Ber Bi Hebûn û Tunnebûnê Ve

Jîyan e ya hebûnê û tûnebûnê di hundirê xwe de dihewîne eynî mîna Yîng û Yangê. Her tişt di hundirê xwe de dijberê/a xwe dihewîne. Heger yek nebe meriv nikare behsa duduyan bike, ya ku yekê diafirînê duduye û ya duduyan diafirîne yek e. Her tişt bi dijberê xwe watedar e û her tişt wisa ketine hundirê hev meriv nikare wan ji nava hev veqetîne.

Heger gul bê strî baya ma qedrê gulê dihat zanîn?

Na, qedrê gulê qet nedihat zanîn ji ber ku tişta bi rehetî tê bidestxistin qedrê û qîmeta wê namîne. Ji bo qedr û qîmetê ked pêwîst e. Tişta bê ked be, ne tamê wê heye û ne jî qedrê wê. Çiqasî meriv ji bo tiştekê bixebite û keda xwe li mesref bike ew çend li ber çavan pîroz dibe.

Hemû êş û belaya tê serê bilbil ji eşqa gulê ye lê gula rewnaq jî ji eşqa bilbil e.

Gul ji bo muhefezekirinê xwe bi strîyan dorpêç kirîye. Ya bilbil dike meqamxweş û dengxweş û ew strîyên gulê ne. Herçiqasî bilbil havîrdorê gulê bigere jî ew strîyên gulê yek bi yek dilê bilbilî disotin. Bilbil bi saya gulê hebûna xwe eşkere dike û bi saya bilbil xweşikbûna gulê derdikeve meydanê.

Herkes dixwaze hebûna eşkere bike û xwe bide zanîn. Ji bo ku em hebin hewcedarîya me bi kesên din heye. Kesên din nebin em ê jî nebin û em nebin dê ew ê jî nebin.

Ma ne ew Xweda bû wiha digot: “Ez xezîneyek veşartîbûm, min xwest bê zanîm û min kaînat afirand” (Keşfu’l-Hafâ 2/156). Yê ku xwedî hertişt xwestîye bê zanîn û ji bo vê yekê ked daye û hertiştê li ber çavên me afirandîye.

Lê hertişt bi dijberê xwe heye herçiqasî Xwedê ji bo em Wî binasin û jêre taet bikin em afirandibin, ji me hin kes radibin bi gotinên xwe, bi fikir û teorîyên xwe Xwedayê hertişt xuliqandî tune kirine. Ev kes Friedrich Nietzscheyî bi xwe ye. Nietzsche eşkere dike ku ramana Xwedê êdî nemaye Xwedê xwe bi destê xwe tunnekirîye.

Tiştekî pir sosret e ji bo hebûnê meriv xebatekê bike û bi wê xebatê meriv tunnebibe. Ev êşek bê dawîya û ez wisa difikirim êşa herî dijwar gerek ev be.

Gava Xwedê em ji herîyê afirandin û şekil da herîyê êdî ma bû yek tişt. Ew can (Ruh) bû. Xwedayê ku malikê milkê ezîm radibe û ji ruhê xwe hebekî pifî ewî peykerê ji herîyê çêkirîye dike. Lewma mirovên xwedî îradeya cuzzî hebekî xwe wek nîvxwedayî dibînin.

Ev mirov ji bo hebûna xwe eşkere bikin û bidin zanîn hin tiştên bi mantiq û carna jî bê mantiq dikin.

Hin kes bi fikrekî, hin kes bi xebatên baş, hin kes bi xebatên xirab, hin kes bi zurîyeta xwe, hin kes bi mal û milkê xwe dixwazin hebûna xwe li vê dinya beşerî bidin zanîn û li ser me bidin qebûlkirin. Di nava van kesan de yê bi kêrî me tên fikrên baş in û xebatên baş in. Bi saya wan mirovahî, teknolojî û zanist pêş diçe.

Hebûna hin kesan jîyana merivan xweştir û rengîntir dike. Bi hebûna wan kesan jîyana merivan dibe çîrokek ji çîroka bexçe Edenê. Bi saya wan kesan kul û derd siviktir dibin. Bi saya wan şewqa mala hinekî din geştir dibe.

Lê hebûna hin kesan jî jîyana merivan xirabtir û tarîtir dike. Bi hebûna wan kesan jîyana merivan di çaleke dojeha Dantê de derbas dibe. Bi saya wan kesan kul û derd girantir dibin. Bi saya wan şewqa mala vedimire.

Hewceye meriv wan insanên xirab di jîyana xwe de tunne bike û hewceye meriv insanên baş jî di jîyana xwe he bike.

 

Mele Mihyedîn

 

 

 

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply