Roman çima tên nivîsandin?

Mebesta min ji vê pirsê ne ew e çima mirov berê xwe didin bikaranîna vegotinê, lê mebesta min ew e ez vê pirsê li ser romanê wek janreke nû bikim. Em dikarin vê pirsê bi awayekî din jî bikin: Gelo ji ber çi romannivîsan ev janr ji bo derbirînê afirand?

 

Eger em vegerin sedsala şazdehem, eşkere ye ku mirovatî di kêşe û pirsgirêkeke kûr û mezin de dijiya, bi sedema wê şêweya desthilata olî ku temamiya Ewropayê dagir kiribû. Ji sedsala şazdehem ve serdema olê wek temamiya desthilatan diqede û serdema dinyayî tê holê. Lewra mirov da ku xwe bi awayekî din hem wek kes û hem wek mirov derbibire, radibe romanan dinivîse.

 

Ez dixwazim bêjim ku êdî mirov naxwaze fena qehreman û xwedawend û hêzeke sînorderbasker derkeve. Êdî mirov dixwaze siruşta wî çawa ye wiha nîşan bide, siruşta xwe di dinyayekê de ku hêza xwedawendan ne amade ye, yan cihê gumanê ye, nîşan bide.

 

Belgeya me jî ew e ku em dibînin çawa Don Kîşot tinazî û qeşmeriyê bi qehremanbazî û hêza dersiruştî ya mirovan dike. Em dibînin Don Kîşot wek mirovekî, eger bixwaze xwe wek qehremanekî nîşan bide, çawa dibe pêkenok û qeşmerokê xelkê, çawa aşê bayê li ber çavên wî dibin keleh!

 

Bi baweriya Ernesto Sabato (1911 – 2011) di kitêba “Nivîskar û Sîberên Wî” de, di serdema nû de mirov hingî bi destê teknolojî û pêşketinê bikêşe ye, ber bi têkçûn û nemanê ve diçe. Lewma êdî xeyalên reha û şaristaniyên efsaneyî nabin meydana mirovan, lê wijdan û derûna mirov bûye meydana hevrikiyê. Êdî efsane nikarin dudilî û astengiyên civakî û metafizîkî yên mirovan nîşan bidin.

 

Romannivîsekî wek Milan Kundera di her sê pirtûkên “Hunera Romanê”, “Perde” û “Wesiyetên Xiyanetlêkirî” de, ku ji bextê çê her sê ji aliyê Kerîm Pereng ve ji bo zimanê Kurdî (Zaravaya Soranî) hatine wergerandin, bi hûrbînî behsa awayê nivîsandina romanê dike.

 

Di pirtûka “Hunera Romanê” de, Kundera pir bi hûrbînî erkê romanê destnîşan dike û dibêje: “Tekane behaneya hebûna romanekê di wê yekê de ye ku aliyekî nenaskirî yê jiyanê bibîne, ne tenê ev, lê aliyekî ku tenê roman dikare bibîne. Romanek heta niha warekî nenaskirî yê hebûnê nebîne bê moral e. Marîfet tekane morala romanê ye.” (Hunera Romanê, r. 30.)

 

Anku tiştê ku pirtûkeke felsefî yan tezeke felsefî dike, romanê jî dike. Rast e v gotina Kundera ne gotineke qutebirr e, lê tiştê ku Don Kîşot derbarê serkêşiyê dike, ma ne pirsgirêka mirov e?! Ma gera li demê û tiştên jidestçûyî li ba Marcel Proust ne pirsa mirov e?! Ma Oxir be ji şer û çekan re li ba Hemingway û aramkirina bereyeke cengê çi li rojava yan rojhilat li ba Erich Remarque ne tez û hewldanên mirov in?! Yanî romannivîsandin hewldaneke hebûnnas ji bo dîtina bersivê ji hemû kêşe û pirsgirêkên wicûdê ye.

 

Alain Robbe-Grillet (1922-2008) di gotara “Ez dinivîsim da bizanim çawa dinivîsim” de derbarê ka çima romanê dinivîse, yan nivîsandina romanê çima! Dibêje: Bi baweriya me roman tenê vekolîn e, lê vekolînek ku nizane derbarê çi ye û armanca wê çi ye. Ev gotin erkê romanê diyar dike, mebest ne ew e ku nivîsandina romanê karekî bê plan û metod e, lêbelê hewldaneke ji bo vekolînê li ser her tiştî, dikare li ser her babetekê  vekolînê bike.

 

Roman tê nivîsandin da ku ew pirtûkên ku nikarin bigihin her cihekî ji bo kifşkirinê, roman bi vê rolê radibe. Lewra roman di demeke kin de bû rikeberê şiîrê, tew hinek rexnegiran dema mirina şiîrê destnîşan kir, çimkî di sedsala bîstan de êdî helbestê nikarîbû realîteyeke bedewtir û çêtir ji realîteya ku heye ji mirov re çêbike.

 

Erkê ku romanê danî ser milê xwe, wek Gulşîrî di hevpeyvînekê de dibêje: Roman realîteyekê li hemberî realîteya ku di cîhanê de heye çêdike. Çêkirina wê realîteyê hewldaneke ji bo ku mirov xwe ji vê realîteya ku tê de dijî rizgar bike. Anku roman ji sedsala şazdehem û heta niha rizgarkera mirov e, mirov dikare felsefe, siyaset, kultûr, şaristanî, aborî…hwd di nava romanê de bi cih bike û behsa wan bike.

 

Ev geşbûna berdewam a romanê ji valahiyê nehatiye. Wek Kundera dibêje: Her romanek bersivek e ji romana berî xwe re. Tiştê ku pir girîng e roman mirov ji jibîrkirin û jibîrçûnê diparêze. Roman pasevana marîfeta jiyana mirov e û hewla kifşkirina jiyanê dide. Xwîner bi rêya romanê fêr dibe û zanyariyan bi dest dixe. Roman me fêr dike em hizrîna kesayetiyan bixwînin û çawa bi kesên li derdora xwe re tevbigerin. Anku roman dikare li şûna psîkolojî û sosyolojiyê hewla fêrkirina me bide, tiştê ew ji me re dibêjin, roman jî dikare ji me re bêje. Roman ne vegotineke sade ye wek em hizr dikin, lê pir aloz e. Roman ji me re dibêje, tişt pir ji wê aloztir in ku em li wan difikirin.

 

Anku serdema romanê serdema tiştên aloz e. Gelo ma tiştê Kafka di romanên xwe de sawêr dike, ne axaftin e li ser sîstema ku mirov îtaetkar û stûxwar dike? Serdema me ya niha mirov stûxwar an îtaetkarê berhemên xwe dike, gelo ma mirov ne stûxwarê mobayl, internet û sîstema fermangehan e? Bêguman stûxwar e. Tiştê ku Kafka di destpêka sedsala bîstan de di Metamorphosis û Koşk û Dadgehê de wêne kir, bi dirêjiya sedsala bîstan bi cih hat, tew di sedsala bîst û yekê de kûrtir jî dibe. Karakterê Samsa tevî ku dibe kêzik jî, her xema wî ew e çawa bigihe ofîsa xwe.

 

Mirovê vê heyamê hemû xema wî ew e şarja mobayla wî xilas nebe. Roman kultûr e. Roman her tim karên mezin dike. Roman ew zemîn e ku mirov dikare realîteyekê tê de çêbike, cuda ji wê realîteya ku tê de dijî. Anku gelo heye rojek bê mirov êdî romanê nenivîse? Gelo wê rojek bê ku roman tê de winda bibe?

 

Heme Mentik-Rudaw

Ji Soranî: Besam Mistefa

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply