Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

289 gotar9 hezkirin

Nivîsxane 4 deqe xwendin

Çima?

– Gelek WEŞANGERên me berhemên bi kurdî naxwînin. – Gelek NIVÎSKARên me berhemên bi kurdî naxwînin. – Gelek XWENDEKARên me berhemên bi kurdî naxwînin. – Gelek ROJNAMEGERên me…

Nivîsxane 3 deqe xwendin

Aqîbeta Lazan

Xwedê eqîbeta Laz’an neynê serê tu neteweyî. Laz netirk in, xelkekî din in. Lê, dewleta Kemalîst wan wisa asîmîle kiriye ku, êdî doza heqê xwe yên netewî û…

Nivîsxane 3 deqe xwendin

Dibistana Nivîskaran

Rojname û kovar dibistanên nivîskaran in. Niha li wan malperên elektronîk zêde bû. Malper, kovar û rojnameyên elektronîk yên ku di înternetê de têne weşandin bûne cih û…