Baholeke Winda li Hong Kongê | Sefernameyek – II

Dema hat anonskirin ku balafira me datê balafirxaneya Hong Kongê, li derve berêvarî bû. Neh saetên rast li gor pêşbîniyan em li esmanan berevajiyê gera rojê çûbûn û ji şeva Stenbolê vêga diketim nav êvara Hong Kongê. Tekerên balafirê bi erdê bûn pê ve, şîrqeşîrqa qayîşên ewlehiyê ên ku bi bêtebatî zûka ji hev vedibûn, vekirina cîhazên elektronîk û hêwirzeya mirovên ku vê gavê ji ciyên xwe rabûn, baholên xwe ji kabînên ser seran wergirtin û li bende vekirina deriyan man… anî bîra min ku hin tevger û îşaret li ti derên cîhanê naguherin.Piştî ku ez ji balafirê derketim, rêk û pêpelûkên ku min da dû wan ez anîm ber stesyoneke piçûk a trênê di hundirê balafirxaneyê de. Yekem car min di balafirxaneyekê de xeta trênê didît ku di nav termînalên balafirxaneyê de mirov dibirin û dianîn. Li ser pirsa min a bi ecêbmayîn, xortikekî ji Asyaya Dûr ez serwext kirim ku diviya li wê trênê siwar bibim û li rawestgeha dawî peya bibim da ku bigihêjim Termînala yekê û ji wir li ferîbotên Macauyê siwar bibim. Çi tiştekî xweş, min di dilê xwe de got. Bendergeha keştiyan jî di balafirxaneyê de bû. Li rawestgeha dawî peya bûm, di pêpelûkên otomatîk re derketim hola Termînala 1ê; dîtina ku min dît, du jinikên hûrik ên bi şal, şepqe û montên unîform, devê wan bi paçikekê girtî, cîhazek di destê wan de, li jora pêpelûkan li pêrgîya rêwîyan sekinandî ne. Hînê min fahm nekir çi ne, ji çi re ne, min dît yekê ji wan xwe gal kir û aleta di destê xwe de bilind kir û zoq rakir nav çavê wî xortikê li kêleka min ê ku rê ji min re tarîf kiribû.

Carina derdek, belayek yan jî nexweşiyek tê serê mirov, ku mirov dibêje heta wê gavê nehatiye serê kesekî. Lê dema mirov behsa wê ji hinan re dike mirov dibîne ku her kesî bi awayekî pêzanînek, serhatiyek yan jî bîranînekî wî ê li ser meseleyeke wiha heye û mirov hem şaş dimîne ku mirov çawa heta niha hay ji wî tiştî nebûye û ji aliyekî de jî kêfxweş dibe ku ne bi tena xwe ye di wê derd û meseleyê de.Piştî ku ji bo festîvaleke edebî, The Script Road Festival – Rota das Letras, ez hatim vexwendin bo Macauyê, di her tiştê ku derdiket hemberî min de min êdî şopa vî navî digerand. Û min ferq kir ku têra xwe hebû û ez şaş mam ku heta wê gavê min çawa hay jê nedibû.Gava min di weşaneke navnetewî de nûçeya kuştina birayê ne heq ê serokê Koreya Bakur xwend li vî navî rast hatim. Rojnameya ku îşaret bi iddîayên kuştina vî zilamî ji alî serokê paranoyak ê Koreya Bakur dikir, li ser kuştina wî hin agahiyên balkêş didan. Birayê saxik bi madeyeke CX a siniran, ango madeyeke kimyewî, hatibû kuştin. Kamerayan û guwahên li wê derê du jinik dîtibûn ku ew made avêtibûn ser çavê wî û dû re wî tiştê şil ji ser rûyê wî maliştibûn û ji wir reviyabûn. Di vê hewalê de peyva kilîl a ku ez lê digeriyam di vê derê serhatiyê de bû: Evî birayê ne heq li balafirgeha Malezyayê dema ku dê li balafirgeha Macauyê siwar bibûya hatibû kuştin. Nûçeya ne xweş a derbarê guzargeha min de tenê ne ev bû. Di weşaneke dî de jî min xwendibû ku yek ji mirovên herî zengîn ê Çînê li Hong Kongê hatibû revandin û di vê meseleyê de jî guman diçûn ser polîsên Çînê û dewleta Çînê dihat tohmetbarkirin.

Dengûbehsên dek û dolabên hêzên tarî ên ku min di rojnameyan de xwendibûn ji serî de pêjna metirsiyê li dor navê van welatên dûr afirandibû, lewma  gava li serê pêpelûkan min wê tevgera du jinikên sosret a li hember xortê li kêleka xwe dît, kêliyekê qilqilîm. Lê lawik li hemberî aleta ku rast hat nava çavê wî ne deng ji xwe anî û ne dest bir xwe. Ez hêdîka ji wan bihurîm. Jinika dî a ku vala mabû jî xwe li ber rêwîyekî dî rep kir. Wê hingê min dezgehekî piçûk li hember xwe dît. Li ser vî dezgehê ku du mêrên bi heman cilûbergan li berê rûniştî bûn, wiha dinivîsî: Temperature Check. Nizanim çawa fahm dikirin û hildibijartin, lê van karmendên devgirtî, bi unîforme û aleteke destan, carê di nav mirovên ku dihatin de yek dineqandin û bi wan aletan germahiya wî dipîvan. Digel ku di ti gotar yan weşanekê de hînê ji bo min nebûye peyva kilîl a ku şopa wê bigerînim jî, vîrusên Zika, Ebola, şewba berazan, HIVê, ji çek û endamên terorî, mafyayî û sîxurî bêtir û hêsantir li cîhanê digerin û canan distînin. Gelo tişta ku diviya herî pirr jê bitirsiyama û min jê fikar bikiraya evan gef û xeterên nedîtbar bûn? Ger her gerr û rêwîtiyek bagajek bû, nexwe di vê bagajê de ciyê jîndarên piçûçik ên nedîtbar û mirindar jî hebû?

Bilêta keştiyê berevajiyê gumanên min ne bi 254 dolarên Hong Kongê, lê bi 285 dolaran bû. Dema çarneçar min xwest bi kerta krediyê heqê wê bidim, xortê wê derê şûneke First Class pêşniyazî min kir bi 295 dolaran, bi buhayekî taybet ji bo kerta min. Ez heta hingê her tim li keştiyên Stenbolê ên bê class siwar bûbûm, li vî perrê dinyayê di navbera Hong kong û Macauyê de, rêwîtiyeke First Class a bi keştiyê fikreke xweş bû û min dicî de qebûl kir. Jê bi şûnde barê min sivik bûbû. Saet hînê pênc bû û keştî dê du saetên dî ji wir rabûya. Bahola min jî, şirketa guzariyê dê ji balafirê veguhezta keştiyê. Li nava termînala ku bi ronahiyeke zer hatibû ronîkirin, aramiyeke heçku diket nav destan hebû. Xwedêkirî ez hatibûm, min got di dilê xwe de. Li xwaringehekê self-service min teyfikek noodleên biraştî û çayeke bi lîmon û qeşa xwest.Min li maseyeke ku zilamekî şîva xwe dixwar ciyek ji xwe re peyda kir û bi darikên xwarinê ên di nav tiliyên min de bi şeloşehtî diliviyan ketim ser xwarinê. Bêhnê carekê jî min di bin çavan re li mêrikê hember xwe dineri, ê ku bi hostahî darikên xwe di nav tasa xwarineke wek şorbeyê dadikir. Camêr piştî ku xureka nav tasê qedand, rahişt kefçî û ava şorbê bi şerpeşerpeke werrê bi ser dilê xwe dakir ku nayê gotinê. Vî dengê ku min di serî de got qey tenê ew camêr derdixe, dû re min li çend xwaringehên Macauyê jî bihîst û têgihiştim ku ew jî şêwaza Rojhilata Dûr a xwarina tiştên avî ên wek şorbe û tirşikê ye.

Piştî xwarinê ez li hola termînalê li ser kursiyekê rûniştim û min pal veda. Min çavek li înternetê û e-mailên xwe gerand, û dû re deftera xwe vekir, çend têbînî nivîsîn. Hînê werrê qelem di destê min de, serê min bi ser defteramin de xwar, min dît yek li ser serê min sekinî ye, deng li min dike. Min serê xwe rakir. Xortekî jar, dirêj û bi berçavk bû.Di nav qatê cilan ê gewr û ûtîkirî de wek barek hestî bû. Porra wî ya reş û hilûs, çavên wî yên hûrik, mîna karîkatureke Asyayiyên Dûr bû.Pirsî ku ez bûm ewî rêwiyê ku ji Stenbolê dihat û diçû Macauyê.Piştî ku min ew erê kir, gote min ku bagaja min winda bûye û pirsa şiklê barê min ji min kir. Valîz nexuya bû û bi karmendên fîrmaya hatûçûyê re ketibûn têkiliyê, ew ê niha karmendek bihataya, lewma ji min xwest ku bidim pey wî. Ez lidû wî çûm ciyê siwarbûna keştiyê û li benda karmend mam. Berî wextê siwarbûna ferîbotê bi pênc deqeyan xortekî kutikî, gomlekekî spî ê berstûka wî vekirî lê, hat û ewreqek bi min da îmzekirin. Bahola min li Stenbolê mabû û wan herî nêzîk roja dîtir bi şev dikaribû wê bigihînin hotêla ku ez ê lê bimama. Bi vî rengî, bêyî ku firçeyeke diranan jî digel min hebe, li First Classa xwe siwar bûm û di tariya şevê de ji bendergeha Hong Kongê berev Macauyê bi rê ketim.

Li rûyê zimanê xerîbiyê

Gava balafir di ser deryayê re daket balafirxaneya Hong Kongê tiştê ku min di paceyê re dît tenê hin greyder, kemçe û vînc bûn ku li dora pîstê kom bûbûn. Ji zeviya rût a ku van makîneyên kar li ser bûn bi wir de, hin çiyayan li kêleka hev reş dikir. Min di beşê yekem de gotibû ku balafirxane têra xwe serkeftî bûn di afirandina zimanekî hevpar ê îşaretan de ji bo mirovên xwedî ziman û çandên têvel û ji deverên cuda ên cîhanê. Lê dîsa jî li her cîyê ku mirov diçiyê ne mumkin e ku mirov tiştekî ku li ciyekî dî nedîtiye nebîne û cardî têkeve keftûleftê li hember xerîbiya di vî zimanî, ango di wê pergalê de. Ji xwe re tenê adet û îşaretên ser avê (daşirê) melheze bikin, hûn ê mebesta min fahm bikin. Gelo çend îşaretên cuda hene li cîhanê ji bo destnîşankirina daşirên jin û mêran li ser deriyan? Sîstema kaxezan, avê, sabûnê, ziwakirinê, gilêşê, teşeyê deriyan, destavên ser piyan, awayên bikaranîna evana û texlîdên dorûberên wan hemû li her cîyekî bi nuanseke dî derdikevin pêşiya mirov. Kengî mirov ji zimanê van îşaretên li cî û şûngehên cuda ên cîhanê serwext dibe, mirov hêdî hêdî taya xerîbiyê ji ser xwe davêje û hinekî hogirî wir dibe. Heye ku guhertina van adetên piçûk ên jiyana rojane ji guhertina fikr û regezan zehmettir be. Em bêhnikekê bifkirin ku li Îngiltereyê muslixa (kaniya) teharetê li klozetên avrêjê hat zêdekirin? Gelo dê qiyameteke ji Brexitê mezintir nebe? Yan jî ew kanî ji daşirên alafranka ên Tirkiyê hat birrîn? Digel ewqas pêşketin, geştiyarî, peywendî û hevnasîn, di her gera xwe de mirov his dike ku mirovatî hîn di wî çaxê xwe yê zarotiyê ê dema fêrbûna tevgera ser avê de ye.

Dengûbehsên biçûk ên cîhana mezin

Carina tiştên nayin aqlê mirov jî li balafirxaneyên cuda ên cîhanê dertên pêşiya mirov û mirov her tim ji wan re ne amade ye çunkî tiştên wiha di aqlê mirov re derbas nabin. Bo nimûnê, tê aqlê kê ku li balafirxaneyên Ruandayê mirovan didin sekinandin û çente û baholên wan didin vekirin eger tiştekî plastîk tê de hebe. Ji ber ku li Ruandayê plastîk hatiye qedexekirin, weke çekeke mirindar be, alavên plastîk ji mirovan tên standin û tên tinekirin. Vêca ez li bende bûm ku li Hong Konga ku navê wê tenê ji filîmên aksiyonê di bîra min de mabû gosirmetek derê pêşiya min, lê min nizanibû ew tişt çi ye. Xwezî ez di wî temenî de bûma ku min hêviya dîtina ejdehayekî agir ji devan dertê bikira. Lê êdî min temenê hin xeyalan derbas kiribû û xem û xeyala min li ser tiştekî dî bû: Min hînê jî bawer nedikir ku bê vîze dihatim Hong Kongê; vî welatekî piçûk, xurt û seyr, yek ji lîmanên herî girîng ên bazirganiya cîhanê,ku di nava du împeratoriyên mezin (Çîn û Brîtanya) de esirîbû û berev asîmanan bilind bûbû.

Ciwanmerd Kulek-HEFTENAMEYA BAS

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply