Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Edebiyata/Wêjeya Fantastîk

EDEBIYATA/WÊJEYA FANTASTÎK (Fantasy Lîterature) Lokman Polat Wêjeya fantastîk, fantazî, li ser bingexa xeyalan tê afirandin. Di van berhemên edebî de hêza xeyalê geklek xurt e. Gelek çîrokên folklorîk ên gelêrî bi şêweya fantaziyê hatine gotin. Xeyal û fantaziyên ku di çîrok, çîrçîrokên kurdî ên klasîk de têne rave kirin, gelek …

Read More »

Berhemkarî-Afirînerî

Min di kovara çandî, edebî û hunerî “Berfîn Bahar”ê de xwend. Nivîskar Muzafer Îzgu 86 pirtûk nivîsîye û weşandîye. Ji van 86 pirtûkan 7 roman, 24 kurteçîrok û 55 pirtûk jî ji bo zarokan e. Piştê xwendina vê nivîsê ez li ser nivîskarên Kurd fikirîm. Tu nivîskarekî Kurd hetanî nûha …

Read More »

DERBARÊ ROMANAN DE ÇEND GOTINÊN GELEMPERÎ

Bîst salin ku ez derbarê romanên  kurdî de û bi gelemperî derbarê hunera romanê de  dinivîsim. Nivîsên min ên derbarê romanên kurdî de nivîsên danasînê, nirxandinê, analîz û şîrove ne. Digel van nivîsan nivîsên derheqê teorîya hunera zanîstîya romanê de jî dinivîsim. Sê pirtûkên min ên derbarê romanên kurdî de …

Read More »

Pirtûkek kurteçîrokan “Ji Qeraxên Dilan”

Di nav weşanên “Ar”ê de bi navê “Ji Qeraxên Dilan” pirtûkeke kurteçîrokan a nivîskarê kurd Mevlut Aykoç derket. Pirtûk  87 rûpele. Di pirtûkê de 43 kurteçîrok hene. Çîrokên ku di pirtûkê de ne bi rastî jî li gor navê xwe kurteçîrokin. Hinek kurteçîrok rûpelek, hinek du rûpel û ya herî …

Read More »

Pirsgirêkên Nivîskarên Kurd

Nivîskar kedkarê mejî ne. Kar û xebata wan bi dest û mejî pêk tê. Ew bi mejiyê xwe difikirin û bi destê xwe -bi pênûsê yan jî bi kompîturê- dinivîsin. Nivîskar wek kategorî di nav proletaryayê de/kedkaran de tên hesêb. Heta li gor min proletaryayê herî proleter nivîskar bi xwe …

Read More »

Di Edebiyata Kurdî de RÊZEROMAN

Li bakurê Kurdistanê edebiyata kurdî a nûjen hêj nû ye. Lewre jî hinek şêweyên berhemên edebî yên modern hêj nû di nav edebiyata kurdî de cihên xwe girtine. Kurteçîrokên modern ku ji alî nivîskarên kurd yên niha ve têne nivîsîn û çîrokên gelêrî yên berê newekhev in. Çîrokên ku di …

Read More »

ÇÎROKÊN CIVAKÎ Û TOREYÊN KEVNEŞOPÎ

Kurdên binxetê ji berê ve alfabeya latînî-kurdî bi kar anîne. Ji bo kurdan û tevahiya Kurdistanê pirsgirêka standarkirina yekbûna alfabeyê di rojevê de ye û divê ji bo pêşerojê ev pirsgirêk ji niha ve were çareserkirin. Ji bo tevahiya – herçar parçeyên – Kurdistanê yek alfabeyeke pêwîste û ew jî …

Read More »

101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok

Nivîskarê kurd birêz Mehmet Oncu nivîskarekî berhemdar û xebatkarekî wêjeya kurdî ye. Wî bi kurdî gelek berhemên edebî/wêjeyî afirandiye. Giraniya xebatên wî li ser folklora kurdî ye. Lêbelê wî romaneke hêja jî nivîsiye. Navê romana wî “Şihîna Hespên Azad“ e. Pirtûka wî a bi nave “101 gotinên pêşiyan 101 çîrok“ …

Read More »

Romanên Derûnî/Psîkolojîk

Romana kurdî hêj bi tevahî wek ku tê xwestin nekemiliye, lêbelê ber bi kemilandinê ve diçe, pêş dikeve, hunera wê ber bi radeya bilind ve diçe. Di nav romanên kurdî de gelek cureyên romanan hene, lê hineki cure roman jî qet tunin û hinek cure jî pir qels mane. Di …

Read More »

Derbarê Post–Modernîzmê De Çend Gotin

Min bîst û pênc sal berê bi navê “Helwest – Kovara Kulturî û Lîteraturî” kovareke çandî edebî/wêjeyî li Stockholmê/Swêdê weşandibû. Di kovarê de min nivîseke rexneyî di derbarê ekola post/modernîzmê de weşandibû. Paşê min nivîsek din weşand lêbelê sala weşandina wê nayê bîra min. Sernavê nivîsê “Di edebiyatê de post/modernîzm” …

Read More »