Bedîê Zeman Seîdê Kurdî li Diyarbekirê hat bibîranîn

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, yek ji alimên mezin ê Îslamê Bedîê Zeman Seîdê Kurdî; di 58’emîn salvegera wefata xwe de bi mewlûd û çalakiyan hat bibîranîn. Li Mizgefta Mezin a Diyarbekirê, ji bo bibîranîna alimê sedsalê bernameyek hat lidarxistin. Nivîskar û lêkolîneran jî dan zanîn; gelek kesên ku dibêjin em li ser şopa Bedîê Zeman in, hîn jî ew fêhm nekirine û fikir û berhemên wî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.

Yek ji alimên Îslamê û mutefekirê navdar Bedîê Zeman Seîdî Nûrsî ango Seîdê Kurdî; bi rasthatina salvegera 58’emîn a wefata xwe, li Mizgefta Mezin a Diyarbekirê ku wekî 5’emîn Harema Şerîf jî tê naskirin, bi bernameyeke taybet ji aliyê bi hezaran kesan ve hat bibîranîn. Li gorî ragihandina lêkolîneran; Bedîê Zeman di demeke wisa de hatiye dinê ku guherînên mezin çêdibûn û di wê demê de jî ji bo ku baweriya civakê xirab nebe û pirsên civakî bên çareserkirin, bi ilm û irfanê têkoşiyaye. Berhemên Bedîê Zeman Seîdê Kurdî, bi 60 zimanan hatine wergerandin û li cîhanê hatine belavkirin. Mela Îbrahîm Xelîlê Amedî jî hin berhemên Bedîê Zeman wergerandine Kurdî.  Li gorî gotinên Amedî; di berhemên xwe de Bedîê Zeman, li ser heqîqet û armanca jiyanê û meseleyên civakî sekiniye.

Nivîskar Mela Îbrahîm Xelîlê Amedî ji K24ê re wiha axivî: “Li gorî ku zimanê me geriya, qeweta me gihîşt, ilmê me ji me re bû alîkar û me jî xwest ku em berhemên ustad wergerînin Zimanê Kurdî da ku miletê me jî jê sûdê werbigire. Û da ku bi propaganda û telqînat û rexneyên li ol tê kirin, xelkê me neyê xapandin û ji rê dernekevin.”

Li gorî lêkolînerên Kurd, li Tirkiye û bakûr gelek cemaet hene ku dibêjin; em li ser şopa Bedîê Zeman dimeşin lê di hin berheman de wekî ku piştgirê dewletê ye tê nîşandan û ji Kurd û Kurdayetiyê dûr tê nasandin. Li gorî ragihandina Endamê Lijneya Rêveber a Weqifa Zehrayê Abdullah Şahîn; li ser hin berhemên Bedîê Zeman guherîn hatine kirin. Şahîn amaje dike ku kuliyata Seyda kuliyeke eqîde ye, bi tevahî destlêwerdanek çênebûye lê ji ber sîstema siyasî, di meseleyên civakî de hin guhertin li berheman hatiye kirin.

Abdullah Şahîn dibêje: “Li ser pirsên Kurdbûyîn û Kurdistanîbûyînê jî û li ser pirsên di derbarê sîstema siyasî ya dema damezirandina komara Tirkiyeyê de jî di nav hin berheman de guherîn hatine kirin. Piştî wefata ustdad, li ser hin ji wan pirsên muxalifê sîstemê bûne, hinek destlêwerdan û guhertin çêbûne.

Lêkolîner amaje dikin ku Bedîê Zeman Seîdê Kurdî, alimê Îslamê bû lê azadîxwaz bû jî. Mutefekirê navdar, jiyana xwe di rêya çareserkirina pirsên civakî de borandiye û projeyên çareseriyê amade kiriye. Lêkolîner Nezîr Gumuş jî tîne zimên ku li Tirkiye û bakûr gelek rêxistinên olî hene ku dibêjin; ’em li peyî Bedîê Zeman diçin û em wî nas dikin’ lê belê piraniya wan rast nabêjin û daxwazên wî bi cih naynin.

Lêkolîner Nezîr Gûmûş got:  “Hûn dizanin Bedîê Zeman digot; ‘ ez ê bi navê Medreset’ûl Zehra medreseyekê vekim ku bi zimanên Kurdî, Tirkî û Erebî perwerde lê were dayîn, lê mixabin Misilmanan piştî wî, li ser vê medreseyê li hev nekir. Kesên ku digotin em li ser şopa wî ne, daxwaz û nêrînên wî nedan ber çavên xwe û bi cih nehanîn.”

Seîdê Kurdî jî ji zindan û sirgûnê para xwe girtiye. Ji Wanê nefî Trabzon, Stenbol, Îzmîr, Antalya, Burdur û Ispartayê hatiye kirin. Lê di dema sirgûnê de jî dest ji nivîsandinê bernedaye û hejmareke girîng a berhemên xwe di sirgûnê de nivîsîne. Çiroka Bedîê Zeman Seîdê Kurdî, di sala 1878’an de li Gundê Nursê yê Xîzana Bedlîsê dest pê dike û di 23’yê Adara 1960’an de li Rihayê di otelekê de bi dawî dibe. Hîn jî cihê gora Bedîêzeman, wekî ya Şêx Seîd û Seyîd Riza nayê zanîn.

Hesen Kosen-Kurdistan24

Derbar ziman

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply