanek dinê dîtin. Ew jî peymana Lozanê bû. Yanî pertol bû faktoreke mezin bo îmzekirina peymana Lozanê. Dewlemendî û kapîtalîzma Awrûpa bi pertolê pêş ket û geş bû.

Dema ko em dibêjin: “Bila peynama Sykes-Picot hilweşe, mebest li Rojavayê Kurdistanê Kurd bighêjin heta Derya Sipî. Ji boy çi Rizgarîya Rojavayê Kurdistanê ji boy hemû parçeyên Kurdistanê girîng e? Çunke biryara ragihandina dewleta Kurdî di rizgarîya Rojavayê Kurdistanê re derbas dibe. Ji ber ko tixûbê vî parçeyê hanê digihêje heta Derya Sipî.

Wê çaxe Kurd dê bikaribin pertola xwe bi awayekî serbestî, di ser xaka Rojavayê Kurdistanê re bigihîne bazara cîhanê. Û ya dinê jî, pêdivîya Başûrê Kurdistanê bi pabendîya İraqê namîne, lewra dema her du parçeyên Kurdistanê bibin yek (Rojava û Başûr), ragihandina dewletek Kurdistanê ya serbexoyî jî hêsantir dibe. Ya sêyemin jî, rizgarîya Rojavayê Kurdistanê dê çarenûsa her du parçeyên dinê (Bakur – Rojhilat) tayin bike. Ger PKK/PYD ji vê plana hanê re nebin asteng.

Hetta ko Peymana Sykes-Picot ji bingeh de hilneweşe û Kurd neghêjin heta Derya Sipî, peymana Lozanê jî hilnaweşe û Kurd dê her pabendî dagirkerên xwe bimînin.

Di şert û mercên îroyîn de, ne mumkun e ko peymana Lozanê hilweşe. Ji ber ko hê ti doz û armancek Kurdan bo xwe bighîhin heta Derya Sipî tine ye, her wiha, Başûrê Kurdistanê jî mecbûr e petrola xwe di ser xaka Tirkî re derbasî bazara cîhanê bike. (Ko di eslîyetê de petrola Başûrê Kurdistanê di ser parçeyê Bakurê Kurdistanê re derbas dibe, lê di bin dagirkerîya dewleta Tirkî de ye. Her çend ko borîya petrolê ya Başûrê Kurdistanê di ser cografyaya Tirkî re derbasî Derya Sipî dibe, lê ev xak, xaka Bakurê Kurdistanê ye.).

Tirkî bi şirîkatîya petrola Başûrê Kurdistanê dê temenê peymana Lozanê dirêj bike.

Ber vê çendê bawer nakim ko Başûrê Kurdistanê karibe biryara ji İraqê veqetandinê bistîne û serxwebûna xwe rabigihîne. Ger serxwebûnê rabigihîne jî dê ne serkeftî be. Ji ber ko tenê borîya nefesê bo Başûrê Kurdistanê Tirkî dimîne û dibe parçeyekî dewleta Tirkî.

Eger hûn ji dagirkerekî xwe veqetin û pabendî dagirkerekî xwe yên din bibin, ti wate ji ragihandina serxwebûna we re tineye. Dagirker, heman dagirker e, ti cudahî di navbera dagirkerên we de tine ye. Hetta ko lingê peymana Sykes–Picot yê dinê neyêt şikestin, Kurd nikarin serxwebûnê rabigihînin. Xakî erdnîgarîya Kurdistanê tenê bi sê-çar wîlayetên Başûr ne qaîm e.

Ji xwe dewleta Tirkî şarên Kerkûk û Mûsilê di nav tixûbê mîsaq-î millî de dihesibîne.

Û Amerîka jî, di şert û mercên îroyîn de piştevanîya ragihandina Kurdistaneke serbixwe nake. Heta ko statukoya, ango ya Rojhilata Navîn hilneweşe, Kurd nikarin serxwebûna xwe rabigihînin. Piştî hilweşandina statuko, di demên pêş de, Amerîka û Awrûpa, dê piştevanîya biryara ragihandina Kurdistana serbixwe bikin.

Mehmet Emin Özbilen/Riataza.com

Derbar Çand Name

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply