Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Felsefe û Edebiyat

Felsefe şêweya ramanî ye. Pirs pirsîn e, di derbarê jiyana însan û problemên civakî de eleqederbûn e. Felsefe bi problemên civakî yên zor û zehmet û yên ku nehatine çareserkirin re mijul dibe. Ew bi maneya hebûna însan re, bi zanîn bersîv dide. Her însan li gor zanîna xwe û …

Read More »

DI ROMANAN DE LEHENG Û KAREKTER

Ez ê di vê gotara xwe de, derbarê bi gelemperî di romanan de leheng û karekter binivîsim. Mirov dikare bibêje ku di tevahiya romanan de û herweha di romanên kurdî de jî leheng û karekter hene. Di hinek romanan de qels bin û di hinekan de serketî bin jî, lê …

Read More »

BARANÊN HELBESTKÎ

Navê pirtûka helbestan a birêz Çîya Mazî “Baranên Çilesrî“ ye. Min jî sernavê gotara xwe a danasîna pirtûka helbestên Çiya Mazî kir baranên helbestkî. Pirtûk di nav weşanên “Berbang“ de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 100 rûpele û tê de 71 helbest hene. Naveroka helbestan curbecur e. Tevahiya helbestan bi şêweya …

Read More »

EDÎB, ŞAÎR, PERWEDEKAR Û HIQÛQNASEKÎ KURD

Lêkolînvanên kurd wek hejmar hindik in. Digel hindikiya wan jî em gelek tiştên ku wan di encamên lêkolînên xwe de ji tarîtîyê derxistine ronahiyê ji wan fêr bune. Li bakurê Kurdistanê dema mirov kar û xebatên lêkolînvanên hêja û herweha lêkolînên wan bi bîr bîne, di serî de lêkolînvan birêz …

Read More »

Çima?

– Gelek WEŞANGERên me berhemên bi kurdî naxwînin. – Gelek NIVÎSKARên me berhemên bi kurdî naxwînin. – Gelek XWENDEKARên me berhemên bi kurdî naxwînin. – Gelek ROJNAMEGERên me berhemên bi kurdî naxwînin. – Gelek AKTIVÎSTÊN XEBATA KURDÎ berhemên bi kurdî naxwînin. Ez dikarin vê lîsteyê hê gelek dirêj bikim. Li …

Read More »

Çîrokên hezar û yek şevê

Çîrokên hezar û yek şevê bi nav û deng in, navdar in, meşhûr in. Qet dawî li wan nayê. Di demeke qedîm de qralek hebûye. Ev qral digel her qîza ku razaye, di a din î rojê de qîz kuştî ye. Bi vî awayî qral ji xelkê xwe bêhejmar qîzan …

Read More »

Aqîbeta Lazan

Xwedê eqîbeta Laz’an neynê serê tu neteweyî. Laz netirk in, xelkekî din in. Lê, dewleta Kemalîst wan wisa asîmîle kiriye ku, êdî doza heqê xwe yên netewî û demokratîk nakin. Zimanê Lazan bi serê xwe zimaneke, lê ji bo ku Laz wî zimanî napeyivin ew ziman berbi wendabûnê ve diçe. …

Read More »

Hunera Herî Bi Hêz Şano/Tiyatro

Di nav şaxên edebiyatê de hunera herî bi hêz hunera edebiyatê şano/tiyatro ye. Di van demên dawîn de min dest pê kir çiqas pirtûkên li ser teorî û hunera Tiyatroyê hebû, min peyda kir û xwend. Piştê wê jî min dest bi xwendina berhemên şanoyî kir. Di nav berhemên şanoyî …

Read More »