Aqil Taca Zêrîn e, Li Serê Me Kurdan Çima Nîn e?

Kitêba Pîroz Mizgînî bi hevoka “Di destpêkê de peyv hebû” dest pê dike. Lê kitêba pîroz rast nedigot. Di destpêkê de peyv nebû, di destpêkê de tevger hebû û her tişt ji tevgerekê pêk hat û hîn jî ji tevgeran pêk tê.

Tevger bereket e, tevger çêbûn, tevger zêdebûn e û tevger azadî ye.

Wekî Abbas Ahmed ji niha ve nebêjin “Mesele Ne Ev e”. Mesele rastî jî ev e û ne tiştekî din e.

Mejî bê tevger naxebite, ew noronên di mejî de cî digrin bi ragihandin yanî bi tevgerê sînyalan ji hev re dişînin û mejî bi saya van sînyalan dixebite.

Tevger bi xwe re xebatê tîne û xebat jî bi xwe re berxwedanê tîne.

Bi rastî jî karekî pir zehmet. De were mejîyê xwe bixebitîne û li ber xwe bide. Ev yek ji mirovan re zehmet tê loma berê xwe didin tiralî ye. Dizanin ku tiralî dilşadî, aramî, û bextewarî ye. Xwedayê Dilovan jî ji kesên nezan dê suala nekê, wê sualên xwe ji kesên zana bike. Piştî mîzanê jî kesên nezan, cêhil, zarok, dîn û kêmaqil rasterast wê herin bihuştê lê kesên din karê wan bi rastî jî zehmet e.

Ezbenî ne ku Kurd bê aqil in, gelê me pir zana ye. Ji dîroka kevnare bigre heta niha gelek kesên bi nav û deng di alîyê ilm, teknolojî, matematîk, nivîs, felsefe û hwd. derketine pêş û rê nîşanî gelên din dane.

Tenê, tenê ji bo tiştekî dereng mane û ew jî di çaxa dewletên netewî de ji bo berjewendî û dewleta xwe xebatên baş nekirine. Tenê li pey mirovatîyê ketine û xebatên bûyîn jî ji bo mirovatîyê bûn lê mirovatîyê mala me xira kir. Gezek nanê me yê tisî hebû mirovatîyê ew jî ji me stend.

Gelên bê xebat nabin xwedîyê welat.

Xebat û tevger pêwîst e. Pêwîstîya me bi çîna aliman heye ku rê nîşanî gel bidin. Ji bo vê yekê xwendin pêwîst e û tevger pêwîst e.

De kerem kin, bikevin rê, rê wê me terbîye bike û em ê jî di dawîya dawîn de bighîjin armanca xwe.

Xanî digot: “Ger dê meqsudek hebî lazim divê bikî bi lez / Xasma te mebudek hebî daim di emrî wî bibez”. Heger meqsuda hebe divê hûn bilez bin û ji bo yarê xebat bikin.

Ji berê de gotinek ku dihat gotin car carna hîn jî di guhên min de olan dide. Digotin: “Kurd sêwî û bê mecal in”. Di vê serdema teknolojîyê de bê mecalî û sêwîtî nemaye, bidestxistin û serkeftin gellekî hesan bûye. Kesên kêm aqil û ku bi kêrî tiştekî nayên jî bi xêra vê serdema teknolojîyê dibin xwedî tişt û na wellah pê mirovan jî dixapînin, lê emanet neyên xapandin. Bi vê teknolojîyê êdî ne sêwîtî maye û ne jî bê mecal î, her tişt û her kes yên we ne. Lê hûn çi dixwazin? Mesela rastî ev e, daxwaz û xeyalên we bi rehetî dikare bi ser bikevin.

Bi yek tûşê hemû dinya û kaînat tê ber çavên me. Bes divê em xîretkar bin û mejîyê xwe bi kar bînin.

Kesek nayê û rê nîşanî me nade. Ji şaşîyên ku em dikin divê em vegerin û divê em wan şaşîyan bes bikin û berê xwe bidin rojê.

Mela Mihyedîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply