Bandorên Kurdan li ser şaristaniyeta Grekan

Magûyî ji berê ve bi awayeka înfîlrasyonî derbasê Anatolyayê bibûn. Hebûna Keşeyên Medî(ango Magûyan) li vir ji gelek agirgehên hatî çêkirî(ve tê zanîn-W.), ji aliya gelek nivîskarên grekî ve tê ragihandin.Hebûna van keşeyan li Anatolyayê,di vedîtinên ji vekolanên Anatolyayê derketî ve hatiye peyitandin.Min evana di berhema xwe ya bi navê Zarathuştrayê de bi dorferehî diyar kirî bû.

Bi awayeka komî derbasbûna medan li Anatolyayê,ya rast revîna wan li wir,di encama destheldan(serheldan-W.),têkçûn û ji navê çûna prensê med an jî Lîderê Magûyî yê bi navê Gaûmatayî de destpê dike.Qiralê Pers Darîûs roja serkeftina xwe ya li hemberê Pirensê Medî,wek Cejna Bâgayâdîşî dide ragihandin.Heredot wek Magufonia bi dorferehî qala ew cejna ko magû tê de bi girseyî dihatin kuştin dike…Ha di wan rojan de beşeka girîng ji magûyan direvin Anatolyayê û li wir bi Feylelesofên Grekî ve têkilîn girîng datînin.Di encama van têkiliyan de,di pergela hizirîna grekan de guherînên bingehîn pêk tê.”Logos” û “Hetsia” encamên herî grîng ên vê têkiliyê ne.
Pêşîntir grekê ko Logosê formule kirî Hereklîtos e.Wek tê zanîn di gerkî de logos tê wateya gotin ê.Lê belê ev ne gotineka asayî ye,ji axaftin(speech)ê zêdetir biryar(sentence) e.Ha ji bona xweghandina vê,pêşî,bi çavdêrî kirina li Manthra= gotin a magûyan ve,werin Logosa grekan…
Li gor hizra magûyan a Zerdeştî jê rehwergirtî,çu tiştek ji tunebûne neşêt peyda bibe û yê/a peydabûyî jî neşêt bê tune kirin.Guherînek domdar heye(her tişt diguhere).

Bawer dikim ko min ev herî eşkere di Zat Sparamê de(Zat Sparam navê nivîskarê rêzêpirtûkên dînî yên hevnav e û bi palpiştiya beşên winda yên Avestayê mijarên dînî dadixuyîne.)…Li ser vê bingehê,encama dahûrandinên xwe yê bi hevxistina Avesta,Dînkard,Bûndahişn û Zat Sparamî ve pêkanî,dikarim wiha bi kurtî diyar bikim;Di gerdûnê de du hêzên dijber bi hevra(yekîtiya dijberan) û di nav têkoşîneka hemberê hev de ne(têkoşîna dijberan).Ev her du aliyên dijber a hevneker,yê qenc,Spenta Maînyû(bûnewerê giyanî yê paqij ) û yê xirab,Angra Maînyû(bûnewrê giyanî yê dijmin),gava bên cem hevûdinî jiyan û nejiyanê pêktînin(her tişt bi dijberê xwe ve diyar dibe)…

di destpêkê de Spenta Maînyû û Ahura Mazdayê ji kakila wî çêbûyî,di wargeha xwe yq ronak a bêdawî û ji ber wê jî nedîtbar de bê liv û tevger e(qey pênaseya reşequla ezmanî tê kirin).Di vê kêliyê de Angra Maînyû hesta vê wargehê dike,êrîş dibe ser û hewl dide ko bi kakila xwe wira qirêj bike(an jî Ahura Mazda vê yekê jê fehm dike).Ha di wê kêliyê de,bi Mathra’ye çêbûna cihana daringî dest pê dibe.Manthra ne tenê gotine,her wiha vîbrasyon(vejen,velerz-W.) e û wizeya destpêdana liv û tevgerê ye jî.Bi wizeyê tavger,bi tevgerê jî dîrok destpêdike…ji her yek şeş heyberên ko di vê kêliyê de pêkhatî di vê çêbûnê de cihê xwe girtin.Ji vana yên herî girîng Vohû Manah(hizra qenc) û Aşa Vahîşta(rasteqînî,sazûman û dadwerî) ye.

Di afirandinê de her tişt di asta agir,şewla bêdawî de diqewimiya ,di wê gavê de Hêza Xirab êrîşan dike û,destdirêjiya van afirandeyên tekûz dike û wana contamine dike(qirêj dike).Ha di vê gavê de (bi gelek kurtekirin û dibe ko bi wate kêmkirinê ve dawî lê dihênim.) kamara(kember)ya gerdûnî tê girtin û têkoşîna mezin destpê dibe…Bi vî awayî tevgerdana civak û takekasan ya ji encama têkoşîna qenc û xirabî li hemberî hev û şera di navbera yê/a jiyan û nejiyanê ya di asta civakî û takekesî kakilgirtî de destpê dike…Qasê ko ji vê tê fehm kirin û her wiha wekê di hinek cihên tevel a Gathayên Avestayê(ko beşên rastîn in) de tê vegotin,ev şera di qada gerdûn,civak û takekesê de diqewim e.Li gerdûnê di navbera Ahura Mazda û Angra Maînyû,li civakê,di nav kedkar û dîktatorên zalim yên wekê toxmên xirabiyê tê nasîn û alîgirên wî yê xwînmij de,li qada takekasî jî şereka di asta xwebixweyî de diqewime.Serketiyên vê şerê dê yên qencperwer bin.Xirabî dê bê derdest kirin û di valahiya bêdawî de bê zîndanî kirin,yên qencperwer jî dê bi Spenta Maînyûyî ve bibin yek.Wateya vê jî livdariyeka domdar û guherîn e.Di gerdûn,civak û takekesan de çu tişt,tenê bi serê xwe ve nîne.Bi dijberê/a xwe ve heye.

Vaye,ev Logosa ku grekan ji dema Heraklîtosî ve pêşxistî,di vê çarçoveyê de,lê bi peyvên jihev cihê hatin nivisandin.Empedîtes,Demokrîtoûs,Sokrates û di dawiyê de Platonê ko xwe ji Logosê gihand bi Nous’ê,wana ev hizra sîstematîze û pergalttir kirin(yên ko dixwazin li ser vê babetê zêdetir hûr bibin dikarin biçin pirtûkxaneyekê û li wira pirtûka bi navê; “Mills, L H; Zarahtushtra and Greeks, Part I, Leipzig 1903-1904″ê wergirin û lêbikolin.Ji bîra xwe mekin ko di wê pirtûkê de daxûyandinên min ên ji bo hizra Zarathuştrayî nikarin bi temamî bibînin,lê dîsa jî hûn dê agahiyên ko qîma we pê bê jê wergirin.Ji bo agahdariyeka baştir gerek Zat Sparam,Dînkard,Bûndahişn û Avesta beranberî hev ve bê lêkolandin ,di encamê de kelûkurtiyên bela-vela yê hatî vegotin bi rêkûpekî bê yekxistin û nirxandin,divêt ko ew jî dê ji bona we bibe agahdariyeka berferehtir.).

Li gor Heraklîtos di suriştê de çu tiştekê neguherbar nîne.Lê di nav rêkûpêkiya sazûmanêkê de.Ji bona vê jî substans(pêze)eka bê dawî û tewa gereke…ev pêzeya bê dawî agir e.Ev pêzeya,ji bona guherîna herûher,ji bona hebûn,afirandin û encamên jê,pêdiviyek e…Qasê ko fehm dibe û eger bi awayeka rasttir jî bê lêkolandin,wek pêzeyeka derûnî agir,yê ko qeşeyan(cemed-W.) dihelîne,ewran bibaran dike(ko di mîtologiya Magûyan de ji bona vî karî peywirdarekê bi navê Tshtria hebû),yê ko demsalan(werzan-W.) di nav rêkûpêkiyêde di pey hevûdinî de rêz dikê ye û agirê ko pêkankerê livdariya tevgera giştî ye.

Ev agirê derûnî,wek me berê jî diyar kirî,jê tevger dizê û ji tevgerê jî şer û pevçûna gerdûnî…Logos çarenûs e,lê ne çarenûseka wilo nejidest.Wek Logos qeder,afirinêrê her tiştî ye.Dadwerî bi xwe jî şer û pevçûnek e(Aşa’ya civakî bînin bîra xwe).Her tişt di nav şer û pevçûnê de cihê xwe dibîne.Rasteqînî ji ber êgir heye û encama ko wî afirandî ye(diyalekta li vir heyî,bi diyalekta magûyan û bi domana jê ve,bi diyalekta Zarathuştrayî ve temamî li hev dihêne)…Distûrên bi xwe yên vî agirî an jî vê germiyê heye.Bi rêya van distûran ve,cîhan ava dibe,belav dibe û didome. Agirekê ko wujdana me pêktîne hevrêtî li gel van hemûyan dike ko zarathuşraîzm jê re dibêjê agirê dil.Serma xirabiyê bi xwe jî li gel vî agirî cih digire.Agirê dil wucdan e yan jî bi zimanê Avestayî “daena” ye.Di grekan de beramberê vê yekê Hetsia heye…Min evana jî rave dikir lê heger daxwaz were.

Bi kurtî dewlemendiya rabirdûyaka çandî a rewnaq û li gel vê jî zincîrên dîlîtîyê…Erê bi rastî jî gereke ev zincîrna bên şikandin.Tufî nav hemû çîrokên biratiyê bê kirin.Hemû dijrabûnên derewîn a li hember zorkariyê gerek bê eşkere û rûreş kirin.Gerek ev meş,bi cil û bergeka kurdistanî a paqij ve bê domandin.

A.Sirac Kekuyon(Dr.Siraç Bîlgîn)
Wergêr:Rojhat Behram

Derbar Çand Name

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply