BAWERIYA BI HEBÛNA MILET

Rastî em wekî miletê kurd heta bi mirovbûna xwe re rêzdar nebin û mirovbûyîna xwe bi netewayên cihanê nedin nasîn, tu wextê miletê cîhanê me wekî milet qebûl nakin û ji netewa miletê kurd re rêzdarîyê nagrin.

Berê ku mirov ji bona gelan, dewletan û olan dakevin kolanan bikin qêrîn û gazî, ne razîbûyîna xwe li dijê bûyerên diqewimin bidin nîşandayîn, pir hewceye ku mirov ji bona netewa xwe dakevin kolanan nerazîbûna xwe li dijên bûyerên ku bi serê miletê kurd de pêkhatine nîşan bidin. Hîngê mirov di dilê miletê xwe de dibin qehreman û parêzvanê dadê û rastiya jiyana dilsoz û bi armanca esasê rastiya miletê bi nirxên azad dijîn bi qedir dibin.
Bi sed salane nijada netewa miletê kurd, tevahî nirxên wî ên mirovahî hatiye binpê kirin û di cîhanê de yek dewletekî bi heman olê (DÎN’ê) bawerin nerazîbûna xwe ji bona netewa kurd’an li himber wan dewletên dagirkerd nîşan nedanin û ji bona ku netewa miletê kurd mafên xwe ên xweza û nirxên mirovahî bigrin piştgiriyên xwe nîşan nedanin.

Xweda cc her qewman ango her miletan bi nirxên wî ên xweza va wekî mirovahî afirandiye û ji bona ku mirovahî jiyaneke pak û paqij bijîn mafên baweriya wî bi vîna azad( tercîh) bi çêtirdîtina wî ve hîştiye.

Wekî tevahî miletên cîhanê, mafê miletê kurd e lazime bi tevahî nirxên netewa xwe ve azad bin û li ser xaka welatê xwe de jiyaneke rizgarî bijîn, rêveberiya dewleta kurdistan kurdbin.
Lewra hewcetiya me em wekî miletê kurd li ser xaka welatê xwe ji bindestî azad bin û welatê me ji dagirdkedan rizgar bin heye.
Tevahî nirxên mirovahî şeklê jiyana kurdewarî, bîr û baweriya xwe azadî bijîn, hîngê mafê miletê kurd çêdibe ji bona meletê ku lê zilmû zordarî tê kirinê dakevin kolanan dengê nerazîbûyîna xwe bi ser neteweyên cîhanê re bidin nîşandayîn. Rêz girtina ji baweriya ku ji hev cûdanin re.

Di cîhanê de miletê ku rêzdariya wî ji bona nirxên netewa wî û ango baweriyên civaka ku bi girêdey baweriya jihev cûdanin û gel hevde dijîn re tunebe, ew mileta tu wextê wekî nijadî rêzgirtin ji bona wî neyêt girtinê.
Mirov ji bo qedirşînas be baweriya wî bi kîjan olê (dînê) heye qet feq nîne, û lazime bi baweriya xwe re rast û durust bijîn, ji bona ku ji miletekî dinan rêzdarî bigrin.
Ey miletê kurd em hetanê hînê dîroka xwe nebin, hînê rastiya jiyan a bi kurdewariya xwe nebin, heta hînê emr û fermana bi girêdey qanûna xwe nebin, û kurd heta baweriya xwe bi rêveberên xwe neynin, ewê rewşa milet û siyasetmedar ên kurd’an tim di nava lepên derdestan de el emanî dîlketî biminin.
Miletê kurd dema behsa nijada xwe bikin, ev daxweziya mafên wan ên xweza ne, lewra li gora ayetê Qur’an a pîroz sûrey Rûm 22, sûrey hucurat ayeta 13 an fermana Xweda cc le ku her milet li xwe xweyî derketin wekî îbadet ferze bi cîh bînin.
Lewra her xuleka ku mirovahî jiyana zindî dijîn, jiyana wan wekî ezmûna gerdûnî bi mûkafat tête nirxandin û tomar dibe.
Lewra miletê kurd dema behsa mafên xwe ên mirovahî dikin, ew daxweziyên miletê kurd nabe nijadperestî, bê guman doza miletê kurde dozeke pîroze û mafên mirovahî daxwez dikin.

Lazime em wekî miletê kurd mafên xwe ên mirovahî û xweza li gora ayetên ferman a Xweda cc, bi dewletên navnetewî û her weha bi miletê dagirkerdan bidine qebûl kirinê û nerazîbûna xwe destnîşan bidin.
Ey siyasetmedar û rewşembîrên miletê kurd, lazime em tev bihevre hêşar bin û idî neynên leystokên dagirkerdan, bi sedsalane bi bîr û baweriyên me va me derdest kirine û mafên me ên xweza û mirovahî jime girtinin.
Lazime em karên xwe ên rewşenbîrtî bi xebateke dîplomaîk bi milet û siyasetmedarên kurdan û bi girsehiya welatparêzan va nirxên xwe ên netewî bi cîhanê bidin nasîn.
Berê ku mirov alîkarî ji cîranan û hêzên navnetewî bi xwazin, lazime mirov bi xwe re û bi qanûna rêveberiyê re lihevhatî bijîn û baweriya xwe bi hebûna xwe bînin.
Ji bona ku miletê kurd bi vîna azad destûra şeklê jiyana xwe bigrin, tevahî kesên pêşengin û mesûlin, rêvebirin, bi miletê netewa xwe re bijîn. Va xeta hanêjî yek rêyeke wî heye, ew rêya di rêz girtina tevahî miletê kurd û nirxên netewî û baweriya bi DÎN’ê tevahî miletê kurd re derbas dibe.

Behçet Ateş: 11-12-2023

Derbar Behçet Ateş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply