Bangek ji Weşangerên Kurmanc re – Jan Dost

Guman nîne ku weşangeriya kurmancî, bi taybetî li Kurdsitana bakur û tirkiyeyê gihaye asteke baş û pileyeke bilind. Ew yek cihê kêfxweşiya her nivîskarekî kurd û her xwendevanekî ye jî.

Em dikarin weşangerên kurmanc, bi hemû kêmûkasiyên xwe, mîna serbazên peyva kurdî bi nav bikin. Ew in kaniya ku cobarê wêjeyê, çemê ferhenga kurdî bi saya wan tê paarastin û dewlemendtir dibe.

Lê li vir ez dixwazim balê bikişînim ser mijarekê ku ev bûye nêzîkî du salan ez bala xwe bi kûranî didimê û tê digihîjim ku ew ê bibe astengek li ber hemahengiya neteweya kurd û ê bibe  hoyek ji hoyên paşdemayîna kurmancî.

Tê zanîn ku pirraniya berhemên kurmancî, wêjeyî ne: Ferheng in, roman, helbest û çîrok in. Pirr kêm weşanger giraniyê didin mijarên ji derveyî wêjeyê. Mixabin wêje bi tena serê xwe nikare hizr û bîr û baweriyan ava bike. Aliyên din ên zanistî hene pirr pêwist in ku hebin û bi kurmancî, ne bi zimanekî din. Ji bo ku mejiyê min bi kurdî birame, divê ez pirtûkên di derbarê rexneya edebî de bi kurdî bixwînim, divê ez felssefeyê bi kurdî bixwînim, divê ez pirtûkên gerrokan bi kurdî bixwînim, bi kurtî divê poirtûkên kurdî bibin neynika pirralîbûna jiyanê, ne ku tenê em bi romanna û dîwanên helbestan dilê xwe xweş bikin.

Ev yek çawa pêk tê?

Li başûrê Kurdistanê weşanxaneyên kurdî ji demek dirêj de ye, berhemên Kant û Hegel û Arsito û Rolan Barth û Sartre û ji bilî wan jî werdigerînin. Êdî xwendevanên soran hişê xwe, mejiyê xwe bi kurdî ava dikin. Zimanê soranî, da ku hinek xwe li erdê nexin û ne engirin em bibêjin zaraveyê soranî, êdî pirr pêşde diçe û ferhenga xwe her ku çûye ferehtir kiriye. Helbet ev yek cihê kêfxweşiya me ye, helbet ev yek ê li pêşerojê ji bo neteweya kurd bi tevayî bibe serbilindiyek.

Lê!

Lê xeterk jî li vir peyda dibe! Ew çi ye! Çi xeter e?

Wek em dizanin niha herdu zarave, soranî û kurmancî, bûne mîna du baskên zimanê kurdî. Lê mixabin baskek pirr xurt e û yek jî ne zêde. Ji bo em nebêjin qels e, emê bibêjin ji cêwiyê xwe ne xurttir e. ku rewş wisa dewam bike, ê baskek gelekî lawaz bibe û balindeya kurdiyê ji balansa xwe bikeve û nema dikare bifire. Çare çi ye?

Çare ew e ku em kurmanc xwe bigihînin asta soranan, weşangerên kurmanc  milan hilmalin û dest bi pirojeya wergerê bikin. Divê êdî bazara wegerê germ bibe û weşanger li wergêran bigerin û teklîfa wan û wergerandina hin pirtûkên payeberz ên ji bo mirovayetiyê hemûyî gencîne û dewlemendî ne bikin. Eger em wisa bimînin, zimanê me ê zêde bi pêş de neçe. Bi riya wergerandinê zimanê me ê bikeve ezmûna xwe ya herî mezin. Û ez bawer im ku wergêrên kurd hene, dê bikaribin zimên serkeftî di ezmûnê re derbas bikin. Dibe ku destpêk zor be, bazar ne zêde germ be, xwendevanên kurmanc zêde berê xwe nedin pirtûkeke Kierkegaard yan Spinoza lê hêdî hêdî  ê ev berhem cihê xwe bigrin. Ez pirr geşbîn im çiku ev xebata weşangeriyê û a nivîskariyê ku ev serê bîst û çend salan e li Bakur li dar ketiye, êdî berhem daye. Êdî xwendevanên ku tenê dixwazin kurmancî bixwînin jî hene.

Bila kesek nedewletbûnê neke behane. Êdî ev behane pûç û bêtehm bûye, her weşangerek dewletek e, her saziyek dewletek e û em tev dizanin ku gelek kelem û astengî ji ber piyên zimanê kurdî rabûne.

Niha bingehke xurt heye ku kurmancî, ji asta zimanekî wêjeyî bilindtir bibe û bigihê pileya zimanekî pirralî jî ku mirov dikare pê derbirrîna her hizr û ramanan bike.

Derbar Rêvebir

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply