Dîk û Bangdan!

Rojekê xwediyê dîk li dîkê xwe hat xezebê û jê re got: “Dîko, eger tu carek din serê sibê bang bidî, ev e min sond xwar, ezê serê te jêkim. Nexwe tu dixwazî bijî, divê êdî tu car bang nedî. Ne berbanga sibê, ne nava rojê û ne jî êvarê. ”

Dîk serê xwe bilind kir, li xwediyê xwe nihart, dît ku bi rastî jî xwediyê wî niyeta xwe xera kiriye, eger ew bang bide, ewê serê wî jêke. Hingê dîk rabû dev ji bangdanê berda.

Di navê re çend roj derbas bûn, xwediyê dîk dîsa hat û ji dîk re got, “ez dibînim ku tu bang nadî. Aferim ji te re. Belê ev têr nake. Bala min lê ye ku tu hê jî xwe tiştekî dihesibînî. Tu xwe qup dikî, dûvikê xwe çikrast dikî û wek şah û padîşahan di nav mirîşkan de digerî. Welê çênabe.” Niha şertek min ê din heye: “Tu yê bikevî nav mirişkan, wek mirîşkan bikî qube qub. Bibî mirîşk û mîna mirîşkan bijîyî. Heke na, ezê serê te jêkim.”

Rih şêrîn e. Dîkê reben ji bo ku hinek din jî bijî, rabû vî şertê ha jî qebûl kir. Dûvikê xwe tewand, stûyê xwe xwar kir û ket nav mirîşkan. Dîkê me yê ku çend roj berê wek padîşah di nav mirîşkan de digeriya, ji quretî û pozbilindiya wî mirîşk newêribûn bi hafa wî bikevin, niha wek ku hatibe xesandin, di nav mirîşkan de bi rebenî û stûxwarî digeriya, bi ser de wek mirîşkan dikir qube qub. Îcar mirîşk li aliyekî, şelûfk û varikan jî tinazên xwe pê dikirin. Tew hinek şelûfk û varik deridekin ser pişta wî û taca wî ya dîkîtiyê dinukulandin. Hetta hinek şelûfk û varikan, bi taca serê dîk ve zîrç jî dikirin. Êdî gunehê hin mirîşkan bi dîkê reben dihat. Rojên ku dîk li ser xwe bû, mîrîşk ji tirsa wî ji koxêkên xwe dernediketin. Hingê dîkê hêç, rojê çend caran li ser pişta mirîşkan siwar dibû, ji nava xwe têr û ewle bang dida.

Ji bo xatirê ku bijî, dîk ev bêxîretî qebûl kiribû û xwe li teresiyê danîbû. Belê dawiya bêbebextî û teresiyê tune. Wek ritamê mirov bi nav xwe ve dikşîne, tu şerefekê ji mirov re nahêle. Dîk herdu şertê xwediyê xwe qebûl kiribû, belê xwediyê dîk bi vê yekê jî razî nedibû.

Xwediyê dîk rojekê dîsa ji nişka ve xuya bû, cardin li dîk hat xezebê û jê re weha got: ”Dîko, tu wek mirîşkan dikî qube qub, belê tu hêkan nakî. Na xêr, weha çênabe dîko, an tê hêkan bikî, an jî ezê serê te jêkim.”

Dîk serê xwe rakir û weha got, “Ez xwelîlser im! Xwelî li serê min be, ku min roja pêşî şertê te qebûl kir. Ez sed poşman im!”

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Çîrok | Karwan û Eşqiya

Tê gotin li ser axa Yewnanan pêşiya karwanek hat birîn. Dizan karwan şeland. Dest danîn …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *