Dergûşa Darberû

Dem ber bi payîza pêşîn va bû; gil û gihayê zer qam li bejinê, li gundekê şên ê avî, bi rez û pez, li navbeyna çîya û deştê, li ber çemê milekê Dîcleyê, sê alî av, wek nîvgiravê, sebîyekê berşîr di dergûşê da, warewara wî bû, digirîya. Bend ku li ber avê hatibû lêkirin, baran pirê pir dibarîya, lêhî rabû, tûngan av ranekir û avê berê xwe da gund û gund da ber xwe.

Av diçû binê dergûşa kurikê li odeyê bi tenê, mîna keştîyeka qul a li ser behrê, sîleka seetê diçû ji kîsê wî. Av gihîştibû gûzekê. Eyn roja axiretê, roja qiyametê bû, lehî bûbû Leviathan li ser serê gund. Sebîyê pêçekê di erefê da, di navbera xelîl û celîl da, li ser Sirat el Misteqînê, heşk girêdayî û çavlirê, bê zar û ziman lê bi girînê gazî dikir ku yek biçe li hawarê.

Tu nemabû av bigihîje çokê û biqelibe bi ser da. Lê de qey ecel nehatibû hê, Xwedê li hal hat rehmê, dêya wî Meyremayê li dengê girî hisîya, bi bazdan çû odeya lê, xwe bi ser dergûşê da xwar kir, ket hewila vekirina hişkegirêkê, gupegupa dil bû lê diket, dest li hev diketin ji tirsa canê piçûkê malê. Dît ku bi destan venabe, bi dev çû girêkê, girêk bi zorê vekir. Zarok zû û bi hizir ji zikê dergûşê derxist û da mil; wek îkona Îsa Mesihê kurê Xwedê li ber dilê dêya xwe Meryemê. Tevî kirasê şil revî revî derket ji malê. Dergûşa darîn a ji darberûyê, bi ser avê ket mîna qalikên zebeşan… bi pêlên lehîyê ra hilket û daket.

***

Nanê Birahîmê malxwedîyê malê, ketibû tûnêla bendava malik lê xera kir. Nanê zarokên xwe ji tûnêlê derdixist. Tûnêla her sibeh gava xwe berê bin dida, di dilê xwe da digot, ‘Gelo ez ê îro bi saxî jê derbikevim?!’ Ji ber ku karekê pir bitalûke bû. Car hebû xurdik û perçezinar ji ber teqandina dînemêtan bi ser da dihatin xwar; xwe ji ber nedaya alî, av û av diçû…

Bareta zer li serî, tilimekê şîn lê, maske li ber dev, berçavk li ber çavan; karê wî ew bû bi kompresorê teht dişikandin. Gava diçû ser kompresorê, mirov digot qey sergovend e, pirê ku pê ra pir dihejîya. Wek serlehengekê Yeşilçamê ku gulê lê dihatin reşandin ya jî nexweşekê talerzê pê girtibe. Bi karê xwe baş radibû lê meaşê wî yê çend mehan ketibû ser hev, nedidan. Serkar digot, ha vê mehê, ha vê mehê, ha meha din…

Birahîmo, mîna Vladimir û Estragonê li benda Godotyî, bi xwe ra xeber dida, digot, ‘Tobeya Xwedê be! Kok vir e! Ka ji kû didin! Her tişt bûye xapandin. Dinya, ya pêkarînê ye!’

Dema bîhnvedanê bû, hay ji bayê felekê tu nîn bû. Ji ser kompresorê rabû, xwêya enîya xwe bi milê rastê ziwa kir. Lepik ji dest derxistin, milikê îşlik vemalt, cihê lê rûne bi pêyan bi keys kir. Qutîya titûnê ji berîka piştê derxist, totik veda, bi her du pêçîyên beranê devê qutîyê vekir, rakir pelekî, titûn ji hev çirand û danî ser, pel bi serê ziman şil kir, piçên zêde bi lêvan jê kirin û tif kir, ser û binê cixareyê li hev rast kir, bir devê xwe, dest li berîkê peland, heste jê derxist û cixare pê xist… Gava herî xweş a jîyanê ji bo wî, ew bû ku dûyê cixareyê kaş dikir, digerand li nav dil û hinav û di dev ra berdida. Hingê, di dinyayê da tiştê herî xweş ew bû ku di dêv da bû. Li cixareyê dimijîya. Bêhna xwe pê derdixist, xweşîya xwe pê dianî, eyn pê orgazm dibû… 

Ew çend gavên xweştirîn ên jîyanê dinya ne di xemê da, ji tûnêlê sax derneketa jî dibû, bi kufa paşîn, xelas bûn. Fîtok li qotika cixareyê xist, virvirand bi wê da û vegerîya ser karê xwe.

***

Roj li esrê bû, dibê qey asîman qelişîbû û kes tu nîn bû bidirûta. Şilî bi şênîyên gund ra ketibû eksê, nedisekinî. Gundîyan, salên şilî kêm, radibû bi hev ra cimaetkî nimêj û dia dikir, lava ji Xwedê dikir, li ber digerîyan ku rehmeta xwe bi ser wan da bibarîne.

Vê carê, heman rîtuel û nîyaz ji bo li wan were rehmê, dikirin.

Tiştên giran tev ketin bin avê; erdên ajotî, mal û xan, dexil û dan, titûna hewandî…

Pisîk û kûçik, dîk û tûtik, mîh û bizin, ker û hêstir, dewarên hinekan, bi avê da çûn… Yên sivik bi ser avê ketin; pel û pot, feraq-meraq, şekal û şimik, bişkul û sergîn, qabqabên destnimêjê yên mizgefta gund…

Hasilê kelam, gund tev ket bin avê, ji xeynê minareya mizgeftê û çend perçeyên gundîyan tevî zar û zêçên xwe ji ber avê xelas kirin, dan pişta xwe û meşîyan ber bi Şikefta Keno va. Şikefta Keno ku gundek tê da bi cih dibû.

Gund, bû malê talanê, erdê xezîneyê, bû beytulmal. Perçeyekê din ê puzzleê bîra qewimekê qedîm ji navê hat birin. Bi destê tûranîyan, bi hinceta ‘kêmkirina bûyerên terorî û geşkirina rewşa aborî li başûrê rojhilatê Tirkiyeyê’, jîngeheka din a serdema neolîtîk, çû ji kîsê niştiman.

Roj çûbû ava, Birahîmê xencer di tûr da, çarmêrkî rûniştî li ber agir, serî di ber da, cixareya nava rojê xweşîya xwe pê dianî, ev car ji kerban dikira bicûta, her carê qirçînî dibir ji çend qirşikan û êgir pê geş dikir. Meyremaya kebanîya malê, zikê Felat têr dikir. Xelas malik çê dikirin. Rizgar û Azad, bi Mîr û Kapê dilehîst.

Diyadînê Beynatî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Çanda Konan di Jiyana Kurdan de

Di çanda kurdan de, bi taybetî di jiyana koçer û şivanên zozanan de, kon ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *