Mamoste êvarekê bû mêvanê Abdurrahîm Zapsu (Ebdurrahîm Rehmî Hekarî) .
Wê demê ez ciwanekî kurd ê neteweperwer bûm. Min ji wî re got, ‘Tirkan tu avêtin zîndanê, sirgûn kirin. Min got, ‘Hûn hewl didin ku wan bibin bihuştê.’
Bi çavên tijî zanîn û ronahî li min zivirî û bi şêrîn keniya.
Got; Abdurrahîm ev ciwan kî ye?
Abdurrahîm got, Seyda, ev xort zavayê min e.
Got, ‘Wey lawê min, were cem min’. Ez çûm cem wî û wî milê xwe li stûyê min pêça û ez maç kirim.
– Kurê min tu hîn zarok î, tu nizanî ez çi dikim. Got bixwîne û fêr bibe.
Mîrateya ku dema mir li pey xwe hişt; Ew ji cotek gore, du kinc, sêlikek(sepet) û tê de destmalek, xalîçeyekê nimêjê û misînekî pêk dihat.
Erka min e ku ez wî wek mirovek û neviyê wî bi rêzdarî bibîr bînim.
Jêder: Mûsa Anter,
Kovara Esmer