Du pêkenokên cuda
1} PÊKENOKEK ….
Em ne li baxçê zeytûnanin …! Dibêjin; rojek ji rojan Melayê gund bi Qulhuwellahû Ehed (Sureyê Îxlas) civata xwe dida nimêj kirin. Mela biryar da ku vî danî Wetînî Wezeytûnî bixwîne.
Gava ku dema xwendinê hat, got; Wetînî Wezeytûnî, ayet ji bîra wî çû, nikarî bû dawîyê lê bîne, gelek caran li ser hev ritimand û got; Wetînî Wezeytûnî kesekî ji civatê got; Mela em li mizgeftê ne, em ne li baxçê zeytûnanin ha …!
2} PÊKENOKEK …!
Dibêjin; Gundîyek diçe li malekê dibe mêvan, kebaniya malê jê re şorba nîska tîne datîne ber, lê kevçî ji bîr dike. Mêvan dinêre ku kebanî serwext nabe û dibêje; xwişkê, hele ji kerema xwe re tu dikarî ji min re kêrê bînî! Jinik dibêje; mêvanê delal ka tuyê çi bikî bi kêrê? Welleh ezê guhê xwe jê kim û bikim kevçî da ku pê şorbê vexwim.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…